Silêman Azerî
Roja Sêşemba 19ê Meha Tebaxa Sala 2014an jî ne cuda bû ji havînên Binxetê.
Keleqijên bû, û pêlên bayê gerim hinarkên riwê te dibirajtin, nexasim ku mirov li pişt motorekî siwar be û benên çenteyekî du coyan di milên te de dikolin, ew çentê nû û giran, ku bi destê zarokên te hatiye dagirtin ji ber tu li ser riya koçkirinê yî û her tiştê nû jî ji wî çenteyê nû re divê, çek in nû ,sol in nû, bincil û alavên xwe şuştin û rih kurkirî ye û belkî hêviyin nû jî xistibin berîkên wî de.
Lê hestin nediyar te bêhay dikin ji wê sotin û keleqijînê, tu di kêlîkên bêrîkirinê de winda dibî berî bêrîkirin ji bersînga xewnan bipengize.
Piştî nêzîka demjimêrekê buxçeyekî raserî gundê Girkêzêra te û rêberekî himbêz dike, şerekî dijwar di navbera herdû lêvên te de rû dida ew şerê ku piştî demjimêrekê di navbera wan û tîbûnê de wê derkeve holê.
Carcaran çavên te û yên rêber bêhaybûn li hev dikevin, her yek çîrokekê dixwîne, û minara Mizgefta gundê Tilyaqûbê yê Serxetê dema nimêja Esrê diyar dike.
Bendemayîn ji hundir ve alîgirê keleqijîna tebaxê ye, û tu bidarikekî kêlîkên dûrketinê li ser wê bosta axê dinexişîne, rêberê te piştî çend telefon û saloxkirinan, jinişkave dengê wî te hildiçenîne:
Rabe tu dikarî niha sînor derbas bikî, lê divê tu pişta xwe ranekî ji ber qereqol nêzîk e wê me bibînin.
Li ber têlestiriyên sînor tu tirsa xwe radestî wan xewnan dikî, û careke dîtir dengê yê rêber te ji kêlîkan bidûr dixî:
Çentê xwe bavêje aliyê dîtir û zû têlan derbas bike û li kêleka rê xweşik li herdû aliyan binere û heger te tu trumbêl nedîtin baz bide û xwe bighîne wê çîtika han, de here Xwedê bi te re be. Ev gotin dexma xwe li mejiyê te dixe, gelo bi rasrî ji vê kêlîkê û bi şûn de wê koçkirin min daqurtîne….???
Lê yekemîn car e ku tu sînoran biqaçaxî derbas dikî, saw û çenteyê te movikên pişta te ji hev dixin û lingên te li hev diherbilin, û tu rûbirû li hemberî tenêbûna xwe dibe, dawî tu zora bînçikandin û helkehelka xwe dibî û xwe tavêjî nav çitê, lê şerê tîbûn û germê destpê dike û lêvên te bindestî zuhabûnê dibin.
Tevî wê germê bîdonê te yî qeşayê xwe radestî bijivandinê nake, tu devê wî dimijî lê dilopên avê dinavbera lêvên te û devê wî de dibine hilm û difûrin û çît dibe bistin gerim û direhên kêlîkan de diçikilin. Geh bi çarlepkan û geh tu xwe dixijiqîne, lê giranbûna çente û bi ser de jî nebijavtina qeşaya te zorê li te dikin, lê tu dibêjî dive ez bighim û nabe ez di pêka pêşî de xwe bispêrim bêhêvîbûnê.
Telefona te lê dide,….aha yê rêber e û dibêje te tu çawa dikarî xwe bighîne gundê Tilyaqubê tu azad î…ez dikarim rabim ser xwe….tu azadî ya giring ku tu bighe gund û ew turmbêla qereqolê ku berî kêlîkî derbas bû tu nedîtin.
Vêce tu çentê xwe davêje ser milê xwe piştî ku benên wî jêbûn ji kişandin û xijiqandinê lê tu bi guhekî wî digre û baz dide û çavên te çar alî dibin, helkehelka te bilind dibe, nexem e eger derfet nema tu dikarî vî çentî bavêjî û canê xwe rizgar bikî tevî ev yek wê gelekî bi te nexweş be, ji ber ew çente bîna zarokên te jê tê, lê diyarbûna çend sîpeyan ji gund bîna te fereh dike û tu hema destekî ji wan re bilind dikî, ji bo bi hewara te ve werin û alîkariya te bikin.
-Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” hejmara 32an de hatiye weşandin 1.12.2015..(2+5)