Rojnameya “Bûyerpress” Dosiya Kuştara Malbata Remezanê Kabreş Vedike (2+5)..
Luqman Silêman
– Bi axavtina Remzan re dengê deriyê hewşê hat…! Hemû di cihê xwe de mane cemidî, axavtin ji kesî çênebû û teva li hev meyizand, sed pirs û pirs ketin bîra wan de, ji kuştinê, bazdanê, girtinê û lêdanê.. tev hatin ber çavê wan.
Necla xuha nivîskar û siyasetvanê Kurd Mehmûd Baksî ye, ew bijîjka mirovan bû, û hevjînê wê Hisên ji derdora Amedê ye Kurdê Zazî bû zango beşê çol û çiya tewa kiriye. Hisên got: Ez jî wisa dibêjim lê ka ev qas heval wê bi ku de herin hûn dizanin em kesî ne li gund û ne li bajarê Qamişlo kesî nas nakin. Kesê me li biniya Xetê ji vê malê pê ve nîne heger hin ji we kesên din ji bilî vê malê nas dikin piştî reş bikeve erdê em ê herin wir jî çend rojekî bimînin ta ku em ber piyê xwe bibînin û em ê binêrin ka wê çi bi me re çê bibe ka em ê karibin çi bikin, yan heta em ji xwe re rêberekî bibînin, mane em nehatine ku em li vir bimînin…?
Necla got: Yanî em li vir namînin îşev em ê ji vir herin…? Hisên got: Na ez ne wisa dibêjim, lê ez dixwazim em cihekî dî ji xwe re bibînin nû em ji vir derkevin, ez naxwazim em ji vir herin bê ku em zanibin em ê bi ku de herin û dibe ku Remezan nehêle em ji mala wî herin ma we nedît çi agir ji devê wî dibarî ma ku destûra me nede em ê çi bkin? Necla got: De ka naxwe em ê bimînin heta êvarî dibe ku zarokê wî jî werin mal û heger ku bavê wan destûra me neda, ew bi me re bisekinin me bibin cihekî yan mala hin dost û hevalên xwe yan jî karibin me bighînin Şamê, hûn çi dibêjin gelî hevalan?
Ez gelek caran dibêjim kurd miletekî dil keçik in. Gelek tiştê wek vê di ser me re derbas bûne, ji ber ku em pey dilê xwe diçûn em poşman bûne û me buhayê wê giran daniye.
Ma wê heval çi bêjin..! çavê teva li devê Hisên e, ew sekretêrê partiyê ye çarenûsa xwe kirine destê wî de.! teva got: Mane ji xwe em nikarin bêyî wan ji vir derkevin lê ya beş ew e ku Remezan bi xwe cihekî ji me re bibîne. Heger ku em karibin wî razî bikin wê zor baş be. Xoce got: Li gor xwendina min ji çavê Remezan ew tu carî rêyan ji me re nabîne, ku em herin lê razin, lê tevlî wisa jî bila hevalê Hisên hewil bide, dibe ku ew razî bibe eger me bibe cîkî din, wê çêtir be ji me re jî û ji wî re jî… Hisên got: Divê em nehêlin ku Remezan ji me re bêje hûn ditirsin û hûnê ji tirsa herin. Çimkî vi yê ku deriyê mala xwe li ber me vekiriye û bi çavekî mezin li me dinêre çênabe em xwe di çavê wî de piçûk bikin.. Hûn ya rast dixwazin helwest bi xwe zor e ku em jî di cihê wî da bana helbet wê ev biriyara me bana.! ez bawer im ku em xwe di çavên wî de piçûk bikin wê pirojeya me jî di çavên wî de piçûk bibe, û wê ji xwe re bêje: Ev bi kêrî pirsa Kurdî nayên û ne ji bo gelê me hatine va ji tirsa bazda ye!? Ez naxwazim ku Remezan vê nêrînê li ser me bistîne, ji ber ku ev zilam nehînike wisa lê nenêrin evî diniya dîtiye tişta ji hev derdixe.
Êvarî piştî şîva xwe xwarin Hisên gote: Remezan ez dixwazim tu û ev hevalê rûniştî domekî li min guhdar bikin lê ez hêvî dikim tu şaş ji min fam nekî û gotina min nebirî!?. Haziran li Hisên meyizand, zarokê Remezan jî hatine malê ew jî di civatê de rûniştî ne, lê hîn ew nizanin çi li malê çêbûye û ne kesî tiştek ji wan re gotiye.. Ebdo û Xorşîd ew nizanin çi bûye çavê wa ma li devê Hisên ka wê çi bêje..!
Hisên got: Ne ku ez dixwazim kêmasiyê ji te re yan ji zarokê te re çê bikim, na, yan dilê we ji me teng bûye yan ez dibêjim hûn ditirsin, gerek em bi aqilê xwe baxivin ne bi dilê xwe! Ji ber dema ku em li pey dilê xwe herin em ê bikevin gelek şaşiyan! beriya niha em ketine şaşiyên kuştaran! Bi sedê caran miletê me li pey dilê xwe çûye ji loma ez gelek caran dibêjim kurd miletekî dil keçik in. Gelek tiştê wek vê di ser me re derbas bûne, ji ber ku em pey dilê xwe diçûn em poşman bûne û me buhayê wê giran daniye.
Ji loma ez dibêjim ka werin em bi aqilê xwe bifikirin em bi hev re bifikirin ka di derbarê vê mijarê de em çi bikin? Heger ku ez bim em vê kaxetê piştguh nekin û ne bê hesab li nameyê binêrin ji ber wek ku heval dibêjin hikûmeta Tirkî li pişta wa ye dema ku em hesaba ji wan bikin yanî em ji hikûmeta Tirkî dikin… bi rastî bi sedê tiştê wisa rêjîma Tirkî bi destê kurdan kirine û em bi hev dane kuştin û di vê dîroka dirêj de bi sedê kuştaran bi me kirine û wê hîn jî bi serê me bikin. lewra ez dixwazim em bi çavê berpirsiyariyê li vê nameyê binêrin em bi sivikahî lê nemeyzênin wê baştir be…
çimkî Conturkê terez di van lîstikan de kuhn bûne ji lewma ez dibêjim hûn me dibin cem malin dostên xwe yan mirovin xwe yan hûn me bişînin Şamê ji xwe hîn çêtir e!! ez dixwazim di bîra we de be em ne diz in û muxlacî ne heta ku em bitirsin, û me ne jin-revandî ne ta ku em ji xwe fedî bikin, em welatparêz in û xebatkar in em di ber doza gelê xwe de dixebitin. Û me berê daniye ber çavê xwe kuştin, girtin, bazdan, birçîbûn, perîşanî ev e yê doza Welatê xwe bike gerek va teva deyne ber çavê xwe yan bila ji mala xwe dernekeve bila di tenişta jina xwe de rûne.. Em şoreşger in, dozeke me heye em xwedî doz in… Heger ku ne ji dozê ba me dev ji dê, bav, zarok û malê xwe bernedida. Min jî dixwest ku niha ez li mala xwe bam li cem diya xwe bavê xwe û nexasim piştî min xwendina xwe bi dawî kiriye ez ê niha mamûrê dewletê bam çima ez ê koçber bûbam lê wek hûn dizanin pirsa me di ser her tiştî re ye û ji ber wê em di van deran re derketine û ez ne poşman im û ez poşman jî nabim…
Berê xwe da Remezan û got: Em jî ji jiyanê hez dikin û ji ber ku em ji jiyanê hez dikin em ji pey doza xwe venagerin û di eynî demê de ji mirinê jî natirsin. em jî xwedî mal in, xwedî eşîrin, xwedî dê û bav û biran e û jiyan pir xweş e, û berjewendiyên me jî hene, lê me dev ji tevî berdaye û em bi çol û çiya ketine. Û bi seda hevalên me îro di zindanê Contirkan de dinalin bi dehê hevalê me di bin îşkencê de canê xwe ji dest dane. me her tiştê xwe yê kesayetî li şûn xwe hiştiye, lê em dev ji doza xwe bernadin. em nehatine ku em li vir bimînin û ji we re bibin bar û piştî, û serêşiyê ji we re çêbikin… Dema ku hûn tiştekî ji va ji me re bikin wek ku careke dî we em di mala xwe de xwedî kirin, ev ne pîsatî ye û ne tirs e, ev mêranî ye, ma mêranî çi ye..!? Di baweriya min de mêranî ew e ku mirov karibe xwe ji dijminê xwe biparêze zû bi zû, xwe nexe di destê wî de… ma mêranî ew e ku mirov hema yekser berê xwe bide kuştinê? heger em wisa bifikirin û bêjin mêranî ev e. Bi rastî şoreşgerî û gera li pey dozê ne barekî sivik e. Divê hûn zanibin ev riya me daye ser rêyek dirêj e û gelek kurtik û newal qiriş qewal û kelem hene. Hevalno riya me dirêj e, û ev tişta ku niha em li ser daxivin ne tişteke li gor tiştê ku hîn wê werin pêşiya me û pêşiya nifşê li dûv me lê ya baş ew e ku tiştekî li pey xwe bihêlin û nifşê li dûv me were sûdê ji ezmûna me bike.. gerek em nehêlin dilopek xwîn ji miletê me were bê ku me sûdek ji wê xwînê kir be… Gelî hevalan xebat di ber dozê de dirêj e, mêranî û zanebûn jê re dive. Barê welatparêziyê gelek girin e, lê ew mêraniya ez dixwazim bêjim ne wek ya ku bav û kalên me dikirin. Binêrin di dîrokê de miletê me bi çendî şoreş û serhildana rabûye û li ber xwe daye lê tev jî hatine herifandin ne ku ew kesê bi serhildanan dirabûm ne mêr bûn na, lê wek min got, mêranî bê zanîn xwekujî ye, û Contirkê terez bi sedê salan ve, bi mejiyê me lîstiye û her demî bi destekî ji hesin li me xistiye!!.
Bav û kalên me tu carî hesab ji tiştê piçûk re nedikirin ji lewma dijminê me bi hêsanî ew şoreş û serhildan hemî di vemirandin û gelî ji termê xweş mêr û qehremanan dihatin dagirtin û zarok û pîrekê me bi deriya dixistin pêl namûsa me dikirin bi sedê keçê kurdan xwe dikuştin da ku Tirkê terez pêl namûsa wa nekin.… Ez dixwazim hûn vê ji bîr nekin!?. Lê îro mêranî ya aqil e, û ya siyasetê ye, nexasim em wek rêxistineke siyasî xwedî armanc, xwedî pirojeyek bi ronî, me tiştek ji êşîr û malbatan mestir daye pêşiya xwe û em ji bo wê di vir re derketine.
Welat di ser malbatiyê û êşîrê re ye, ji me tevan mestir e… Heger ku ramanê me liv û xebata me wek ya pêşiyên me be dêmek em jî wek wan in? Ez timî ji we re dibêjim heger em wek pêşiyên xwe biramin û xebata me wek ya wan be, ya baş ew e ku em vegerin malên xwe, û nehewce ye ku em ber bi deriyan bikevin û dev ji malê xwe û dê, bav û zarokê xwe berdin. Armanca me ji van ramanan mestir e, em ji bo Azadiya Welatekî koçber bûne ne ji bo eşîrekî yan jinekê yan kuştina mêrekî..!
Hetanî ku dilê we bikeve cih de ez dikarim ji we re bêjim em ê ji îşev pê de nobedariyê li xwe bikin çek û silahên min hene.
Remezan hew xwe girt axavtin ji devê Hisên girt Got: Gelî hevalan, ez dizanim ku mamoste Hisên dixwaze ez jê re bêjim rabin ji mala min herin divê zivistanê de. Hevalê Hisên ez dizanim hûn nehatin li cem min bimînin û xwarina min bi min re par bikin û min ji we re negotiye ez nahêlim hûn ji mala min herin, lê ez dibêjim hûn mêvanên min in û hûn hatine ta ku karê we serast bibe, hûn ê wê çaxê herin ser oxira xwe. Lê ka ez ê tişteke dî ji we re bêjim çêtir e ji çûna we. ka ez ê we bişînim mala kê û ez dizanim hûn kesî ji min pê ve nas nakin. Ez naxwazim hûn jibîr bikin ku Sûriya jî dijmin e wek Tirka rast e dibe ku wek Tirkan bi destekî ji hesin li me dixe lê ew me dikuje kuştinek hêdî hêdî. Bila di bîra we de be, û qet jibîr nekin ku rêjîma Sûrî we bigre wê we radestî Tirkiyê bike. Hemûyan berê xwe da Remezan û mane sekinî çavê wan çûn pişta guhê wan!?
Hisên li hevalên xwe meyizand û got: Ka bêje ka tê çi bêjî…!?
Remezan li wî wêneyê bi dîwêr ve daleqandî meyizand girnijiyek ne ji dilê xwe li riwê wî pêça û got: Ez Remezanê Kabreş im hûn min xweşik nas nakin ya çûnê ji serê xwe bavêjin ta ku xwîn di damarên min de bigere, hûn ji mala min dernakevin lê kengî karê we serast bû wê çaxê ez ê ji we re bêjim Xwedê bi we re be, lê ta ku karê we serast nebe nexasim di vê zivistanê de çûnê ji serê xwe bavêjin. Hetanî ku dilê we bikeve cih de ez dikarim ji we re bêjim em ê ji îşev pê de nobedariyê li xwe bikin çek û silahên min hene. Lê ez dibêjim çênabe ku hûn di vî çilî de, herin mane va hûn dibînin baran ji erd û ezmanê Xwedê tê xwar, ma hûnê çawa herin û nexasim piştî ku ev name hatî ez ji we naveşêrim ku ev name li min bûye qolinc.
Hisên li hevalên xwe meyizand û ji wan re got: Mihemed Emîn hûn çi dibêjin? Ebdo kurê Remezan e, wî jî dewla xwe avête kaniyê û got: Ka çîrokê ji me re jî bêjin da em jî zanibin baxivin em nizanin hûn li ser çi daxivin û li dora xwe meyizand, dî çavê tevan lê ye. Li birayê xwe yê piçûk meyizand got: Ma tu jî weka min nizanî yan ji te re gotine..?
Birayê wî Xurşîd got: Na welle ez jî weka te nizanim li ser çi daxivin!? Necla got: Ez ê ji we re bêjim çîrok çi ye. Îro nameyek ji apê Remezan re hatiye tê de jê dixwazin ku berde me ji mala xwe û heger ku bernede me gunihê we jî weka yê me ye..
Ebdo xwe negirt rayê qirika wî ji qehra bel bûn gotin ji devê Necla girt li min neger lê berî tu çîrokê ji min re bêje ka bêje ew kî ne yên name ji bavê min re şandine û çawa şandine….!?
Necla got: Name dabûn zarokekî gundî wî zarokî gihandiye apê Remezan.
Ebdo carek dî xwe zer kir, gotin ji nav lêvên Necla derxist li bavê xwe meyizand jê re got: Ma te lawik nas nekir?
Remezan got: Ez nizanim çawa gihandine ji ber yê ji min re anî zarok bû. Ji xwe ji vir mêraniya wa xuya dike newêrîne ew ji min re bînin ta ku dane destê wî tifalî û dibe hûn pere mere dabin destê kurik û jê re gotibin here vê kaxetê bide Remezanê Kabreş û lawik kaxet anî ji min re got: Xalo zilamekî ev qaxet da min gotiye bibe ji Remezanê Kabreş re. Ne ez lawik nas dikim û ne ez wê malbatê nas dikim lê min navê wê malbatê seh kiriye û rojekê jî peywendiyê min û wan bi hev re çê nebûne. yanî ez wan nas nakim tenê min navê wan bihîstiye…
Îro ez li ber dikana xwe rûniştîbûm lawikek hat ji min re got: Xalo zilamekî ev qaxet da min ji min re got bibe ji Remezanê Kebreş re. Weleh ez nizanim ew lawik kurê kî ye, ez li we geriyam min kesek ji we nedît lê wek sed ji min re bêjin tiştek di vê kaxezê de heye. min dixwest ku ez bizanibin ka çi di nameyê de heye ji lewma min name da Mamoste Hisên. Wî name xwend û ji min re got: Va wilo ji te dixwazin. Lê xuya dike heval wa nas dikin ê ji hingî de dibêjin em ê ji mala we herin û ez nahêlim ku ew ji mala min herin. Ev ser û binê çîrokê ye?
Ebdo gote bavê xwe mane ji xwe di hizûra te de çênabe ku ez biaxivim û gotin ya te ye, lê kuştina me li ser ya van hevala ye, ma em mirî ne? Ma we jin revandine yan we dizî kiriye. Dûv re ew li Serxetê ne û em li Binxetê ne, ew li welatekî ne û em li welatekî ne. Ya wan çi ye ta ku ew ji me dixwazin em berdin mêvanê xwe xuya dike ev mêran li ber çavên xwe nabîn in. Remezan gotin ji devê kurê xwe girt berê xwe da Hisên jê re got:Ka we çi got?
Wek min ji we re gotî, va ya çek li mal hene û em ê êvara nobedariyê li malê bigrin ta ku hûn bi rê ketin…. Hisên ji manê bi tirs e, lê nizane wê hevalên xwe bi ku de bibe ne hevalek û dido ne û diniya çile ye ji erd û ezman baran tê, şilî ye, wê van hevalan bixe ser çavê kê de? Hisên naxwaze tiştekî bê hevalê xwe bike ji lewma carek dî berê xwe da hevalên xwe ka ew çi dibêjin û ji Remezan re got: Li ser çi..!
Yanî em kîjanê bikin…..?
Remezan got: Wek min beriya kêlîkî ji we re got, em ê êvara nobedariyê li xwe bigrin da dilê we bikeve cî de ta ku hûn bi rê ketin, ma xwe ne mirin e ra lê nabe ev çawe çê bû….!
Hisên rewş ji hevalên xwe re pêşdîtin kir û berê xwe da hevalên xwe ji wan re got: Ez dixwazim hûn bi bervenêrî li ser vê mijarê bisekinin wek hûn dizanin em tev di ber vê pirsê de cefa bûne, û me tevan dev ji malê xwe berdaye ev ji me tevan tê xwestin û em ne yên derdesriya ne… Ev çarenûsa me teva ye dibe ku hin ji we tiştin baş li ba wan hebin ji lewma ez ji we dixwazim ku hûn tev nêrînên xwe bidin ango çênabe ku kes ji we bimîne û nêrîna xwe nede. Îro em di rewşek ne aseyî re dibûrin ev wek ezmûnekê ye ji me tevan re.. wek min ji we nas kir ev malik wek heştpê ne û em vê gavê di rewşek serkêş de ne. Gerek em tev xwe dirûnî amade bikin ji hertiştî re ji ber wa em tev dibînin çi ziryan bi ser me de tê. îro serê çend roja ye em li ber xwe didin em nikarin ji Qamişlo derkevin ji baran û bandevê û bi ser de ev ji me re derketin, di van tiştên wisa de mehder nîne li cem dijminê me ew ji Xwedê dixwaze ku me di rewşek wisa qelis de bigerin lê gerek em bi semax bin da ku karibin xwe û vê malê ji vê mijarê dûr bikin, bê ku xwîn ji tiliya kesî ji me were, ne ku ez we ditirsînim, na, ji xwe gerek tirs nebe çimkî yê ji me nerazabe deh pazde şevan li şikeft û newalan di nav delih, pûş, kevir, lat, qeram û çîtikan de raza ye û di çiya de maye. Yê ku hewqa xebat di çiya de kirbe ez bawer nakim ku ew di rewşek wisa de bitirse, lê di eynê demê de jî ez dibêjim gerek me ha ji xwe hebe… Niha ez dixwazim ku hûn li ser vê mijarê biaxivin û bi nûnerî nêrîna xwe bidin. Yê rûniştî tevan bi yek dengî jê re gotin: Tiştê tu bêjî ew e…
Çimkî Hisên li ber dilê hevalên xwe pir dilbaz bû, teva ji dil ji Hisên hez dikirin. Hisên got: De baş e, manexwe em ê nobedariyê li xwe bigrin ta ku em rêyekî ji xwe re bibînin.. Remezan gote: Kurê xwe Ebdo de kurê min her tivinga xwe bibe û here nobedariyê li malê bigre lê divê ku mêrikê gundî vê yekê nizanibe… Ebdo da xwe rabû çû rahişte tivinga xwe û nobedarî li malê girt lê bê ku gundî zanibin mala Kabreş nobedariyê li xwe digrin. Hisên axivî bi rengekî berfereh li dora mijarê çû û hat dixwaze ku Remezan bike di baweriyê de ku çûna wan ji mala wî ne kêmasî ye.. Remezan got: Hevalê Hisên bibûre ez ê gotina te bi şekir biseknînim ez dizanim tu dixwazî bighê ku derê. Hisên got: Fermo. Remezan got: Ez dizanim tu dixwzî ji min re bêjî em ê ji vir herin ez hêvî dikim tu nema vê mijarê veke, ji ber ku ez nahêlim hûn ji mala min herin ku ez zarokên xwe jî li ser we bikim û wa ye me li hev kir ku em ê nobedariyê li xwe bigrin, vêca hema ji me re li ser tiştek dî biaxive, bi van gotinê Remezan ew mijar ew rûpel hate tewandin hate birîn. Lê Dektora Necla pîreka Hisên dest bi axavtinê kir lê li ser reşwa civaka Kurd li Serxetê û got: Hûn dizanin salê çiqas insanê me li Serxetê têne kuştin di bin navê tolhilandinê de, û çiqas zarok dimînin sêwî û ew zarok bi deriya dikevin. Û ew zarokên ku dimînin li Kurdistanê ji bilî yê ku hikumet wan ji xwe re dibin Enqera û Sitenbolê û wan xwedî dikin di dibistanê leşkerî de ta ku wan mezin dikin, lê hestê kurdîtî ji hiş û mejiyê wan derdixe wan dike Turk û tevlî refê Ergekon dike û wan careke dî dişîne Kurdistanê. Lê ne ji bo kurdîtiye, na ji bo Turkîtiyê û kuştina Kurdan û şewata Kurdistanê..û keçikên me jî dibin cihên nebaş wek tiriyato û pûştîtiye(kerxane) û zarokên wan jî didin xwedîkirin û dişînin Kurdistanê… Ew zarokên ku ne diya xwe nas dikin û ne jî bavê xwe û ne birayê xwe û ne xweha xwe gelo ew zaroka di rewşek weha de perwerde bibe wê çi di dil û mejiyê wî de hebe ji kuştin û şewatê pê ve. Hûn dizanin ku Turka ji dehên salan ve dibistan û dezgihê weha ava kirine û xelkê me di wan dezgih û dibistanan de têne perwerdekirin wan dikin Turk, mejiyên wan dişûn, wan av didin bi ramanên Kemalîzmê. Gelî hevalan Conta Turk îro karê pir xirab dikin û em bi bîstên sala jê xilas nabin ew kar û barê pêşerojê dikin û em bi hev dikevin mixabin kes ji me li ser vê reşwê nesekiniye, û ji xwe re nekiriye xem û xeyal û ji kesî ji me re nebûye derd. Bê goman Conta vê yekê bi me dike û ew bi me dilîze me ji hev re dike dijmin… Di baweriya min de ev ji kakila me jî ye û rewşenbîriya Kemalîzman e. Birano Conta Turkî miletê me perwerde kiriye li ser vê rewşenbîriyê û dijminatî di mejiyê insanê me de çandiye û civaka me sal bi sal meh bi meh roj bi roj ji hev dixe û em bi xwe jî her yekê bi rengekî pê re alîkar in bê ku em bizanibin em çi dikin ev yeka ha ketiye xwîna me de û bûye parçek ji insanê me. Hûn dizanin em bi dehê salan nikarin xwe ji vî mejî xilas bikin. Ma hema dijminatî kuştina kurda ye, na îro kurdin me hene kar ji Turka re dikin bi zimanê xwe bandora wî karî ji kuştinê bihtir e li ser mirova.
Birano îro pirsa kurdî tê jibîrkirin, rast e bi dehên rêxistinan di Kurdistana mezin de hatine avakirin lê em bûne wek çêlî kewa û hev dixin di davikê dijminê xwe de û hin ji van rêxistinan Turka bi xwe ew çêkirne û berê wan daye bedena me, lê em nizanin. Dijminê me zor e, rast e me di dema bûrî de wisa nedigot, ji ber ku me nedizanî em nû hatîbûn. Me ji xwe re digot: Em ê vê gavê Kurdistanê rêzgar bikin û me xwe ji dijminê xwe re hişkere kir, ji me webû ku em bi mêranî kar dikin. Tiştê ku me anî serê hev ez bawer im dijmin nedikarî bi sala ji xwe re pêk bîne, wa me teva Kurdistan hişt, û em ê baz bidin herin Ewropa. dema ku ez dibêjim dijminê me zîrek e ez dizanim ez çi dibêjim, wî hişt ku em vî karî jê re bikin bê ku ew xwe biêşîne me tevan kar jê re kir, bi nezaniya xwe û dilpakiya xwe ji ber ku em cahilê siyasetê bûn.. Binêrin îro li Kurdistanê bira dijminatiya bira dike, pismam, xal, xwarzî, di nava malê de dijminatî derketiye û hestê kurdayîtiyê, welatparêziyê têne jibîrkirin û Kurdistan li ber piya diçe, û em bi hev dikevin, li ser jinekê yan li ser parçek zemîn û ser mirîşkekê û bi sedan em ji hev dikujin û me kuştine..! Mixabin kes ji me li ser vê rewşa xerab nesekiniye ta vê gavê…
Hevalno hûn dizanin ku Kemalîzim salê bi miliyarê banqinota xerc dikin da ku ev rewş berdewam bibe û bi ser bikeve û xuya dike ger wisa be wê bi ser bikeve. Vaye em bi çavê xwe dibînin û em dibihîzin çawa civaka kurd ji hev tert û bela dibe û sal bi sal û roj bi roj Kurdistan vala dibe. Kesê welatparêz nema li Kurdistanê xwedî dibe, nanê wî li ser axa Kurdistanê nema û vaye me hemûyan welat berda, ji xwe wê welat bimîne ji kesê ku destekê hikumetê ne… Wa em koçber dibin, miletê me kurdîtiya xwe jibîr dike zimanê kurdî roj bi roj tê windakirin, hûn dizanin ku pir kurd hene îro şerim dikin bi zimanê xwe baxivin… Hûn dizanin Kurdistan çiqas zengîn e û miletê me di nava welatê xwe de ji nêza dimre û zarokê me pêxwas di mitropola de destê xwe li ber Turka digrin ta ku gezek nan dixwin û xwe ji mirinê diparêzin û ji xwe li welêt we didît çiqas birçîbûn û perîşanî û rezîlî hebû..zêr û zîvê Kurdistanê hemî di destê dijmin deye û di ser vê yekê de pê malê me li me dixe û me diberde hev û ew ji xwe re li me dinêre….
Remezan got: Ez ê tiştekî ji we re bêjim…!? Hemûyan li Remezan meyizand…! Hisên got: Fermo. Remezan li wan meyizand dî ku çavê tevan li devê wî ye, got: Hûn dizanin ez ê vê êvarê çi bidim we…!? Remezan dixwze hinekî dilê wan xweş bike û wek pêkenînekê ji wan re bêje..Hisên got: Na wele em nizanin tê çi bide me…! Remezan got: Hûn bawer dikin ez ê vê êvarê tiştekî bidim we dibe ku we ji zû de nexwaribe… Teva li hev meyizand wek ku jê re bêjin em ji ku dizanin tê çi bide me.. Remezan got: Ez ê zebeşa, zebeşê bin kayê vî çilê çil bidim we. Necla got: Apê Remezan tu bi rastî dibêjî…! Remezan got: Erê wele keça min ez bi rastî dibêjim û bang kir zarokê xwe ka şebeşekî didwan ji me re bînin û li mêvanên xwe qulibî gote: Necla fermo gotina xwe berdewam bike… Bi axavtina Remzan re dengê deriyê hewşê hat…! Hemû di cihê xwe de mane cemidî axavtin ji kesî çênebû û teva li hev meyizand sed pirs û pirs ketin bîra wan de, ji kuştinê, bazdanê, girtinê û lêdanê.. tev hatin ber çavê wan. Remezan gote: Azad kurê xwe rabe here derî veke… Azad da xwe ku here derî veke. Hisên got: Ka bisekine ka em çi bikin..? Divê em zanibin ev kî ye beriya tu derî vekî… Remezan keniya û ji Hisên re got: ji bîr neke ku zarok nobedariyê li malê digrin. Hisên got: Belê belê, min jibîr kirbû bibûre lê de ka nexwe bila Necla here odeya pîreka çêtir e hin ji cîranê we bin bila nizanbin ku pîrek jî bi me re hene çêtir e…? Remezan got: Ev rast e..û ji Azad re got: Ka xwe ragir ta ku Necla here oda dî. Necla da xwe, berê xwe da oda pîreka û Azad çû derî veke. Lê guhê teva li derî ye, yekî ji mêvanan serê xwe kir şebakê de da ku bibîne ka ew kî ye… lê ma hingî diniya tarî ye mirov teliya di çavên hev re rake mirov hev dû nabînin. Remezan jê re got: Birazî tarî ye tu tiştekî nabînî, hîn heyv derneketiye nexasim îşev ewir jî giran in, ewira xwe berdaye erdê li erdê sekinîne… Xort serê xwe ji şebakê derxis û yekî destê xwe li deriyê odê da. Remezan got: Derbas be. Derê odê vebû û hîn turs di çavên wan de ye. Her yek ji xwe re dibêjê gelo ev kî ye û wê kengî derbasî odê bibe da em ji vê tursê derkevin.. Behrem got: Selam û Elêkum. Hemûyan ji eşqa bi yek dengî gotin: Elêkume Selam.
Remezan gote: Behrem were vir li cem min rûne da ku tu bibehevalê min. û bang kire kurê xwe got: Xorşîd ka wan qeremaça ji me re bîne em ê vê şeva dirêj ji xwe re qeremaç bilîzin.û li mêvanê xwe zîvirî got: Xwedê wekala ev şevê zivistanê ne bi qeremaç yan bi gustîlka bin dawiya wan nayê bêxwedîka hingî dirêj in wek sala ne.. Hisên jê re got: Apê Remezan ev şev ji te re dirêjin çimkî tu perwerdeyî gerê bûyî ji lewma li ber te dirêj in. Yê me bi xwe ev şevê tu ji wan re dibêjê sal in têra me nedikirin dema ku em li welêt bûn lê xuya dike wê li ber mejî dirêj bibin weka li ber te dirêj bûne ne xem e ez bi hêvî me wê ya me zû dawiya wê were… Lê de ka ez û Heybet em ê bi were bilîzin ka bê em we naxesirênin.. Lê beriya ku em dest bi lîstikê bikin gerek em bêjin ka em ê li ser çi bilîzin…? Remezan got: Wele ku ez bim em ê li ser hinara bilîzin ji ber di şevê zivistanê de hinar xweş in…Behrem got: Weleh te aniyê, apê Remezan bi rastî jî îşev ya hinara ye, lê ka bêjin çar kîlo pênc kîlo ka wê çiqas têra me bikin.. Û devê xwe kir guhê Remezan de û jê pirsî ev mêvanên we ji ku ne min tucarî li mala we nedîtine… xuya dike nû ne apê Remezan ez nû va li mala we dibînim…!? Remezan got: Wele mêvanên me ji dora Zaxo ne, xêr e çima tu li wan dipirsî ev cara pêşî ye tu li mêvanên me dipirsî. Her dem tu bi mêvanê me re li vir bi qeremaça dilîze, qey te nedipirsî mêvanên we ji ku ne..! Behrem got: Ez ne ji ber tiştekî li wan dipirsim çimkî ez mêvanên we ji we bihtir nas dikim û wek te got tim ez bi wan re bi qeremaç dilîzim lê ev ne ê carê ne…!? Remezan got: Rast e ev cara pêşî ye ku ev têne mala me hatine caw ji xwe re ji vir bibin ev ne qaçaxçiyê çekane ev yê pertêl in… Hisên got: Ev hûn çi şêwrê dikin…? Qîma me nayê hûnê fena li me bikin… Çê nabe hûn herdû bibin hevalê hev… Remezan got: Yabo Xwedê wekal e em tu şêwrê nakin, ev camêr cîranê me ye ew jî wek yekî ji malê lê hatiye, û zivistanan her şev tê vir em bi hev re qeremaç dilîzin, ê pirsa we dike dibêje ev cara pêşî ye ez van camêran li cem we dibînim..min jê re got: Rast e ev cara pêşî ye hatîn mala me û mêvanên me ji Zaxo ne. Mêvanê me hatine hin pertal ji xwe re bibin.. Eve Şêwra me hema bila dilê te rehet be. Û tiştekî ne be ber dilê xwe.. Behrem neyê fena ye.. Remezan û Hisên herdûka jî ev gotin gotin, xwestin ku bi hevalên xwe bidin naskirn ku mêvanên me ne ji Serxetê ne ew ji bin Xetê ne…. Remezan û Heybet bûne Hevalê hev û Hisên û Behrem bûne hevalê hev û dest bi lîstika xwe kirin….
Necla jî çû aliyê malê li nav pîreka rûnişt… Emîna gotiyê: Keça min ez ê pirsekî ji te bikim tu dilê ji min nagirê. Necla je re got: dayê ma ez ê çawa dilê xwe ji te bigrim tu wek diya minî. Emîna got: keça min ev kî ne..? tu bi wan re yî, çi yê te ne birayê te ne? xalê te ne apê te ne…!? Necla kêlîkê ma sekinî û dûv re je re got: dayê, em şoreşger in me ji ber zilma Roma bazdaye û Hisên zilamê min e û ev ê dî jî hevalên me ne, em hatine em ê herin Ewropa.. Emînê çîroka wan ji zarokê xwe nas kiriye lê xwest ku cardî ji devê keçikê vê bersivê bi bihîzê pîreka mezine xwest ku dilê xwe bixe di cih de. Emîna got: Keça min, Hevalê we yê çi ne…!? Necla got: Em û Azad kurê Remezan li derê odê da û ji diya xwe re got: Bavê min dibêje bila tiştekî ji me re çê bikin ji ber ku mêvan hatine.. Emîna gote: Bûka xwe de keça min de rabe çayekê ji mêvanan re çê bike. Û li Necla meyzand, gotiyê: De bêje keça min.. Necla got: Dayî em rêxistin in û navê me partiya Kawa ye em doza avakirina Kurdistanê dikin li Turka.. Emîna gotin ji devê wê girt û jê pirsî keça min Kurdistan çi ye..! Necla je re got: Dayê em jî xwedî welat in weka Turk û Ereb û Firsa lê wa welatê me li hev parkiriye û em dixwazin ku welatê xwe rizgar bikin ji bin destê wa derxin..Kurdistan welatê me ye lê îro di bindestê dijmin de ye û gerek kurd hemî kar bikin ta ku em jî weka xelkê Azad bibin û bibin xwedî welat ê ji ber vê yekê ev Romê terez me digrin û îro bi hezara xort û keçê me di binê zindanê wan de ne û bi seda jî xort û keçê me bi darê kindirê ve dikin û wa dişewitînin.. dayê va Turkê bê ojdan welatê me li me kirine wek dojihê.. welat tev bûye agir. Miletê me ji nêza û ji tursa û ji mirinê hemî koçber bûn welat vale bûye… dayê ciyê me di welatê me de nemaye em di welatê xwe de bûne biyan..zarok pîrek kale mêr îro li Kurdistanê li ber çavê cîhanê têne şewitandin, em têne qirkirin û kes deng nake ji vê alema ku dibêjin em bi mafê mirova re ne û bi Dîmuqratiyê bang dikin.. xelk ji bo berjiwendiyê xwe çavê xwe ji kuştarê ku îro li Kurdistanê têne serê me digrin…
Hûn dizanin ku bavê min tu carî tevlî tu rêxistinan nebûye û kar bi kesî re nekiriye, tenê bavê min ji Celalê Telebanî hes dike û ew ji Celal Talbanî pê ve kesî nabîne.
Welat kurê Remezanê Kabreş ew li Serxetê ye.. ew hevalê partiya Kawa ye, lê ne havlê parçê ku li mala bavê wî ne,(parçê ku Hisên serokê wa ye) çimkî partiya Kawa ne ji zû de bûye du parçe û du zarokên Remezan; Welat û Enwer bi parçê ku mane li Serxetê re ne û Welat yek ji wan kesên pir hişk e di baweriyên xwe de di karê xwe de û xwe di ber baweriyên xwe de dide kuştin, û di eynê demê de jî behweriyên wî bi pirsa kurdî bilind in. Ew dizane ku hevalên wî nameyek ji bavê wî re şandine û tê de ji bavê wî xwestine gerek ku tu berde mêvanên xwe ji mala xwe, em qebûl nakin ku ew li mala te bin…! Çimkî mêvanên bavê wî ji parçyê dî ne, û wek dijmina li hev dimeyzînin, bihtir ji wilo ew di sihrika tivingê re li hev di meyzênin.. Ji lewma ev yeka ha bi Welat jî ne xweş bû û wî dixwest ku bavê wî berde mêvanên li mala xwe… Lê Welat xwest nas bike ka bersiva bavê wî çi ye, ji lewma her serê demakî ji hevalên xwe dipirsî: Ka bavê min çi kir, ma berda wan….. yan hîn ew li mala me ne.. Ev e, dema ku rêxistinên kurdann ji hev parçe dibin hevdû dikujin, bavê hevdû dişewitînin, felekê li serê hev digerênin, Kurdistanê datînin ser refikê û dest bi kuştina hev dikin hevdû di mala sare derdixin û bi sedê gotina li ser hev dibêjin û wê hevaltiya ku bi sala mane bi hev re û wî nanê ku bi hev re dixwarin jibîr dikin. Û li ciyê wê hevaltiyê dibe dijminatî û li ciyê wî nanî dibe xwîn… Çimkî ew rêxistinê xwe di ser Kurdistanê re dibînin û jibîr dikin ku xelk rêxistina ava dikin ji bo rêzgarkirina welêtê xwe..lê mixabin li ba me têne istixdamkirin ji bo tiştê ferezî û kurd û Kurdistan hatiye jibîrkirin û milet li ber linga diçe li ber çavê hemî rêxistina û heryek dibêje ez û ne yê dî… Hevalê Welat jê re gotin: Bavê te dijminê me di mala xwe de xwedî dike û ev nebaş e, tu û Enwer bi me re ne, ma çê dibe ku bavê te vî karî bike..? tu dizanî bi vî karî bavê te dijminatiya me dike.. bersiv li cem Welat nîne nizane wê çi bersivê bide hevalê xwe, wê çawa xwe û hevalên xwe razî bike ku pirsa kurdî ji wilo mestir e, û gerek ew dev ji vî mejiyê ku dijmin dixwaze di nav de me biçîne û çandiye û tu bî sûda kurdan ji vî şêweyî nîne ya baş ewe ku em tev dev jê berdin û em ji hev hes bikin, û bi hev re alîkar bin da ku em keyfa dijminê xwe li xwe neynin… ya rast ewe ku em hemî li dijminê xwe bibin yek.. lê nizane wê çawe û ji ku derê destpê bike û wê çawe bi hevalê xwe bide fêmkirin bê ku ew buhayê vê yekê bide li cem hevalê xwe û bê ku ew di çavê hevalê xwe de bibe xayîn… ev mejiyê ku dijmin di hestiya wan de çandiye, wek kurmê bikeve darê û hêdî hêdî wê darê bînê xwar… Welat ji xwe re dibêje wek darê li me hatiye em roj bi roj têne xwar, rewşenbiriya Turkan di hestiyê kurdann de çandiye ji hestiyê wan dixwe bê ku ew zanibin… Welat jî gerim dibe, lê carnan ji hevalên xwe re dibêje hevalnohûn dizanin ku bavê min tu carî tevlî tu rêxistinan nebûye û kar bi kesî re nekiriye, tenê bavê min ji Celalê Telebanî hes dike û ew ji Celal Talbanî pê ve kesî nabîne, pir baweriya wî pê tê û ez bawer nakim ku bavê min bûbe hevalê wan, lê dibe ku ev dostaniyek şexsî be, û ew jî bi mêvanî çû bin mala me… Yekî ji wan gotin ji devê Welat girt û dibêje hevalê Welat malbata te malbata me ye û em nabêjin ku bavê te hevalê me ye yan hevalê wa ye, yan ew dizane ku çi di nav me de çê bûye. Ma bavê te dizane me çiqas ji hevalên wan kuştine.? Yan me ew bi çi rengî kuştine û li kîjan gelî veşartine yan me ew bi kîjan derê ve girêdane yan me ew sax di kîjan şikeftê girêdane û deriyê şikeftê li ber wan bi kevira girtiye… ma bavê te dizane ku me evqas kuştin li ser çi…!? û ji bo çi me binê van lata ji hev dagirtiye… Lê em gazindekî jê dikin, û berê gotine “ciyê ku mirov gazinda jê dike mirov hêviyan jî jê dike” û em naxwazin ku ew li cem bavê te û di mala we de bimînin, û tu vî tiştî dizanî û tu dizanî çiqas hurmeta bavê te û malbata te li cem me heye. Lê çaxê ku tê bîra me ew li mala we ne birastî nifret bi me re çêdibe… Rast e em hewqasî neçûne mala we û ez bi xwe bavê te nas nakim lê mane malbata te wek malbate me ye!?. Ev gotin Welat har dikin û hevalê wî vê yekê dixwazin û ew wê dike ya ku hevalê wî dixwazin lê bê ku ew zanibe..Welat got: Rast e, hûn bavê min nas nakin wek ku ez wî nas dikim. Yekê dî gotin ji devê Welat girt..da ku Welat neaxive û je re got: gotina te ye. Em wek te bavê te nas nakin lê ka li ser bavê xwe ji me re biaxiv ka çawa ye ka ji çi hes dike ji çi hes nake ka bihna wî fereye yan teng e…? Welat got: Ez wek navê xwe dizanim ku bavê min bernade mêvanên xwe, lê ka wê çawa bê ji ber ku tiştê baweriya bavê min pê neyê ew naeê ku diniya li ser serê wî xira bibe û pir bihna wî teng e, ew di kulmek av de difetise…. ez nizanim wê çawa bê…! Ji lewma ez tiştekî ji we dixwazim. Yekî ji wan got: Bêje hevalê Welat. Welat got: Bêjin wan hevalên ku herin, bila haj ji malbata min hebin…..!? Yekê dî got: Kekê Welat ma em ê herin şer..! Em qebûl nakin ku ji gulê girantir bi ser malbata te de were, lê wele ew ê dî… tu dizanî! Welat serê xwe hejand, lê deng nekir… piştî demakî Welat pirsî: Wê heval kengî herin Cirrnikê…? Nûnerê wan got: êvara ku heval herin em ê ji te re bêjin hevalê Welat bila bihna te fere be… hevalê Welat ez dixwazim tu vê xweş nas bike dema ku rêxistinek nava xwe paqij bike ji kesê intîhazî çi bi girtin û çi bi kuştin ew rêxistin nûka dikeve ser rêya rast û gava di ber rêzgarkirina welêt de tavêje û ez bawer im di demek nêzîk de em ê vê gavê bavêjin û bi avêtina gaveka wisa re gerek me haj ji xwe hebe û bê goman çaxê ku em gavek wisa bavêjin em ê qurbaniya jî bidin… hevalê Welat tiştek ji ber xwe de çênabe û tiştek jî belaş nîne her tiştek buhayê wê heye û demê wê heye…Çend roj di wê navê re çûn mala Remezan jî nobetê li xwe digrin ji êvara ta rojhilat bê ku gundî zanibin ka wê çi li gundê wa çêbibe û wê ev xaniyê li ser devê çem wê ji kokê de were şewitandin yan wê kuştarek mezin tê de çêbibe lê bê ku kes zanibe çima û ji bo çi….. Di wan rojan de hin hevalên Hisên ji Serxetê tên û hin diçin bê ku kes ji gundiyan zanibe ev kî ne li mala Remezan… Çimkî Hisên pir haj ji hevalê xwe hebû û tim ew tembiye dikirin û ji wan re digot we haj ji xwe û vê malê hebe û ew di ber wan de nûner e ji lewma tim ji wan re di got: We haj ji xwe hebe û bila çûn û hatina we bi dizî be.. bi hişiyarî herin û werin.. ta ku bergihê malê de jî çar çavîbin.. da ku kes ji gundiya we nebîne.. ji ber guhdana Hisên û ya dî jî çile ye û diniya heriye ew çûn û hetin bi xwe jî kêm e di nava gundê û mêvanên Remezan kesî jî li gundê Cirrnikê nas nakin ji lewma ew tim di xênî de ne..
Necla wek yekî ji maliya lê hatiye û dibêjin Neclajineke pir jêhatî bû û zû bi zû dikete dilê hevalên xwe de, ji lewma wek yekî ji malê lê hatibû û biste bibû li malê û ji pîrekê malê re li ser jiyanê û Kurdistanê û rola pîrekê çiqasî di Azadiya Kurdistanê de giringe.. ,û gerek pîreka kurd jî wek mêr bi rola xwe rabe ji ber ku ew jî ne kêmî mêr e û pîrek çawa dikare li kêleka mêr bisekine di hemû qûnaxên jiyanê de û pîrek dikare di jiyanê de çi bike çi di warê çivakî de û çi di warê abûrî de û çawa pîrek dikare ciyê xwe di jiyanê de bigre wek mêr û bi dehê mînakan ji wan re tanîn li ser pîrekê. Nexasim di warê siyasî de û pîrek dikare çawa roleke giring bilîze û pîrekê malê jî guhê xwe didanê ji ber ku Necla xweşik dizanî bi ziman û mejiyê pîrekê biaxive û dizanîbû çawe xwe bixe di dilê pîrekê de.. evê yeka han hişt pîrekê mala Remezanê Kabreş jê hez bikin û lê guhdar bikin û bikevin bin bandora gotinê wê de….
Necla ji malbatek piraniya wan rewşenbîr bûn ji lewra ew jî rewşenbîreke jêhatî û ziman xweş û civat xweş bû. Ciyê ku Necla lê rûniştiba bandora xwe lê dikir û xelkê wê civatê pê ve dihatin girêdan.. him ji zanebûna wê wek jinek kurd û him jî ji reşenbîriya wêya fereh û tecrîba wê di warê civaka kurd de. Digotin Necla di jiyanê de pesporbû.. Çend roj di wê navê re çûne, tirsa wan jî hin bi hin ji dilê wan rabû nema li ser nameyê û malbata Silo axivîn, û êvara xwe bi qeremaça mijol dikirin û ji xwe re diaxivin ji aş û bajar tanîn şev dirêj in dawiya wan nayê bêxwedîka…Ewir hin bi hin xwe berdidin erdê wek marê reş xwe li hev dipêçin derdikevin banî li ezmanê hefta disekinin ji ber çavan winda dibin dinya ker dibe û hêdî hêdî ewrên reş û tarî careke dî xwe diberdidin tên li erdê û bi erdê ve dimeşin zilomatê çê dikin, diniyayê li ber çavê mirovan tarî dikin, tirsê têxin dilê mirovan… Mirova dixin xewnê dirêj, xewnên bê binî, xewnên hişiyariyê tevzînokan bi canê mirov ve tînin. Mirin tê ber çavê mirovan erd û ezman dibin yek, deng dernakeve kerayî bi ser diniyayê de tê, tisr dikeve dilê mirovan, dibe şeqeşeqa ewran, birûsk ji ber çavê mirova diçe, pê re pê re bayê cemidî tê, sira bayê kur e…
Xwendevanê rojnameya me li bendî xelka 3an ji vê kuştarê bin15.12.2015
Luqman Silêman