Fewaz Ebdê
Her miletek folklorekî wî, wêjeyekî wî yê bilêvkirî (devokî) heye. Gelek caran ew folklor û wêje bûye dîroka wan gelên ku dîroka wan a nivîsandî tune; çikû cûrecûriya jiyanê himbêz dike, kar û barên wê yên rojane diparêze, jîngeha civakî berçav dike. Beşek ji vî wêje û folklorî metelok e (pend).
Pend gotinin kurt in, rewa ne, wate kûr in, zû têne ezberkirin û belav dibin. Ji lewra tê naskirin ku ew nivişka ramana civakê ye, û hatiye gotin: Gotinê pêşiya weke zêr in, li erdê namînin. Ku tu ranehêjê wê yê din rahêjê. Her yek li gorî hest, raman, yan jî li gor bayê serê xwe vê gotinê yan a din hildigre û diguhêze nifşê li pey xwe.
Pend neynikeke jiyana milet–çi milet be- berçav dike, roniyê lê rast dike, da xweş bê dîtin. Bav û kalan ji berê de gotine:Her nav miletan, bigir (bigere li) adetan. Lê ku ger ji mirov nehat, bila li nav folklor, kelepûr, û rojnamegeriya miletan bigere, da karibe rewşa civak û adetên wan miletan nas bike.
Di dîroka me de jî, weke dîroka çi miletê heye, qurçikin tarî hene û hin ronîdar. Penda kurdî li van qurçikan tevan geriyaye û hêdî hêdî ronî avêtiye wan; ew berçav kirine, da ku veşartî nemînin. Û ji ber ku bav û kalên me di her warî de axifîne, û “tişt nemaye ku li ser nepeyivîne” hatiye gotin ku “Mezina tiştek ji biçûkan re nehiştine“.
Di her pêşveçûneke şaristaniyê de metelokê wateke nû stendiye; ew wateya sivik û kûr ku zû dikeve dil, û aqil jî wê qebûl dike, ango bûye wêje; wêjeyeke devokî gelêrî.
Tevî ku civaka Kurdî civakeke gundî bû, lê bajar di hiş û bîrdanka wê de bû, bajar weke têgeh nîşana dûrbûnê bû; cîhaneke cuda bû, û civaka gund weke em zanin ji ya bajêr vekirîtir e, li ber zimanê xwe gelekî nanere, tevî wilo jî sûde ji serborên xwe digre û dibêje Galgala ku bikeve nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana, mîna ku bêje: Ha ji raz/gotinên xwe hebin, razên xwe biparêzin, ku ji nav lêvên we derketin wê li cîhanê tevî bigerin, lewra bila gotinên xweş ji devê we derkevin da hûn wêneyeke spehî ji wan re veguhêzin.
Yek ji nîşanên bidestxitina zanînê pirs e, pirs alîkariyê bi mirov re dike ku bighêje armanca xwe, pirs weke kilîtekê ye ku merov pê deriyê zanînê veke, lewra bav û kalên me gotine: Bi pirsê mirov diçe Xursê. Yan: Mirov bi pirsa diçe Şamê. Her yek li gor herêma ku lê dijî bi awayê xwe dibêje.
Bajar bi pir awayan di meteloka kurdî de hatiye, û piraniya caran ew vedenge ji derûna mirov re, dengê wî yê hundir e bi riya metelokê der dike. Yek ji van bajaran Cizîra Botan e. Em tev dizanin ku Cizîr bajarekî kevn e, cihê zanist û zanînê bû, ji ber wilo normale ku metelok vî navî işka û bi germî himbêz bike, Cizîr ji xwendekar û şagirtan re weke qiblegehekê bû, çi zanîna olî û çi zanistî, li gel ku bajarekî bazirganî bû rê tê re diçûn, lewra hatiye gotin: Kulavê giziriyê/gizîrê berê xwe bidin bajarê cizîriyê/Cizîrê. Ango tu bixwazî ji gizîriya xwe xelas bî berê xwe bide vî bajarê ha, cihê kar û xebatê. Ji alîkî de birca Cizîrê li kêleka Dibistana sor, deng dabû: Konê pîrê çêtir e ji birca mîrê Cizîrê. Ango çiqasî birca Mîr xweş be lê konê pîrê ji wê re çêtir e ji wê bircê. Wêneyeke din ew ê mezibûna Cizîrê û giraniya wê di berhevkirinekê de dema pîreka Kurd dibêje: Hesirê çavê min rebena xudê bajarê Cizira Bota li ber xwe biro!!!
Çima gotiye Cizîra Bota? Yek jê Cizîr bi nav û deng bû, ya din ji ber çemê Diclê; ev çemê ku bi hezarên salan nedikarî Cizîrê ji cih bilivîne. Li vir em matmayî dimînin: Gelo ev çi bobelat e ku bi serê vê rebena xwedê de hatiye, ku hêsirên wê bi huqase qatan ji ava çemê Dicle bihtirin ta ku karibe vî bajarê kul û xeman li ber xwe bibe!!
Girêdana mirov bi bajarê wî ve bêhempa ye, dema jê dûr dikeve ew evîna ha nû der dibe, wî çaxî ew amade ye bêhesab mal bide tenê ji bo riya bajarê xwe nas bike: Kî bizanibe riya Cizîra Botane, Ezê çavên wî têr kim ji zêrane. Gelo wê çiqase zêr bide, çiko em tev zanin ku çav zû bi zû têr nabe, û çavbirçî di kelepûrê kurdî de nas e.
Bajarekî din ku navên: cambaz, pêxwas û dizan pê ve hatiye girêdan, ew bajar Diyarbekir e. Çi mezin, çi biçûk be, ya ku tiştekî ne di rê de kiriba, yan tiştin beloq bana digotin: Cambazê Diyarbrkir e, yan ku yek diçû bajêr hevalê wî jê re digot: Ha ji pêxwasê Diyarbekir hebe. Ango kesek te nexapînî. Yan ku diziyek seyr dibû digotin: Ev dizê Diyarbekir jî nekirine.
Yan jî çaxê tu tiştekî xuyayî û nas bibînî û yek bê û hewl bide ku bi te bide nasîn tê jê re bibêjî: Ma min sûrê bajarê Diyarbekir bi çavê te dîtiye!!
Qencî her bêdeng e, xirabî bi birbir e, lewra gotine: Şeb û şekir bi hev re çûn Diyarbekir, şekir rûnişt wî deng nekir, şeb rabû û pesnê xwe kir.
Dema şensê yekî nebe, çiqas bixwaze kar bike lê bi ser nekeve, yan têk here, li xwe vedigere û ji xwe re dibêje:
Şam û Heleb Diyarbekir, min li qersê dikan vekir!
Li vir em dibînin ku navê bajarin din ketine nav civaka me û bûne metelok mîna Şam û Heleb, yan jî Bexda û Misrê. Bêgoman ev ne ji xweber hatiye, her navek ji van navan qedrekî wî heye; Heleb bajarekî kevn e, mezin e, û cihê bazirganiyê bû. Şam cihekî pîroz di civaka Kurd a misilman de digre, ji ber ketiye mejiyê xelkê me ku roja qiyametê wê civîn li Şam be, lewra gotine: Axir Şam, oxir Şam. Lê çiqasî Şam pîroz be her welat bi rûmettir e û çêtir e, Şam şekir e welat şêrîntir e. Ango her asta evîna welat di ser ya Şamê re ye. Bexda bi navê xelîfê misilmanan, xweşiyê û cêriyan ve hatiye naskirin, ji ber vê yekê ku kesek bi qapan li deverekê heba, yên dorê bi qerf û tinazî digotin: Ez li vir û Xelîfe li Bexdê. Yan: Ez li vir û Xelîfê Bexdê li wir.
Him jî Bexda xaka kuştin û neheqiyê bû, zor û setem ji mêj ve jê qut nebûye, lê tevî wê jî civaka kurdî bi gotina rast bawer e, û bi vê metelokê ew vêya xweşik berçav dike dema dibêje: Gotina heq neheqiyê ji Bexdayê vedigerîne. Ango ji keleha neheqiyê vedigerîne.
Bexda çiqasî dûr be her ji evîndaran re nêzîk e, evîndar hemû keleman ji rê didin alî, loma li ser wan gotine: Ji aşiqa re Bexda gaveke.
Dema yekî bixwesta bibe xwedî qedr û qîmet û cihekî xuyayî di civakê de bigre, yên derdorê temîniya sebrê lê dikirin, çiko “Xwedyê sebrê bû melekê Misrê“, Misir di hişê kurdî de cihê “milûkan e”, ew jî ne tiştekî hindik e.
Weha jî ku kesekî armancek bida ber çavê xwe jê dihat xwestin ku xwe bi rêk û pêk bike yan na jê re digotin: Bi vê qûşê tu naghê Mûşê.
Carna jî metelok tê encama bûyerekê, yan çîrokekê û ew gotinên hindik û watedar zû bi zû belav dibin û cihê xwe di nav pend û metelokan de digrin, mîna “Şam dûr e, ma mişar dûr e?“, yan “Va şar û va mişar“. Ev çîroka kesê ku pesnê xwe dida û digot: Min li Şamê xwe di ser 7 mişaran re davêt –çem dikir-. Û lê zêde dikirin: Here şarê nenas, pesnê xwe bide xas-xas. Yan çîroka keçka gundî ku nû mêrekî bajarî kir. Piştî heftekê vegerya gund, dema diya wê jê xwest ku here çolê hin kereng bîne, got: Yadê kereng li “eyn” dever?.
Weha jî çîroka ew kesê ku xeyd ket nav wî û jina wî de, di dema razanê de jinkê dergûş di nav xwe û wî de danî. Mêrik bi keser got: Aaax ji derdê xerîbiyê!! Jinik keniya û got: Yê dengê te bike wê bêje tu xerîbê deşta Mûşêyî! Mêrik bersiv da û got: Ha deşta Mûşê, ha pişt dergûşê.
Gundî her nerînin taybet li bajariyan dinerin, him dixwazin bibin wek wan û him ji alîna ve wan kêm dibînin, berê digotin: Bajarî li erdê na rî.
Ev bi xwe bihtirî şirovekê jê re heye, yek jê kesê gundî li paqijiya yê bajarî dinere, ya din ew dibîne ku bajarî bi qapanin xwe dibînin, û ya din jî ku yê bajarî nikare rehetya xwe weke yê gundî ku derdikeve çola fereh bibîne. Her nerînên bajêr zû têne guhertin, ji ber ku jiyan tê guhertin, lewra dema yê gundî ji bajêr vedigere, û jê tê pirskirin: Ha bajar çawa bû? Ew dibêje: Bazara mal û bajêr li hev derneket!! Yan jî li ser jiyan û kesayetiya bajarî digotin: Kum ji zêr e, zik ne têr e; ango bajarî guh dide qaşilan û naverok çi be ne xem e. Û gelek caran bajar ne weke nerînên wan derdiket, ew xweşiya bajar a di mejiyê wan de ne didîtin lewra weke bi poşmanî digotin: Navê bajar ji dûr ve xweş e. Yan digotin: Nav giran e, bajar/şar wêran e; navekî mezin, bajarek xerab e.
Di heman demê de ku kesekî li gund ha ji xwe heba û guh bida xwe, jê re digotin: Filankeso tu dibê dergîsya wî bajarî ye/ ji bajê re. Û heman tişt ji keçê re dihat gotin. Dema yê gundî diçû bajêr weke ku wê here dawetê, loma ku kesekî tim guh dida xwe, li ser digotin: Filankeso tu dibê wê here bajêr. Lê çûna bajar jî ji her kesî nedihat, ji ber metelok dibêje: Li bajaran bê pere, li gundan bê mervatî nabe. Naxwe çûna bajêr pera dixwaze, mîna ku jiyana gund mervantiyê dixwaze.
Em karin bêjin bajarin hebûn û hê jî hene dilê mirov geş dikin, zaroktiya mirov bibîr tînin, kulan ji dil dûr dixînin, mîna bajarê Bitlîsê ku li ser hatiye: Biçe Bitlîs, we bilîz. Ango gelkî şad bibe.
Di dawî de dixwazim berçav bikim ser yekîtî û tifaqa ku Mele E. Xanî berî sedê salan li ser nivîsaniye, ku di pendên me de bi zelalî hatiye: Mûş ne tişt e, çi bikim Bilîs li pişt e.
* Ev wek simînarekê bo simpozyoma Bedlîs a salane hatibû amadekirin, ku gerek di 27-29.08.2015an hatiba lidarxistin, lê ji ber sedemin ewlekarî hat bi paşxitin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara (32)an de hatiye weşandin