” Dibe ku gelê me jî di nava nakokiyan de bijî, xwedî gelek pirsgirêkan be, xwedî nerînên cuda be û rewşenbîrên wî jî pir-alî bin. Lê bi tu awayî nabe ku partiyek an rewşenbîrek di bin çi navî de alîgirê artêşa êrîşkar be”.
Şêrko Ebdulrehman
Serxwebûnî têgeheke zelal e, lê belê di dema anha de bûye mîna maskekê li ser rûyên hin rewşenbîran! Mebesta wan jî ew e axaftina bê sînor e, pêkanîna berjewendiyên dijminê gelê xwe û dûrketina ji gumanan.
Gelo mirov an jî rewşenbîr dikare dûrî berjewendiyên gelê xwe be û bêje: Ez bi serê xwe me, ez serbixwe me, ez nerîna xwe tînim ziman û ev mafekî min e?
Êdî pêwîstiya me bi pênaseya têgeha serxwebûnê heye. Serxwebûnî têgeheke siyasetmedar bikar tînin bi armanca diyarkirina kesên tevlî partiyan nebûne. Ev yek tê wateya bê alîbûnê, dûrî partîtî, welatparêzî (niştimanperwerî), civakbûyînî û mirovahî. Dema em dibêjin ev mirov serbixwe ye bê guman mebesta me ne ew e ku em bêjin ew mirov ne welatparêz e yan jî nerîna wî ji hemû aliyan cuda ye. Wê çaxê mebesta me wê çi be? Helbet armanca me ku ev mirov hişmendiya xwe ji lêkolînên cur be cur girtiye, hestên xwe tevlî mijara nerîna xwe nekiriye, mîrateya xwe ya olî û civakî dûr xistiye û xwedî biryara xwe ye. Di heman demê de ev mirov welatparêz e jî her çiqas dûrî nijadperestiyê ketiye.
Bi rastî rola kesên serbixwe di hemû civakan de pir girîng e, lewma ew kesên serbixwe berjewendiyên partîtiyê ligel wan nîn e, û dengê wîjdanê gelê xwe ne.
Lê belê dema welat rastî êrîşan tê; kî dikare nêrînên serbixwe bîne ziman?! Mînakê vê yekê jî di şerê cîhanî yê duyemîn de heye. Dema artêşa Elmanî bi serkêşiya Adolf Hitler, welatê Ferensayê dagir kir, hemû gelê Ferensî bû xwedî yek helwestê li dijî dagirkeran tevî ew kesên li dijî hikûmeta xwe bûn. Her wiha mirovên êrîş şermezar nekirin ji civakê hatin dûrxistin!.
Dibe ku gelê me jî di nava nakokiyan de bijî, xwedî gelek pirsgirêka be, xwedî nerînên cuda be û rewşenbîrên wî jî pir alî bin. Lê bi tu awayî nabe ku partiyek an rewşenbîrek di bin çi navî de alîgirê artêşa êrîşkar be.
Êdî karê rewşenbîrên serbixwe çi ye? Bê guman ew xwedî karên herî girîng in ji ber ku pişta milet ji wan rast e û piraniya civakê baweriyê bi gotinên wan tînin, lewma dema bûyerek rû dide mirov berê xwe dide lêhûrbînên (analîzên) rewşenbîrên serbixwe ta ku mirov encamên zelal bidest bixe, bêyî ku gumana wî hebe ku ev rewşenbîr vê bûyerê bikar tîne ji bo propagandayê bike. Her wiha rewşenbîrên serbixwe dikarin bi pênûsa xwe karên hikûmetan sererast bikin, şaştiyan wan nîşan bidin û siyasetmedaran hişyar bikin. çimkî ew mêrxas û dilêr in, sedema vê mêrxasiyê jî serxwebûyîna wan e.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (32) de hatiye weşandin