Dema ku hevalê hêja “Keşe” Yûsif Se`îd (Helbestvanê Iraqî ku çûye ber dilovaniya Xwedê) nas kir ku bapîrên min ji Mardînê ne, ji min re got hunermenda mezin “Feyrûz” jî, bi koka xwe ji wê deverê ye, wê çaxê min jê re got ku bavê min bi diya min re her dem li ser vê mijarê niqaş dikir ku Feyrûz di mak û koka xwe de Kurd e.
Bavê min ev yek li gor gotinên hevelekî kevin ku ew çalakvanekî Aşûrî ye û Navê wî Mensûr Şelîta ye tekez dikir. Şelîta piştî kuştarên 1915an ber bi Libnanê koç kiribû.
Li vir, hevalê min yê kevin Yûsif Se`îd ez matmayî hiştim, dema ji hêla xwe ve ji min re tekez kir ku di salal 1963an de, û piştî reva wî ji Iraqê serdana malabata Feyrûz kir, dît ku hîn bavê wê, di ber zimanê Erebî û Siryanî re, bi zimanê Kurdî bi serbestî diaxive..
Ji rûpela nivîskar: Dilor Mikari
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara (32)an de hatiye weşandin