Dema ku dora 20 nûnerên dewletan, bê hêzên Sûrî, ҫi nûnerê Rejîmê an nûnerê dijberiyê tê de bin, têne ba hev bo ҫareseriya Kêşeya Sûriyê!! gelo tê diyarkirin, ku hêviya ҫareseriyê nêzîk bûye? bihtirî ji 250.ooo hezar mirov bune qurban û beşekî mezin ji welat herifî, û bi melyonan koҫber bûn e!?.
Hemû li ser hebûna serokê Sûriyê daxivin! ku gereke rolla wî di pêşerojê de nebe, lê hêzeke weke Rûsiya bi vê yekê ne razî ye!? Gelo kî dikare vê nerînê bighure, lewma hîn tiştek ne belî ye. Ji hêla din ve hîn rola dijberiya Sûrî ne diyar e, dijberiyek ҫawa û ji kê pêk were, ka wê ҫi xalên ҫareseriyê hebin?! bi teybet kêşa Kurd di Sûriya de, bêguman dijberîke mezin ji hêla Rejîmên desthiltdar ve, -ku welatê me dagîr kirine- heye, heta ku ji wan bê wê rê nedin qezenc û destkeftiyên ku gelê Kurd çesipandiye..! Tegera Kurdî jî niha di vê derfeta zêrîn de pêwîst e ku yek deng û reng be, yek biryar û helwest be, nexasim ku êdî her tişt zelal dibe, û asoyên çaraseriyê diçirsin.
Derfeta ku hatiye û ber bi ҫareseriyê ve diҫe, eger em nikaribin niha ji bo helewsteke hevbeş bo kêşa xwe bigerin û bi zutirîn dem bibînin û li benda pêşerojê bin, wê her erdek ava xwe vexwe û pirsgirêka me wê were jibîrkirin!?.
Ya qenc ew e, ku tevgera Kurdî bi zutirîn dem de li hev bicive û bo ҫareseriyê nerîn û daxwaza xwe bikin yek, dev ji nakokiyên li ber wan berdin, dem îro hatiye divê jê re amade bin û ji dest xwe neberdin.
Tevgera Kurdî gereke baş hesaban ji rejîma Turkiyayê bike!, ku heya jê were rê nade yek qazancê bo Kurdan, herweha rejîma Îranê ku dikare roleke xirab bileyize, dostaniya herdu rexan li gel dewletên mezin divê were ber biҫavan, tehluka mezin wê ji herdû rêjîma be.
Li hevkirina Civata duwemîn li “Vîyêna“, ku bikarin di dema 18 mehan de Hikumeteke demkî ava bikin, hewildan ku Şer li seranserê Sûriyê raweste, parastina xelkên sivîl bi xêra agirbestê û rawestana êrîşên Têroristan, rêga bidin bo derbaskirina alîkariyê ji hêla rêxistinên mirovahî ve. Bo van xalan, gelo ҫi ji tevgera Kurdî tê xwestin? bêguman ya herî rast beşdariya tevgera Kurdî di wê Hikumeta demkî de, helbet ji bo li daxwaz û mafê gelê Kurd di vê Hikûmetê de xwedî derkeve.
Helbet pêwîstiya me di Kongirekî mezin a rikberiya Sûriyê heye, û divê em bi hêz û daxwaz derbasî wî kongirî bibin.
Bi nerîna min gereke tevger xwe ji vê yekê re amade bike û helwesta xwe bike yek û nunerên xwe destnîşan bike, eger em ne bi hêz bin , em ê nikaribin tiştekî bi dest bixin, li gor ber bi ҫavan tê diyarkirin, ku Hêzên navdewletî, yên ku şerê ezmanî li dijî baregehên dewleta Da’iş, dixwazin têkiliyên xwe bi hêzên Kurd re xurt bikin, ev bixwe derfeteke, ku tevgera me bi yekîtiya xwe dikare rolek mezin bo bidestxistina mafên xwe bileyize.
Li vir em rola hêzên Kurdistanî jî, ber biҫav bênin, ku herêma Başûrê Kurdistanê dikare roleke bilind bileyize, em wê jî ji dest xwe neberdin, bêguman pêwendiyên wan ligel dewletên navnetewî baş in û dikarin alîkariya me bikin..
Di ber van baran re, hîn pir barên mezin hene ku bêne ber Tevgera Kurd’, loma gereke hesabê xwe bo her Barekî bikin û xwe jê re amade bikin û li gor rihê diplomasîya cîhanî xwe berz bikin û di cihê hêviyê de bin. Gelo hêzên Kurd vê yekê nizanin an gelo baş dizanin û ji bo berjewendiyên xwe yên ezezî û partayetî tenê kar dikin?! pêwîst e ku bi ҫi şêweyî be, xwe ji bin vê yekê derxin an jî dîsa wê her erdek ava xwe vexwe û em mane wilo bê maf û em tiştekî ji ketina rêjîmê qezenc nakin!
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (32) de hatiye weşandin