“Ş” ji têkiliya sêksî ditirse! Çaxa ku hevjînê wê, dixwaze têkiliyê pê re bike, ji tirsa ku ew gelekî biêşe ji hiş dikeve!! diya “Ş” gelekî digrî û hema dibêje:“Qey bextê min î reş e..” û diya zave jî matmayî maye û hema dibêje:“Kurê min ev keçik nexweş e, ne!!?”
Idrîs Hiso
Guharên bi guhê wê ve daliqandî, gerdenî û desmala serê wê û kirasê li bejna wê sîmayê zaroktiya riwê wê nikarîbû veşêrin, tevî ku zikê wê mezin jî bibû, pêstê dêmê wê zerbibûn û dengê henasê wê dihat mirov dîsan jî zaroktiya wê ji hemî van hêmayan bêhtir bû. Zaroktiyê xwe bi xurtî ji rû û sîmayê wê nîşan dida.
“D” keça 16 salî ye dugiyan e, berî 6 mehan xwazgîniyê wê hatin, dê û bavê wê û hin kesûkarên wê wisa gotin: “Nesîbê wê hatiye wê bidin..ma hûnê bihêlin heta kengî!”
“D” jî bê deng ma dê û bavê wê biryar dan ku wê bidin mêr. Daweta wê lidar ket, kirasê bûkaniyê li ber xwe kir dengê lîlandina jinan bilind bû …ev hevjînî bi navê Xweda ye û li ser sineta pêxemberê wî ye.! Çi keça ku berî 18 salan têkiliya sêksî ligel were kirin, ev nav wê destdirêjiya sêksî ye, heger di bin çi navî de be.
“D” zarokekî di zikê xwe de dihewîne, hîna ew ji zaroktiya xwe têr nebûye….gunehê wê çi ye? Gunehê wê ew e ku sînga wê zû girover bû û qama wê dirêj e…..ji qewla dê û xaltîkên wê ve êdî bûye jin “Ji min dirêjtir bûye.”…tu dibêjî qey jin bi sînga girover û bejna dirêj e.!
Dema “D” li gel hevjînê xwe hat xestexanê (Navenda Tendurûstî) ya Kampa Gewîlan cihê ku ez lê kar dikim, bi kotekî dimeşiya, zilamê wê bi destê wê girtibû, destekî “D” li ser milê zilamê wê bû û destê din di newqa wê de bû, mîna jinên dugiyan, zarokek dimeşiya li ber çavê min.
“D” ji ber ku biçûk e û dugiyan e, gelek kêşeyên tendurûstî lê derketine, ew bi zor henasê xwe dikşîne, gêj dibe bi zor dimeşe û gelek tiştên din. Dibe ku kesekî derûnnas ji min bêhtir zanibe behsa wê bike…..ne “D” dizane bi çima wilo bû, û ne jî hevjînê wê dizane bê çima ew giha vî halî.
Piştî ku min hinek derman û şîretên tendurûstî dan “D” û hevjînê wê, ku heta çendî girîng e ku ew xwe li cem pizîşkekî pispor derman bikin û rewşa “D” bê şopandin, ew bi rêka xwe ve çûn.
Piştî demek kin hinek xelk bi lez û bez bi tevgerek tirsonek, destê keçekê di nav destê wan de ye, keçik ne li ser hişê xwe gihandin xestexanê, tirs û girî di gewriya wan de ye, histir jî ji çavê hinan têne xwarê! Min keçik li ser textê nexweşiyê dirêj kir, min dî du jinên bi temen mezin digrîn, rûyê wan zer bû ye, li dervî odeya nexweşan jî du sê mêr jî şelişîne!!
Piştî ku min hin tişt kirin û ez dilniya bûm ku, dil, henas û zexta wê normal in min ji wan re got: “Netirsin û bera yek ji we bimîne da ku ez hin pirsan ji wê bikim” diya wê hin bersivên pirsên min da.
Keça nexweş “Ş” 17 salî ye, berî 5 rojan daweta wê bû, bûka nû ye, ev du car ji hişê xwe diçe, diya wê histirên xwe paqij dike û dibêje: “Ev du car keça min ji hiş dikeve..bextê min ê reş e, bûk e ji bo Xwedê hîn bûk e”! piştî min dilê wê xiste cî û jê re got keça te rehet e xwe netirsîne wê baştir bibe, min xwest bi zave re rûnêm, zave ji min re got: “Min bi evînî ev keç anî jiberî 6 mehan ve min jê hez kir, cîrana me ye ..çend rojên pêşî ez neçûm cem … lê ev du car e dema ez dixwazim herim cem.. ew ditirse û ji hiş dikeve….tev ku ez dixwazim bi hêmenî û bihna fireh vê meselê xelas bikim.”
“Ş” ji têkiliya sêksî ditirse! Çaxa ku hevjînê wê, dixwaze têkiliyê pê re bike, ji tirsa ku ew gelekî biêşe ji hiş dikeve!! diya “Ş” gelekî digrî û hema dibêje:“Qey bextê min î reş e..” û diya zave jî matmayî ma ye û hema dibêje:“Kurê min ev keçik ne nexweş e, ne!!?”Çîroka ” Ş” û “D” yek ji dehên çîrokên penberê Kampa Gewîlan ku hevjîniya sîpeyan di nav wan de bûye wek diyardeyekê.
Sedemên vê diyardeyê çi ne?
Jiyana di konan de jiyanek zehmet e, mirov di cihekî gelekî teng de dijî, ne zarok, ne xort ne dê û bav dikarin hest bi rehetiyê bikin di cihekî teng de wek kon, beramberî vê yekê dema keç û xortek hevjîniyê pêktînin, konek ji bo wan tê dan, wate ew dibin du kes bi tenê di bin konekî de her yek ji wan ji qerbalix û tengbûna di mala xwe de rizgar dibe lê di toreke mezin ji pirsgirêk û arîşeyan werdibe bêyî ku zanibe.
Duyemîn hokara vê diyardeyê ku bi dehan keçên ku berê girêdayî xwendin û dibistanan bûn û bi hêvîbûn ku biçin zanîngehan lê ji nişkê ve xwe di binê konan de dîtin. Lewma ji aliyê malbatên xwe ve têne handan bo hevjîniyê, nemaze ku xwendin çû, êdî li gor ku di civatê de tê gotin: “Bera herin ser nesîbê xwe!!.”
Sêyemîn hokar dibe ku ew be koçberiya bi dehan xortan bo dervî welat û dûrbûna wan ji pêkanîna hevjîniyê bi taybet ew xortên ku asta xwendinê li cem wan bilind e, despêka kampa Gewîlan hate vekirin derdora 500 gêncî yên bê xêzan lê hebûn.. niha belkî 10 xort nemane! bêhtirê wan li dervî welat in!.
Çaremîn hokar rewşa derûnî ya xirab ji xelkê kampê re bi giştî û nebûna derfetên baş bo kar …hd
Helbet ev ne hemû pirsgirêk in, lê belê em dikarin bêjin ev amajeye bi diyardeyek gewre ku gelek keç û xort dibin qurbaniya wê!! heger mirov di nav xelkê kampê de bigere bo demek kin û li çîrok û serpêhatiyên xelkê guhdarî bike û bibhîze, wê bizanibe êdî çima “D” û “Ş” bi zaroktî wê bibn dê.
Gewîlan 22.10.2015
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (31) de hatiye weşandin