Riyad Elî
DewletaTirkiyê, di rewşek tevlihevî û nearam, di hilbijartinan de derbas bû, û taybetmendiya van hilbijartinan, ew e ku pêşbaziyek dijwar di navbera AKPê, û HDPê de diqewimî.
Gelek tevlihevî di navbera rêjîma Tirkî û Partiya Gelan a Demoqrat HDPê de diqewimîn, û bi taybet ji dema hilbijartinên 7 Hezîrana bûrî de, hatibûn lidarxistin.
Tê zanîn ku di wan hilbijartinan de, HDPê 80 kûrsî, û %13 ji dengan di parlamentoya Tirkiyê de bidest xistin, û bi vê yekê, rola AKPê ya ku ji berî 13 salan ve, desthilatiya Tirkiyê birêve dibe, qels bû.
Di axaftinekê de, Demîrtaş dabû diyarkirin, ku serokê Tirkî Receb Teyîb Erdoxan, serokê dewletekê ye ku kuştinê dike, û ew birêve dibe, û tewana Erdoxan kir, ku ew xwe wek “Xelîfe” dibîne.
Ji aliyê xwe ve, Erdoxan û serokwezîrê wî Ehmed Dawod Oxlo yê berê, tewana HDPê dikin, ku ew piştgiriya Gerîlayên PKKê dike.
Şerê ku hikûmeta Tirkî li dijî Kurdan dike, her car di riya hilbijartinan de bêtir zelal dibe, û di vê salê de, di 7 Hezêrana bûrî de, dema ku hêviyên Erdoxan hatin binpêkirin, û wî nikarîbû bi tena xwe hikûmetê ava bike, daxwazek girîng li ba AKP’ê çê bû, ku HDP’ê ji rê derxîne.
Di 1ê, vê Mijdarê de, sebetên “sindoq” hilbijartinan hatin vekirin, da ku endamên parlementoya Tirkî yên hejmara wan 26 in, werin hilbijartin, herweha hejmara sebetan 175 Hezar bûn, di nav wan de 358 sebet li zindanan hatin vekirin.
Rojnameya “Lastamba”ya Îtalî ragihand, ku AKP’ê alavên ragihandinê yên ne alîgirên wê rawestandin, wek Kenalên Turk, Bûgûn û ya zarokan a bi zimanê kurdî tê weşandin, û ji aliyekî din, polîsê Tirkî kamîre û alavên nûçegihanên hin kenalan ji destê wan birin.
Di heman mijara ragihandinê de, rojnameya Zeman a Tirkî, ragihand, ku di 25 rojên bûrî de, Erdoxan 29 s’etan li ser ekranên telefezyonan derket, di heman dema ku ragihandin bo AKP’ê 30’î, s’etî bûn!!.
Li aliyekê din, AKP’ê û di riya Erdoxan re banga gelê Kurd kir, ku dev ji HDP’ê berdin, ji ber ku ew nûnertiya terorê dike, û beriya çend rojan ji hilbijartinan, Erdoxan li Enqerayê ragihandibû, ku eger hûn aniha li hemberî terora PKK’ê nesekinîn, hûnê kengê bisekinin ?
Di heman mijara hilbijartinan, û rewşa Tirkiyê de, rojnameya Zeman Today ya Tirkî ya bi zimanê Ingilîzî tê belavkirin ragihand, ku ji hêla leşkerî ve, Tirkiyê şerê PKK’ê dike, û ji hêla aborî ve, hilbijartinên bûrî bandorek nîgatîv li ser aboriya Tirkiyê kir, herweha ji aliyê ewlahî ve, herdu teqînên Enqerayê, tirs kirin civaka Tirkî bi tevahî de.
Hevdem Zeman Today ragihand, ku deynên li ser Tirkiyê yên welatên derve, bi rêjeya ji %30 bêtirî yên sala 2014-an de ne.
Di rapirsînên rojnamegeriya Tirkî de, tê diyarkirin, ku asta MHP’ê gihaye yê 4’ê, û ev tê wateya ku ew ber bi paş ve diçe li gorî hilbijartinên bûrî, û eger AKP’ê yan HDP’ê nikarîbana bi hevdu re destûrê ava bikirana, dihat texmînkirin, ku her çar partiyên sereke, wê hikûmetek hemahengî ava bikirana.
Lê hilbijartinên Tirkî bidawî bûn, û şerê aliyên siyasî nerawestiya!, herweha Oxlo bi ser ket, û Demîrtaş bi dijwarî derbasî parlamentoyê bû, lê bê bandor.
Lê .. çi hişt ku 21 Kursî ji destê HDP’ê herin!!??
Li gorî jimartinan, ku ji 25 Melyon kurd li Tirkiyê tenê 4 Melyon û 700 Hezar kes dengên xwe dan HDP’ê, herweha û li gorî hin jêderan, ku sedema vê yekê lihevkirina HDP’ê bi CHP’ê re bû
Li aliyekî din, nerxa biserketina AKP’ê bilind bû, wek dijwariya rewşa ewlehî, teqîn, şer, kuştin, şewtandina hin nivîsgehên HDP’ê, û nearamiya rewşa abûrî.
Herwisa derbarê rewşa abûrî, li gorî siyasetmedaran, ku Oxlo û di riya hevdîtin, civîn û axwaftinên xwe de, nameyên abûrî digihandin gelê Tirk, ku tenê AKP’ê kare rewşa welatiyên Tirkiyê baş bike, û ji ber vê yekê, piraniya dengên AKP’ê bo pariyekî nan bû.
Îro AKP partî wê bi tena xwe hikûmetê ava bike, û li gorî ragihandina Tirkî, ku encamên hilbijartinên Tirkî ew bûn :
AKP’ê 316 endam, CHP’ê 134 endam, HDP’ê 59 endam, û MHP’ê 41 endam cihê xwe di parlamantoyê de digrin.
Di vê rewşa ewlehî ya dijwar de, nîvê kûrsiyên MHP’ê ketin destê AKP’ê, Lê çima Kurdan dengên xwe dan AKP’ê ?
Li gorî çavdêran, ku hejmarek mezin ji Kurdên Tirkiyê, li rewşek aram digeriyan, û ji roxandina rewşa abûrî ditirsiyan, û ji ber vê yekê wan dengê xwe dan AKP’ê.
Lê li aliyekî din, hin alî dibêjin, ku di encama van hilbijartinan de, PKK’ê wê asta şer bilindtir bike, û şerekî navxweyî wê li Tirkiyê çê bibe. Lê di zûtirîn dem de PKK’ê daxuyaniyek derxist ku ew şer ji aliyê xwe ve radiwestîne..!
Li gorî çavdêran, ku Kutleya Kurdî ya herî bi hêz, ew kesên ku nûnerîtiya 10% yên HDP’ê di hilbijartinan de kiribûn, û yên din, aliyên ku rewşa abûrî dikin yekemîn xwestekên xwe li Tirkiyê û Kurdistana Bakur bi cih anîn.
Pirsa ku di civaka Kurdî li her çar perçeyên Kurdistanê de tê kirin ew e, dema ku HDP’ê şerê AKP’ê dike ji ber ku ew nûnertiya riwê cîhadiyan e, ma çima HDP’ê bi CHP’ê re, di heman dema ku ew jî partiya Etatork e, lihevkirinê çê dike??!
Helwestên Rojnameyên Emerîkî û Ewropî derbarê encamdanên hilbijartinên Tirkî, ne li gorî helwesta welatên wan bûn, wek rojmaneya Waşinton Post ya ku di 3’ê vê mihê de ragihandibû, ku biserketina AKP’ê Lêrabûna Erdoxan a siyasî bû.
Herweha rojnameya NewYork-Times da diyarkirin, ku serokê Tirkî Receb Teyîb Erdoxan bi riya Tirsa ku di nav civaka Tirkî de çandiye, bi ser ket, û ew ê di dîktatoriya xwe de berdewam be, û ewê heyf an tola xwe ji rikberiyê vede.
Indibindint a Berîtanî ji aliyê xwe ve ragihand, ku Tirkiyê ketiye riya şaş de, û Ewropa erê li ser van şaşiyan dide wê, herweha roja hilbijartinan rojek reş li ser Tirkiyê derbas bû.
Gotina dawî ew e, ku AKP’ê bi ser ket, û pilana Erdoxan bi ser neket, û hinek mabû ku Kurd jî li derveyî nexşeya siyasî ya Tirkî .. bimana.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (31) de hatiye weşandin