Bi Çi Gunehî Hatin Qirkirin..?!
Kuştara Winda?.
– Xalo.. zilamekî li wê kolana han ez dîtim ji min re got vê kaxetê bide Remerzanê Kabreş!.
– Ez bi rastî ji te re dibêjim, ez ne henek û laqirdiyan dikim wan xwestiye ku tu ji mala xwe berdî me.!
– Ev çi mêr in yê ku ji tirsa wan wê Remezanê kabreş berde mêvanên xwe, qey ev min nas nakin bavo…!? Wele dera ku ez bi şev lê digerim ew newêrin bi roj lê bigerin..!
– Nisêbînê min ji hevalan re got: Divê hûn Silo bikujin û gerek çi kesên wek Silo ku zimanê li ser kurd û Kurdistanê dirêj bikin û sixêfa bikin Şehîdan yekser werin kuştin..!
Diyarî
Û ew dîwarê ku bejna te ya nazik diporisan, min di girava gumanan de tarûmar dikir, geh mîna awirekî şikestî di sikakên tenêtiyê de, min belawela dikir, û geh jî min diyarî zaroktiya te dikir.
Û ew zarokên ku dibine lehengên guneheke winda, navê te di kêlîkan de şiyar dikin.
Ji te re… neviyê kezeba min ya şewitî, berxikê raketî.. Arî.
Luqman Silêman
Zarokên bêguneh, yên hîn çavên xwe li jiyanê venekir bûn, hîn xweşî û nexweşiya jiyanê nedîtibûn, hîn pîlan û ger û fenê jiyanê neketibû nava xwîna wan. Zarokên li ser destê dayikan di landikan de razayî, zarokên xwenasnekirî, zarokên salê yên dev li ken wek kulîlka, kulîlkê nû bişkivîn li buhara Qamişalo, Qamişloka evînê, evîna dilê keç û xortan, pîrekên por sipî, xortên nûhatî, qîzên çavkilkirî, bûkên salê, di şeveke tarî bê ronî hemî dane ber gulleyan!! Gelo, ma bi çi rengî û bi çi gunehî ew zarok, jin, xortê nûhatî û keçên çavkilkirî hatin kuştin…!? Ma gelo bi agirê ku girte xênî şewitîn, yan bi gulleyan hatin kuştin?!! Yan ji tirsa gulleyan mirin?!! yan jî ji dû û dûmana agirê xiyanetê xeniqîn?!! Gelo van zarokan çi kêferat di mirina xwe de dîtin? Ew bê eşkence mirin yan bi eşkence…! Ma gelo rast e wek ku musilman dibêjin: (Zarok dibin teyrikê buhşitê)!? Gelo malbata Remezanê Kabreş çawa û li ser çi hatin kuştin …!? Yan ji ber çi û çi gunhê wan hebû heta ku ew bi vî rengê kirêt hatin qirkirin…? Di destpêkê de werin em bizanin ka gundê Cirnikê li kû dikeve?
Gundê Cirnikê li Rojhilat û Bakurî bajarê Qamişlo dikeve. Taxa ku bi navê Meyselûn ya ku dikeve di navabera bajêr û gundê Cirnikê de, ne bi vî rengê niha bû!, çimkî niha herdû gihane hev û bûne du tax ji taxên bajêr. Îro gundê Cirnikê û bajar bûne yek û gundê Cirnikê bûye taxek ji taxên mezin li bajarê Qamişlo. Ji ber ku bajar ji rexekî ve û gund ji rexê dî ve roj bi roj fireh dibin. Li hêla Bakurî gundê Cirnikê gundê Mihetê heye. Gundê Mihetê li ser sînorê Serxetê ye ew bi wî hesinê weka marekî mirî ve ye. Û berê, Miheta tirênê lê hebû ji wir tirên derbasî erdê Tirkî dibû û dizîvirî diçû Şam û Helebê.
Beriya ku Sûrî Miheta tirênê ya nû ava bike, di wê demê de tirên (Tometirêz)ji Sûrî ji gundê Mihetê derbasî Serxetê dibû û dizîvirî, diçû Heleb û Şamê, lê îro ew tirên nemaye. Li Bakur û Rojava yî gundê Mehmeqeya heye li hêla Rojhilat û Bakur gundê Cirnikê gundê Sêgirka heye. Ew gund cihê polîsê Sûrî tê de ye. Mala Remezanê Kabreş dikeve Rojava û Bakurî gundê Cirnikê, bergihê wî fireh bû, di wî bergihê fireh de du ode û eywanek ava kiribûn, deriyên herdu odeya wek piraniya xaniyê wê demê dihatin avakirin- dihatin ser eywanê û yê eywanê jî li ser hewşê bû. Odeyek ya mêvanan bû, û yek ya maliyan bû. Odeya mêvanan çar Mitir bi pênc Mitiran bû, û deh beşt ji vanê stûr yê darê tuya di odeyê de bûn, lê hin ji wan şeqşeqî bûn, mirov dizanî ku ew beşt di nav salan de çûne, lê tevlî wilo têra dehê salan jî dikirin. xuya ye ku ew beşt ne yê Sûrî bûn, ew ji Serxetê anîbûn lê gelo kî ew beştê wisa stûr û giran li ser milê xwe kiribûn û ji Serxetê daxistibûn biniya Xetê? Dibe ku bi dewaran anîbûn yan bi milê qaçaxçiya hatibin!?. Di odeyê de yek pencere hebû berê wê li Başûr bû yanî li hewşê dimeyizand. Wêneyekî mezin bi xênî ve daleqandî bû, xwediyê wêne bi rextan pêçayî bû û xencerek di ber piştika wî de çikilandî bû, simbêlên mezin li ser bûn kom û kolozekî Botanî li serê wî bû, wek xelkê devera Batmanê bû. Wêne ji kevin de hatibû kişandin, lê xuya dikir wênekêş di karê xwe de hosta bû… Ji lewma dema ku mirov li ber wêne disekinî, û lê temaşe dikir, mirov digot qey wê niha biaxive. Wêne bi dîwarê Rojava ve daleqandî bû, li deriyê odê dimeyizand. Pencereyek dep mitrek bi mitrekî, û hin boyaxa kesik lêdayî bû, “digotin ev reng xweşiyê bi ser malê de tîne”. Pencereyek çil santîm bi mitrekî li destê çepê yê deriyê eywanê û yek wek wê li ser destê rastê berê wan jî li hewşê bû. Di hewşê de li ser destê çepê kozikek ji mirîşkê xwe re çêkirbûn bi qasî şêst santîmî bilind bû… ji ber ku dema mirîşkê wa hêka tê de bikin, zarok karibin herin hêkan ji kozikê derxin. Malên xwedî mirîşk kozik ji mirîşkên xwe re çê dikirin, ji bo pisîk hêkê wa nexwin. Bergihê wan fireh bû, du textê depî yên razana havînê li ber dîwarê Başûr danîbûn.
Li ser kozikê hin firax-miraxê bê hacêt hatibûn danîn. Berê kozikê li hêla başûr dimeyzand, deriyê kozikê qeteke teneka zingargirtî bû diyar e ku gelek çewalên genim bi wê tenekê hatine pîvan û çar qet depik pê ve bizmar kirbûn, da ku êvara derî li mirîşkê xwe bigrin rûvî û torîk û pisîk wan nexwin. Helbet ji bo mirîşk zivistana tê de necemidin, hebûna mirîşka li her maleke gundî pêwîst bû. Cihê conîkê kevin bi qasî çar gava ji derê kozikê dûr danîbûn û tim dagirtî av bû da ku mirîşk avê jê vexwin li dora conî hin savara kevin ya êvara bûrî ku jiber mêvanan mabû ji mirîşkan re. reşandibûn. Conî bi xwe ji kevirê reş bû lê xuya dike ku conî ji kevin de hatibû kolan û gelek dan û savar di wî conî de hatine kutan, û gelek mêkut li nava conî ketine û gelek kurê camêra mehîra danê wî conî xwarine.. Li rexê dî yê hewşê li ber dîwar, du dîwar lêkirîne û du rot di nîvê dîwêr de danîne, û denekî avê li ser wan herdu dara danîne çiwalek lê pêçane dema ku havîn bi giraniya xwe bi ser wan de digrê çend lib genim û çend lib ceh davêtin dora wî çiwalî ew libê ceh û genim şîn dibûn û ava denê pê dicemidî. di ser wê re jî avayî heye, Hacî Reşika hêlînê xwe tê de çêkirine….(keleşêrek) Dîkekê Elmode ji qirikê ve rût weka qirika li ber sêdarê di nav mirîşkan de ye, nahêle dîkê gund nêzîkî hewşê bibin hingî ew dîk şerûdî ye, cirr ne xweş e, bê şênc e, dîkê gund newêrin nêzîkî mirîşkê wan bibin. Oda malê jî wek ya mêvana ye, lê beştên wê ne ji darê tûwan e, hin ji wan darê biyan e, û hin yê sipîndaran e, ew ode ji ya mêvanan biçûktir e. Hin koxik di hewşê de hene ew yê firax miraxê zêde ne. Biskilêtekî bê refref, tekerê wî li erdê ne, li bin textê li hewşê ye, Azad û Xorşîd carê yek lê siwar tê û pê karê xwe diqedînin, çimkî zivistana li gundê Cirnikê ji heriyê piskilêt nagerin ji lewma ew danîne bin text li benda havînê ne da ku piskilêt ji bin text derxin û pê herin bajêr. Li nîvê hewşê bîrek avê heye, bîr bi destan hatiye kolan û xweşik bi kevirê reşê birî hatiye reqifandin û hûnandin û bi qasî mitrekî bi bilokê dehli dora wê lêkirine, û çîmento jî kirine. Da ku carê jin firaxê xwe li ber bîrê li ser wê çîmentoyê bişon.. Li pêşiya xênî çolek vekirî û erdekî sorê rût e, lê li Rojavayî xênî çemekî piçûçik ji hêla Serxetê ve dihat zivistana av tê de heye lê havîna diçike!. Di zivistana de dema ku baran dibare, pêlê avê bi ser hev de diqulibin himîn û gumîna pêlê ava çêk bi ser hev de dîn û har dibin.. Remezanê Kabreş bavê pênc kur û sê keçan e, wî pir ji zarokên xwe hez dikir ji mala xwe re kêrhatî, zîrek, can sivik, û kezeb kerr bû…
Remezan mirovekî dil fireh bû, deriyê mala wî ji mêvanan re vekirî bû, nandayî bû wek ku tê gotin: “Nanê wî dihate xwarin”. Remezan mirovekî xwedî peywendî bû peywendiyê wî fireh bûn ji lewma mala wî kêm cara bê mêvan dima, keyfa wî ji çûn û hatinê re dihat… Remezan mirovekî ne kin û ne dirêj bû, esmerî zehîf bû. Lê gelek mêr bû çavê wî ji kesî nedişkest, çavê wî ji mirinê nedişkest, mirinê ji ber baz dida, bi şev ne bi roj. Di jiyana xwe de pir geriya bû. Binxet û Serxet Rojhilat û Rojava li hev xistibû!, û dibêjin li herçar parçê Kurdistanê geriya bû, hin bi şev û hin bi roj dibêjin gelek îza, feqîrî, birçîbûn, û perîşanî dîtibû!!
Ji ber ku karê wî kirîn û firotina çekan (sîlah) bû Tucarî Remezanê Kabreş hesab ji dijmin nedikir ji lewma bi sedê cara Remezan li sînorê Tirkiyê dida û bi ser kozik û çeperê eskerê Turkan de digirt û esker di kozik û çeperan de girê didan, û sînor derbas dikir bê ku wan bikuje! Karê Remezan qaçaxî bû, wî pir ji vî karî hez dikir. Ji ber karê wî û peywendiyên wî yên fireh rêbarî li ser mala wî hebûn, carnan cî nedima ku zarokên wî lê razin. Gelek cara di şevê ku pozê mêvanan li ber deriyê wî lihev diketin, û rê nedima ku zarokê wî lê razin, di şandin malê cîranan.! nexasim zarokên piçûk çimkî tenê du odeyên wî hebûn, û şeva ku mêvan pir dibûn nemaze di salên dawî de zarokê wî yên piçûk diçûn malê cîranan dirazan da ku rê ji mêvanan re çêbibe. Remezan di nav salan de çûbû, nema dikarî qaçaxçiyê weka berê bike, ji lewma di kosera bergihê hewşa xwe de ’embarek piçûk çêkiriye û mirîşkan tê de xwedî dike û difroşe.
Ji alîkî ve bergihê wî fireh bû û ji aliyê dî ve hin zarokên wî lê gihabûn û tim zarokên wî jê re digotin: “Bes e! gerek tu nema kar bikî, li malê rûne va em li te gihan em ê kar bikin, wê her tiştê te were ber destên te tenê tu ji xwe re li malê rûne û nimêja xwe bike. Tu têra xwe westiyayî. Bes e te em mezin kirin, dora me hat, ku em te xwedî bikin tu têra xwe bi me re westiyayî niha dora me hat!!. Lê ma ji ku tebata yekî wek Remezan li mal tê!. Temenê xwe di şeq û deqa de derbas kiriye. Tebata wî bê kar nedihat tim ji zarokên xwe re digot: Madem hûn naxwazin ez kar bikim naxwe ez ê xwe li ber vê dikanê mijûl bikim, lê wek ku ew di hebsê de be çimkî dikan bi xwe jî ne bi dilê wî bû. Wî ji gerê hes dikir û ger ne bi dilê zarokên wî bû, û herdûka ew ji mecbûrî qebûl kirbûn.
Destek tizbiyê qoq ê reşê sî û yek lib di destê Remezan de bûn, û li ber dikana xwe dirûnişt. Tim civata wî digeriya, Remezan ji wa kesên civatxweş bû, mirov ji civata wî têr nedibû mirov dixwest her li civata wî be. Remezan diniya dîtibû, geriyabû, çîrok û çîvanok serpêhatî di civatên xwe de ji mêvanên xwe re digotin, û di ber re mirîşkên xwe jî difrotin. Lê di dilê xwe de ji wî karî ne razî bû û tim ji xwe re digot: Ez û ev kar ez û mirîşk!! Dilê Remezan bi vî karî ne xweş bû, û heger ku ne ji civata li dora wî ba tucarî wî nikarîbû li ber dikanê bimîne, sebra wî li karê rûniştî nedihat wî ji çûn û hatinê hes dikir da ku rojê li cihekî be û tivinga wî li milê wî be, li ser têlên sînoran be!!. Wî wisa xwe dîtibû wisa fêrî jiyanê bûbû jiyana xwe bi vî awayî derbas kiribû.. Gelek cara Remezan ji xwe re digot: Çima ez ji Çiyayê Batmanê werim? Ma ez û ev beriya beredayî, ma ez û gundê Cirnikê!!
“Hisên jê re got: Mala we ava, ev çend roj in em di ser çavê we de ne me aramiya we xirakir û em nehatine serêşiyê ji we re çê bikin, em ê îşev ji vir herin çêtir e em ji we re bibin bela, û armancek me heye em ji ber armanca xwe di vir de derketine“.
ez yê Çiya me ez ne yê erdê rast im, lê min ev bi serê xwe kir, ne kesî. Ev ne gunihê kesî ye, ji min pê ve lê mane feyde nake çû, berê gotine:(Tiştê çû nede dûv, ku te girt bernede lê ku te berda pey nekeve)! Remezan carna di hinavê xwe de dikelî aciz dibû, weka volqanekî lê tê, wek tenekek xwê di hinavê wî de be, ji xwe re digot: Zilam li ser erdê xwe tê naskirin. Êvara mala wî dihate dagirtin ji mêvanan û hin ji gundiya jî dihatin civatê. Êvara ku mêvan li mala wî tuneban, wê êvarê hedar û seqara Remezan nedihat, kufkufa wî bû di hinavê xwe de dikeliya çixara ji çixarê ber didayê, lê wî qehra xwe zû bi zû dernedixist, zilamekî xwegirtibû bi semax bû. pir ji mêvanan hez dikir nedixwest ku şevek bê kû mêvanek destê xwe li deriyê wî bixe di ser wî re here. pariyê devê wî ne yê wî bû, çeleng û mêrxas bû. Remezan pir ji zarokan hez dikir, ne tenê zarokên xwe, lê wî ji zarokên cîranan jî hez dikir, digot: ev paşeroja me ne, ev in yê ku bibin ajovanê gemiya me û miletê me bighînin qefê. Pêwendiyên wî bi derdorê wî re xweş bûn, dilê kesî nedihişt xêrxwazê mirovê hêja bû tucarî ne dihesedî malê xelkê. Rojekê Remezan li ber dikana xwe rûniştiye şeqeşeqa tizbiyê wî yî qoq weka reqereqa tavê buharê bi ser gund, dikeve, her libek bi qasî gûzekê ye, wa dibe vî alî û tîne aliyê dî bihna wî teng bûye tengijî ye, wê rojê kes li dora wî nîn e… Remezan xwe li ser kursî kiriye titik, serê wî di ber de ye her serê kêlîkî serê xwe radike li dora xwe dinêre kesî nabîne keserekî dikşîne û careke dî serê xwe dadixe û xwe bi tizbiya xwe mijûl dike… Nema hedara wî hat, da xwe rabû berê xwe da bergihê malê giha ber derî. Beriya ku derbasî hewşê bibe li şûn xwe meyizand dî wa zarokek ji hêla Bakur ve bi bazdan tê bi ser wî de bihnefişk bi wî zarokî ketiye…. Dema ku Remezan çav li lawik kir bi şûn de vegeriya li ber dikana xwe sekinî ta ku lawik giha cem wî jê re got: Xalê Remezan nameyek ji te re hatiye…! Remezan jê re got: Ka bide xalê xwe…Lawik kaxet da destê wî… Remezan li kaxetê nêrî quliband vî rexî quliband rexê dî. Remezan nizanê bixwîne, ji lewma ji lawik re got: Birazî kî daye te? Lawik jê re got: Xalo zilamekî li wê kolana ha ez dîtimji min re got: ma tu dikana Remezanê Kabreş nas dikî? Dema min jê re got erê xalo ev kaxet da min ji min re got: bibe ji xalê xwe Remezanê Kabreş re…!
Remezan ji lawik pirsî ew zilam gundî bû yan biyan bû?.
Lawik got: Ez wî nas nakim? min tucarî ew li gund nedîtiye!.
Remezan got: Lê wî çawa da te?
Devê lawik li hev herbilî zanî ku wî tiştek nebaş kiriye lê ew nizane çi ye?, lawik kêlîkê ma sekinî li Remezan dinêre wek ku yek ji xwe re bêje ma ya min çi ye, lê ev gotin jê re negot. Remezanê Kabreş dî devê lawik li hev herbilî! Zanî ku lawik tirsiyaye, ji xwe re got, Ma ya vî feqîrî çi ye? Wek yekî ku bi xwe bihise ku gunehek kirbe rabû ji lawik re got: De baş e Xwedê te bihêle birazî. Lawik bi şûn de vegeriya Remezan jî kaxet berda berîka xwe û berê xwe da çû ber derê hewşê bang kir: Ebdo… Xorîşd… Azad! ka kî ji we li mal e law? Pêjna kesî nehat carek dî bang kir, Emîna hevjîna wî ji odê derket jê re got: Te xêr e Remezano! te çi divê?.. Remezan got: Ka kî ji zarokan li mal e, ka ji min re bang bike yekî ji wan. Emîna zanî ku tiştek li ser zimanê mêrê wê heye, çimkî di bangkirina wî de xuyaye ku tiştek li cem Mêrê wê heye… Lê wê nekir tiştek tenê jê re got: Kes li mal nîne ez nizanim bi kû ve çûne. Remezan got: Ji te re negotine em ê bi kû ve herin? Emîna got: Ma kengî ji min re gotine heta îro ji min re bêjin! ez ji ku dizanim bi kû ve çûne, gerek tu zanibî bi kû ve çûne. Remezan kaxet ji berîka xwe derxist lê meyizand derê wê vekir, pelek dirêj jê derxist ew pel quliband vî rexî lê meyzand quliband rexê dî cardî bi kûrahî da berçavê xwe lê tiştek jê fêm nekir cênîka xwe xwerand serê xwe berda erdê kêlîkî, di cihê xwe de ma sekinî, ramiya, careke dî serê xwe rakir dît ku hîn hevjîna wî sekiniye û lê dimeyzîne… Çaxê ku Remezan dît ku lê dinere kaxeta xwe li hev pêça berda berîka xwe û bi şûn de vegera, giha ber derê hewşê careke dî li hewşê vegeriya û yekser berê xwe da odeya mêvanan!. Emîna jê re got: Ev te xêr e Remezano ew çi kaxete bi te re? û tu diçe û tê? Remezan deng nekir û neaxivî, xwe nebihîstî kir û derbasî oda mêvana bû. Emîna jî li pey wî çû li eywanê sekinî. Wê dizanî ku tiştek di bin zimanê mêrê wê de heye, lê naxwaze jê re bêje û ew jî newêrê du cara gotina xwe dubare bike û jê bipirse. Emîna li eywanê ma sekinî guhê xwe da ser odê ka wê Remezan çi ji mêvanê xwe re bêje?! Remezan derbasî odê bû silav li mêvanên xwe kir û ew kaxet dirêjî destê Hisên kir… Hisên li nameyê meyzand jê re got: Ev çi ye.. ?!
Remezan jê re got: Ez nizanim çi ye ku min zanîba çiye min nedida te. Hisên name vekir dî va bi Tirkî hatiye nivîsandin. Di cî de rengê wî hate guhartin qermîçonka xwe berda ser riwê Hisên bi tirs û lez ji Remezan pirsî: kî da te kî ji te re anî?
Remezan got: Ez nizanim, lawikekî anî ji min re got, zilamekî daye min û ji min re gotiye bibe ji Remezanê Kabreş re, min ji lawik pirsî, Kuro kî bû ew zilamê ku ev kaxet daye te? lawik got, Xalo ez wî nas nakim, wî ez li celdê dîtim û ji min re got, vê nameyê bibe ji Remezan re, û ez nizanim bixwînim û kes ji zarokan jî li mal nîne ji lewma min ji xwe re got, ez ê bînim ji te re û ti bixwîne ka ev çi ye ka kî şiyandiye ka ji kû hatiye ka çi tê de heye??!. Hisên carek dî jî li kaxetê nerî, lê ew î bê dilê xwe quliban vî rexî rexê dî kêlîkî lê meyzand keserek ji kurahiya dilê xwe kişand. Hisên di bin dûvikê çavê xwe re li hevalê xwe meyzand dî va çavê teva lê ye. Hisên xwend û pê re pê re rengê wî hate guhartin çavê wî vebûn. Necla Baksî hevjîna Hisên jî li tenişta Hisên rûniştiye wê jî li mêrê xwe anî der ku ew kaxet “Peyama” di destê wî de tiştek nebaş tê de heye ji lewra rengê wî hate guhartin!. Necla Baksî di bin dûvikê çavê xwe re li çavê her hevalekî meyizand yek bi yek dî ku ew jî mane behitî ji guhertina rengê Hisên!. Lê kes napirse ka ew çi ye? çimkî Hisên serokê partiya wane “Partiya Kawa”, û ew pir hirmet û rêzê ji Hisên re digrin. Hisên jî tekekî mêra ye. Necla qermîçonkên riwê wan hevalan yek bi yek xwend û di ber re li mêrê xwe jî dinêrî. Riwê Hisên bi sed zimana daxivî ji dûrahiya sedek erd dibêjê vê namê ez tevlî hev kirim. hemû kerr bûne wek mirov kevirekî bavêje gola beqan çavê wan zîq li Hisên e, ka wê çi bêjê?! Çavê teva maye li devê Hisên ka wê kengî xwendina namê bi dawî bike, û ji wan re bêje çi di namê de heye?Remezan nema xwe girt ji Hisên re got: Çi heye ka ji me re jî bêje wele em li benda te qerimîn.
Hisên deynekir ta ku name bi dawî kir serê xwe rakir li Remezan meyizand jê re got: Ji te dixwazin ku tu ji mala xwe berdî me!..
Remezan got: Ji xwe henek û laqirdî ji min kêm in, ka bi rastî bêje çi di wê kaxetê de heye!?
Hisên got: Ez bi rastî ji te re dibêjim, ez ne henek û laqirdiyan dikim wa wiloji te xwestiye? çavê Remezan çûne pişta guhê wî ji Hisên re got: Ê ka ew kî ne ta kû ji min dixwazin ez ji mala xwe berdim mêvanên xwe!?.
Hisên jê re got: vê ji wan re bêje, çima tu ji min re dibêjî..?
Remezan got: mane divê ez pêşî wan nas bikim ew kî ne birastî ez nizanim.!? Hisên got: Ev mala Silo ne ma tu wan nas nakî?
Remezan got: bawer bike ez wan nasnakim?!
Hisên ji Remezan re got: ev mala Silo ne ew tiştê wisa nizanin ew bi hikumetê ve gêrêdayî ne û ji wa weye ku her tişt wê wek dilê wa bi rêve here? çimkî ew li Serxetê wisa dikin pêstûriyê li perîşana dikin û hikûmet jî piştgiriya wan dike..
Remezan destê xwe danî ber çena xwe domekî ponijî dûv re ji Hisên re got: Ê de ew û hikûmeta xwe ji bavê xwe de bê minet in, her yek kurê bavê xwe ye mane va Serxet e, cihê destê wa heriyê bila lingê xwejî bixnê.
Hisên li nav çavê Remezan meyzand agir di çavê wî de diçirise jê re got: Ev malbat ji demek dirêj de dijminatiya me dikin, ne ji niha de ye, ev dijminatî ne bi destê wa ye, hikûmet wisa ji wan dixwaze wa dajo li ser vî karî, ew dijminê pirsa kurd in û bi hişkayî dijî kurda disekinin û piraniya wan bi Mîtan ve girêdayî ne. Xuya dike ji wan re hatiye gotin ku em hatine mala te, ji lewma wa ji te xwestiye ku tu me nehewînî?
Remezan got: dijminatiya we li ser çi ye? Ma tiştê kesayetî ne yan li ser kurdîtiyê ne û ya min çi ye.. Ez îro binxetî me…?
Mihemd Emîn gote Hisên: Heger tu destûra min bidî, ez ê ji apê Remezan re bêjim?
Hisên jê re got, Fermo hevalê Mihemed Emîn.
Mihemd Emîn berê xwe da Remezan jê re got, apê Remezan dijminatiya me û vê malbatê ji çaxa ku kurd li ser riwê gerdûnê hatine xuyakirin. Bû tiqetiqa Remezan kenî got: Çawa ji dema ku kurd hatine xuyakirin hûn dijminê hev in? Mihemed Emîn ji Remezan re got: Wele ez ji kerba hinavê xwe wisa dibêjim, apê Remezan dijminatiya me û vê malbatê ji van salê ku kurda li Kurdistana
Bakur dest bi karê kurdewrî kirine, ev malbat dijminatiya Kurdan dikin, ez bawer im ji berê berê de ku vê malbatê dijminatiya Kurdan kiriye, wek ku me gelek caran bi wan re daye û sitandiye. Lê beriya du salan ez û Silo ketin gengeşeyekê de me qirik û gewriya hev li ser pirsa Kurdî ziwa kir. Yê wan, ew bi hikûmetê re ne divê ew wek hikûmetê bêjin çimkî hikûmet pereyan dide wan, û ew wisa perwerde kirine, mezinê vê malbatê li ber destê Tirkan rabûne ji kaniya ramanê wan vexwarine, birastî ew bi ramanê xwe ji hêla pirsa kurdî ve ji Tirka pîstir in.
Ew dixwazin xelkê devera wan bibin zilamê hikûmetê, yê ku ne wek wan li ser pirsa kurdî binêre ew jê re qebûl nakin! mixabin ew dixwazin miletê kurd tevî li gor berjiwendiyê xwe bi kar bînin. ez bawer im tu Silo nas dikî?
Remezan got: Belê min navê vê malbatê bihîstiye lê peywendiyên min bi wan re nîn in, lê bi rastî ez naxwazim wan nas bikim ji ber ku ne tu malbat e?.
Mihemd Emîn got: ew mezinê wê malbatê ye ew muxtarê gund e, Ê ez û wî ketin qirik û gewriya hev li ser pirsa kurdî ka ji mafê kurda ye ku ew jî doza mafê xwe bikin û bibin xwedî welat yan na?!. Ew nabînin ku ji mafê kurda ye dema vê dozê dikin!. Li gor gotina wan tu sedem nîn in ta ku kurd doza welata dikin ji ber ku tiştek ji kurda kêm nîne çima vê tevlîheviyê dikin ev hin hene li pişt wan e ta ku vê xirabiyê di Tirkiyê de dikin ev karê dijmin e!. Tu dizanî Silo digot, ma Kurd çi ne ta ku doza welata dikin? û sixêfên pîs kirine kurd û Kurdistanê û şehîdên kurdan wek Leyla Qasim û serok û rêberê kurdan hemî dane ber hev, dema ku wî sixêf kirin nema em axivîn me axaftin birî û her yek ji me bi rêya xwe de çû. Lê ez tengijîm nema rêya min di kevelê min de hebû bi rastî ez pir aciz bûm, lê min deynekir, Piştî ku ez çûme Nisêbînê min ji hevalan re got: Divê hûn Silo bikujin û gerek çi kesên wek Silo ku zimanê li ser kurd û Kurdistanê dirêj bikin û sixêfa bikin Şehîdan yekser werin kuştin..! ji bo êdî her kes lingê xwe bikşîne ber xwe… Hevalan texsîr nekirin ataxî lê girtin ta ku rojekî ew û pismamekî wî li bajarê Nisêbînê di nîvê bazarê de kuştin. Ji wê rojê de ev malbat tim bela xwe li hevalên me didin û astengiya ji me re çêdikin û gilihê hevalên me li cem Cendirman dikin, yanî her tiştê ku tê serê me hiştine li rexekî û serê xwe xistine di serê me de!! Remezan kevçiyê xwe avête xwarina li pêşiya Mihemed Emîn û gotin ji devê wî girt.
Jê re got: dêmek ew bûne Tirk, bû tiqtiqa hemûyan, bi gotina Remezan kenîn, Hisên ji wan re got: niha ne çaxê ken e, bihêlin bila hevalê Mihemed Emîn gotina xwe bi dawî bike. Bi rastî ne ji me tenê re wisa na çi kesê ku bi pirsa kurdî mijûl dibe û ew dibihîzin wa didin girtin û kuştin yanî ew çav û guh û devê hikûmetê ne di herêma xwe de û gelek tengasiyê ji welatparêzan re çêdikin, yanî ev mal eşkere dijminatiya me dikin û hevaltiya hikûmetê dikin. Mane hikûmet jî li kesên wisa digerin û piştgêriya wan dikin. Qey wan bihîstiye ku em li virin ji lewma ji te re şandine û dixwazin tu berdî me da ku ji hikûmetê re bêjin va li Sûriya jî em li dûv wan in.
ÇavêRemezan çûne pişta guhê wî, aqil di serê wî de nema li mêvanan nêrî devê xwe bir û anî gotinê xwe di mejiyê xwe de necirandin û ji Hisên re got: ka wê nameyê bide min Xwedê mezin e…?
Hisên name da destê wî jê re got: tê çi bikî jê…?
Remezan deynekir, kaxet berda berîka xwe û berê xwe da deriyê odê giha derî destê xwe avête çilpika derî ku derkevê cardî bi şûn de vegera berê xwe da Hisên jê re got: Ev çi mêr in yê ku ez ji bo wa berdim mêvanên xwe qey ev min nas nakin bavo…!? Wele dera ku ez bi şev lê digerim ew newêrin bi roj lê bigerin, ma ew min nas nakin..? Mane ez di qurtek av de difetisim. min hesab ji kesî re nekiriye heta ku ez ji wa bikim. Min hesab ji hikûmeta wan kiriba min di nava rojê de li sînor ne dida û min eskerê wan di kozik û çeperê wan de girênedidan û ez di çûm Serxetê….Dema ku axa ji gundê xwe berdida gundiyan, ew dem çû ev ne axa û begê berê ne û ne jî em ew gundiyê berê ne, ma bi çi aqilî ji min dixwazin ez berdim mêvanên xwe..!? Dûv re ew li welatekî ne û ez li welatekî me û ez ne nanxwerê wan im, ez ne gundiyê wan im , ev bi çi heqî dibêjin ka berde mêvanên xwe? Xwêdanê di çênîka serê Remezan re avêt, domekî di cihê xwe de ma sekinî, dûv re got: Niha hûn birastî dibêjin wan ji min xwestiye ku ez ji mala xwe berdim we..!?
Remezan li riwê tevan nêrî, hemû mane sekinî lê çavê wa dibêje rast e wa wisa ji te xwestiye ku tu ji mala xwe berdî me!
Pîreka Remezan Emînê xwe daye pişta deriyê eywanê û guhdarî wan dike, çimkî pir ji mêrê xwe dipilikîne jê newêre herê odê cem wan. lê dixwaze nas bike ka ew çi name bû di destê mêrê wê de ji lewma xwe daye pişta derî û li wan guhdarî dikir. Remezan nizane ku Emîna dengê wan dike, çaxê ku da xwe rabû û ji wan re got: de ka ez ê niha herim heta êvarî Xwedê mezin e, û hate ber derê odê, carek dî li wan zîvirî, got: ma ya we çi ye ew ji min dixwazin? Ez û wa li hev. Ka em binêrin ka wê çi bikin ka rast e xwediyê zirtê xwe ne. Bila xweşmêrê wan werin ka ez wan bibînim..!? kesî deng nekir, kêlîkî mane sekinî, her yek li benda yê dî ye, ku ew bêje lê kes ne axivî û hemû bê deng mane… Emîna dengê Remezan dike zanî ku wê ji odê derkeve… Da ku Remezan wê li pişt deriyê eywanê nebîne bi lez derkete hewşê.
Dizane ku Remezan wê li pişta derî bibîne wê pê de bixeyde û wê jê re bêje tu qelewîzê li me digre ma tu ataxa wan î. Dema dî Remezan ji odê derneket. Emînê bixar derbasî oda dî bû û gote bûka xwe: Kezî kurê Felekê hineka ji amê te re kaxetek şandine û tê de dibêjin berde mêvanên li mala xwe…!? Lawo ma ev kî ne…!? Qey va çi kiriye ma qey va ew keçika bi xwe re revandine…!? Felekê got: waweylê jinamê ma wê çawa evqas zilam jinekê birevînin?
Emîna pîrekek gundî ye ew tiştekî ji kar û xebata ku di ber kurdîtiyê de nizane û li cem wê jin bi zilaman re bigerin şerm e. Li cem Emîna jin ya malê ye, ne ya çol û çiya û xebat û şer e, ji lewma wê ew pirs ji bûka xwe kir lê piştî ku bûka wê ew bersiv dayê wê pirs bi rengekî dî kir û got: Ma nexwe va mêr kuştine kezî kurê Felekê, te ji Ebdo nepirsiye van çi kiriye ta ku baz dane. Felekê got: Jinamê ez ji ku diwêrim tiştê wisa ji Ebdo bipirsim ma tu kurê xwe nas nakî?.
Remezan ji odê derketiye li hewşê diçe û tê û kaxet di destê wî de ye carna dixê bêrîka xwe de û ji berîka xwe derdixe, lê dimeyzîne careke dî dixê berîka xwe de wek masîkê jehir xwarî lê hatiye!!.
Hisên bang kire Remezan ka we re bavê Ebdo!?
Remezan lê vegerand got: Belê mamoste?..
Remezan cardî vegeriya odê û bang kire pîreka xwe Emîna ka çakî bi darçîn ji me re çêke û bîne odê û çû li cem Hisên rûnişt.
Hisên jê re got: Mala we ava, ev çend roj in em di ser çavê we de ne me aramiya we xirakir û em nehatine serêşiyê ji we re çê bikin, em ê îşev ji vir herin çêtir e em ji we re bibin bela, û armancek me heye em ji ber armanca xwe di vir de derketine. Em şoreşger in rojekî li vir in roja din li cîkî dîne û tu dizanî pirsek me heye em xwediyê pirsê ne em ne xwediyê derdeseriya ne… Çaxê ku Hisên bang kir Remezan Emîna bi destê Felekê girt û çûne eywanê guhê xwe dane ser wan ka wê çi bêjin. Dema ku dîtin Hisên dibêje em ê herin em nehatine ser êşiya ji we re çêkin, Emîna gote Felekê te dengê wan kir waye wê herin başe mala Xwedê ava.. Felekê got: Ka bisekin ka amê min wê çi bêjê belkî amê min nehêle ew ji mala me herin ma tu amê min nas nakî?… Emîna got: ma çawe ez amê te nas nakim.. Remezan axavtin ji devê Hisên girt û jê re got: Bawer bike piştî vê nameyê min nehişt hûn ji mala min herin û ronahî di çavê min de hebe û tiştê ji wan tê bera texsîr nekin û dera destê wan heriyê bila lingêxwe jî têxinê, û ez hêvîdik im hûn nema vê mijarê ji min re bibêjin hûn wisa min kêm dikin û ez ne yê ku hûn wî kêm bikin… Ez Remezanê Kabreş im jinan zarokê xwe bi navê min dirazandin, û hin hebin ji min bixwazin ez berdim mêvanê xwe, ji mala xwe di bin gefê wan de hema bila ez bimrim ji min re çêtir e..
Li eywanê Emîna ji bûka xwe re got: yadê mane ev zilam tim wek xwe dike, bi navê Xwedê Remezano nahêle ev camêr li ser oxira xwe herin û wê ev mêrik belayekî ji me re bîne bi vê serhişkiya xwe!. Ma em ji kû dikarin berberiya Tirkan bikin, vaye sînor gavek e, ma ku şevekî hatin bi ser me de girtin em ê çi bikin û wê kî bêje çi?! Felekê jina Ebdo ye. Ebdo kurê Remezan e ta astekî wî şopa bavê xwe di kirîn û firotina çekan “Sîlah” de girtiye. Felekê ji xesûya xwe re got: bihna xwe fereh bike jinamê heta êvarî Ebdo û Şikrî hatin ez û te em ê ji wan re bêjin ka ew ê çi bêjin? Hîn ew bi hev re daxivin Remezan ji odê derket lê agir ji çavên wî diçû berê xwe da dikanê bê ku bi kebaniya xwe re yan bi bûka xwe re baxive!?.
Felekê ji jinama xwe re got, va amê min çû ber dikanê ka li dûv wî here ka tu tiştekî jê fêm nake?. Remezan vegeriya ber dikana xwe li ser kursiyê xwe rûnişt lê tengijîye hatiye dagirtin rêya wî di kevelê wî de nema ye ji xwe re got: Ez sax li dinya yê û hinek ji min bixwazin ez berdim mêvana ji mala xwe, diyar e ev hêviya mêraniyê ji min nakin!!?.
Remezan di qurtek av de dixeniqe, hingî bihna wî tenge. li ser kursiyê xwe rûnişt kufkufa wî ye wek hebanekî lê hatiye mirov topizkekî lêbixe wê bipeqe! Emînê çû li cem wî rûnişt jê re got: Remezano xêr e kufkufa te ye qey çi di wê kaxezê de hebû heta ku tu wisa aciz î? Remezan zîq li nav çavê wê meyizand bê ku lêvê xwe ji ser hev rake lê wek ku bi çavê xwe jê re bêje, Emînê tu xwe tevlî karê min nekî. Emînê jê re got: Remezano pêşiyê me ne ji xwe de gotine yê bê hesab be wê bê hesab here!?? Tu bi ya min û ya Xwedê bikî destûra van camêran bide bila li ser oxira xwe herin çêtir e, zarokê me hûr in, me bela wa nîne, ma ku şevekî ji van ew bêbavê Tirka werin bi ser me de bigrin wê kî bêje çi yan em ê çibikin…?
Damarê Remezan li hev ketin rayê mêraniyê li nav çavê wî re derketin çavê wî weka du fincanan vebûn got: Emo Emo te vê carê ev gotin got careke dî nebêje bi wî Xwedayê ez û te dayîn ez bibînim tu vê mijarê bi min re veke tu nema nanê min dişkînî, rabe ji cem min here berî ez te bidin ber kopalan, ev ji min kêm e da ku sibe xelk bêjin wele Remezanê Kabreş ji tirsa çend serseriyên Tirkan berda mêvanê xwe!.
Here binêre ka çi ji mêvanan re lazim e, ji çakî ji qehwakî, wele ev ji riha bavê min kêm e! Emîna da xwe rabû çû odê ji Felekê re got: Min ji te re negot mirov nikare pirsekî ji wan bikî yadê bihna wan teng e. Felekê got: qey amê min bi te re xeyidî? Emînê got: yadê min pê re dirêj kirba wê li ber wê dikanê ez bidama ber dara? Xeyîdî û berda min, gote min ji vir here û carek dî vê mijarê bi min re veneke, Felekê got: de ka dergûşa lawik bihejîne ez ê herim çayekî ji wan re çêkim belkî amê min jî vexwe wê bihna wî fireh bibe?.
Emînê li ber dergûşê rûnişt û dergûşa neviyê xwe Ferhadê Ebdo dihejîne di ber re lorîka ji lawik re dibêje ta ku lawik di xewê ve çû. Felekê jî çayek sorî qurmizî misk û ember di nav de ji vêya tu dizanî çêkir û bire ji mêvanan re, û qedehek anî gote xesûya xwe vê qedeha çayê bibe ji amê min re belkî bihna wî fireh bibe û tu tiştekî jê fêm bikî. Emînê rahişte qedeha çayê bire ji Remezan re. Dî ku Remezan bi tenê li ber dikanê rûniştiye serê wî di ber de ye dipûnije Emînê jê re got: wa Remezano? Remezan serê xwe bilind kir lê meyizand lê xuya ye ku hîn qehrê ew bernedaye bihna wî fireh nebûye, çavê wî wek du fincanên xwînê di kurtê xwe de dilîzin. Emînê got: yê te bibîne wê bêje qey deynê vê dinya yê tevî li te ne Xwedê mala te ava kirî tiştê Xwedê kirî betal nabe! ma wa gotiye Xwedê jî gotiye? ka vê şûşa çayê vexwe wê bihna te fireh bibe.
Emîna şûşa çayê da destê wî li cem rûnişt. hevjîna wî ye, ev 25 sal in jin û mêr in, gelek rojên xweş û nexweş bi hev re bûrandine, gelek qere-çarşem di ser wa re çûne diya zarokê wî ye. Remezan serê xwe rakir got: belê çawa ez venaxwim, Emîna li cem wî rûnişt dilekî wê dibêje jê re bêje dilekî dî dibêje na keçê mebêje, wê dilê te bihêle ma tu mêrê xwe nas nakî?! Herdu li cem hev rûniştîne lê yek bi yê dî re naxive Remezan ji qehra û Emînê ji tirsa! Emînê anî bîra xwe çawe di wa şevê zivistanê yên dirêj de çavê wê dima li rêya mêrê wê ka wê kengî ji Serxetê dakeve binxetê, xew ji çavê wê diçû xwe di nav cihê xwe de diquliban ser vê teniştê xewa wê nedihat xwe diquliband ser tenişta dî cardî xewa wê ne dihat! dirabû li ser cihê xwe domekî di rûnişt guhê xwe dida ser derê hewşê lê tu pêjina mêrê xwe ne dikir.. Emîna gelek cara şevê xwe wisa derbas dikirin çavê wê li rêya mêrê wê diqerimîn xew ji çavê westayî difirî ta ku Remezanê Kabreş ji qaçaxçiyê dihat!. nexasim şeva ku dengê gulleyan ji Sînor dihat wê şevê hedara Emînê li ser cihê wê nedihat lingek wê li derê odê bû yek li ber pencerê bû, ku dengê gulleyan li ser hev dihat dilê Emînê dihate guvaştin nema tebata wê di odê de dihat derdikete hewşê û guhê xwe pêl dikir bi ser hêla sînor û dengê gulleyan ve. Şeva ku gelek baran dihat Emînê temtûlek ji xwe re ji çiwêl çêdikir û dima li ber dîwarê hewşê û çav û guhê wê dima li rêya bavê zarokê wê. Emînê di dilê xwe de dikele, lê newêrê li xwe bîne der!!. Remezan li ser kursiyê xwe rûniştiye berê wî li Bakure li dûr dimeyzîne bê ku çavên xwe bişkîne yan berê xwe bizîvirîne wek ku mirov li tiştekî meyzîne û nexwaze ew tişt ji ber çavên wî winda bibe.
Demek xweş herdu mane wisa ji nişkê ve, Remezan berê xwe da Emînê û jê re got: ma te çayê da mêvanan jî?
Emînê li ciyê xwe hilçenî got: belê min çayê danî ber wan û ez hatim.. Remezan rahişte şûşa xwe ya çayê firek ji çaya xwe vexwar, destê xwe avête berîka xwe pakêt ji berîka xwe derxist devê wê vekir dî va pakêt vale ye, li Emînê meyzand xwest jê re bêje qey zarokan çixara ji pakêta min derxistine lê çavê wî bi koma qûnikê li pêşiya wî ket gotina xwe daqurtand hêdîka da xwe ji cihê xwe rabû çû. Emînê bang kiriyê tê bi kû ve herî? Remezan deng nekir sûrikand çû pakêtek ji kulînê derxist û bi lez hat giha ber Emînê jê re got: ma ez ê bi kû ve herim mane ez bûme xwedî neyar newêrim ji malê derkevim. li ser kursiyê xwe rûnişt pakêta xwe vekir çixarek jê derxist xiste nav lêvên xwe yî ziwa de, hesteyê xwe derxist destê çepê ji heste re kire kovik û çixara xwe vêxist du sê miz li ser hev jê kişandin diwê çixareyê belav bû, zimanê wî gij bû qirika wî tixtixî, kuxte kuxta wî rondik ji çavên wî barîn. Emînê jê re got: ji vexwarina van çixara berde ma ev bû çend car bijîjk Qasim Miqdad ji te re dibêje dev ji çixara berde wele tê bi vî serê xwe yê hişk min li ber dîwaran bihêle. Remezan awirek tûj jê veda û deng nekir!. Remezan rahşte şûşa çayê bi ser xwe de kir da destê Emînê jê re got: we çi şîv ji me re çê kiriye vaye diniya êvar e? Emînê got: ew serûpiyê duh te anînbû min ji Felekê re gotiye deyne ser êgir mane paqijkirî ne tiştek ji wa re navê wê vê gavê çêbin ji nîro ve min heşandine û nazikin…
Remezan got: de rabe here alî bûka xwe bike çêtire tu li cem min rûniştiyî. Remezan dixwaze Emînê ji cem wî here çêtire ku gotin motina jê re bêje, yan pê de bixeyide, û ew vê yekê naxwaze, û ji alîkî ve dixwaze bimîne bi tenê da ji xwe re bipûnije?!
Emînê da xwe çû malê Remezan kete ramanên kûr, yekî ew dibir û yekî ew tanî dike û nake nikare bawer bike ku hin jê dixwazin berdê mêvanên xwe. Ev ê mijarê ew serobino kiriye, giyanê wî li hev xist hiş di serê wî de nehişt nema di zane birame. Anî bîra xwe çawe di salên bihûrî de ew bi eskerê tirkan re ketiye şer û ketiye tengahiya û kariya xwe xilas bike, û bi roja xwe di şikeftan de veşartiye, bê xwarin maye lê tu carî tirs ne ketiye dilê wî û nejî hêrsê wî daketine. piştî ku Remezan ji cem mêvana çû dikanê, Hisên ji hevalên xwe re got: gelî hevala hûn malbata Silo ji min bêtir nas dikin, ka çi qasî destê wan di hikûmetê dedirêj e, û ew dikarin çi bikin? Xoce berpirsê partiya Kawa ya devera Nisêbînê û gundewarê wê ye ji Hisên re got: Hevalê Hisên ev hevalê rûniştî tev wan nas dikin, ev malbat heta dawî girêdanên wan bi hikûmetê re hene, û hin ji wan di Ergekon de ne, tu dizanî destê Ergekon çiqasî dirêje û ew dikarin çi bikin, yan wê çibkin!? ez bawer im kes ji havalan nikare bersiva vê pirsê bide û ne ez dizanim… Lê em çi bikin ev biriyar ya te ye? Ez nizanim heger tiştin li cem havalan hebin ew dikarin bêjin, berê xwe da hevalên rûnşitî got: gelî hevalan hûn çi dibêjin, we dî hevalê Hisên name xwend em herin em li vir bimîn in em çibikin her yek ya dilê xwe bêje? Hemûyan li hev meyizand bê ku kes ji wan biaxive!!??
Wek ku ji wan re bêjin em vê biriyarê bi hêviya we ve dihêlin hûn çi dibêjin em ê wisa bikin. Mihemed Emîn (Xoce) got: Mamoste Hisên heval li benda biriyara te ne? Necla Baksî xanima Hisên e, ew jî endama komîta navendî ya Partiyê ye got: Ez bim em ê ji vir herin çêtire ku em serêşiyê ji vê malê re çêbikin em nehatine piroblêman ji kesî re çêbikin nexasim mala ku deriyê xwe ji me re vekirine. Wa hûn dibînin îro çend roj in em di ser çavên wan de ne bi qedir û qîmet, heger ku hûn biya min bikin emê ji vir herin yan ji hev bela bibin çêtir e ku em belana ji wa re çê bikin wê li ser me giran be heger ku hûn bi ya min bikin emê îşev ji vir herin çêtire ku em hetanî sibê bimînin..!
Xwendevanê rojnameya me li bendî xelka 2an ji vê kuştarê bin1.12.2015