(Di Navbera Qeşengiya Pilaton û Desthilata Ibin Xeldûn De)
“ Di vê bîrdozeyê de, Ibin Xeldûn li ser yeksaneya jiyana destelatê diçespîne, û bi vê şêweyê huner kir berdestê destelatê”.
“ Pilaton dibîne ku evîniya herî bedew û bilind ewe ya ku xwe dûrî bercewendiyan dibe , ya ku dûrî daxwaz û xwestekan be”
Xweşnav Heso
Ibin Xeldûn (1332-1406 .z) dibîne ku huner û şûr li destê xwedanê dewletê de her wekî hev in, carnan şûr bi kar tîne û carnan hunerê bi cih tîne .
Ber ku bandora hunerê ji bandora hêz û zoriyê ne kêmtir e, rast e ku huner û hêz nakok in, lê, heger yek ji wan li kar be , cihê yê din ewê nebe, û yek ji wan bêyî yê din nabe û serast nabe, herdû hevdû temam dikin !
Heger huner li kar be, ew ê hêz raweste, û gava hêz li dar be bê guman ewê huner li paş be .
Ibin Xeldûn bi vê wateyê me vedigerîne navnîşana huner û destelatê bi têgeha berfereh, ango li pêştiriya destelatê bo birêvebirin û bidestxistina hunerê, û rawestana wê li kar û naveroka berhemên hunerî.
Lê kengî rola hêzê ye, û kengî rola hunerê ye?
Li gorî Ibin Xeldûn, rola hêzê di destpêkê û dawiyê de ye, da ku kok û damarên destelatê bi cih bîne û biçespîne, di nava van her du qonaxan de xwedanên hêzê baştirîn karmend in, û cihê wan yê herî bilind e.
Û rola hunerê di nava jiyana destelatê de pêk tê, di navbera destpêk û bervî dawiyê de xwe bi cih tîne, gava ku hêmenî û aramî belav be, û dema ku êdî hêz nema gerek be.
Li ser bingeha vê qonaxê, komar an jî destelat bervî dîmenekî din de diçe, û diyar dibe di vê qonaxê de peydabûna hunerê ya ku girdaya aştiyê û hêmeniyê ye, û derbaskirina pêdiviyên sereke bo hemîşeyê.
Di vê bîrdozeyê de , Ibin Xeldûn li ser yeksaneya jiyana destelatê diçespîne, û bi vê şêweyê huner kir berdestê destelatê.
Û li gorî vê nerînê eger huner bi tûmî têkeve destê destelatê, gerekiya destelatê bi çek û hêza zorkirinê êdî namîne di demên vehesiyê de.
Ibin Xeldûn dibîne ku bi alîkarî û beşdariya nivîskaran kar û barên komarê serast dibe û saz dibe, û bi şîret û rexnên wan milet çak dibin û bajar şên dibe. nivîskar û huner kar ji boyî padîşah çav û dev û guh in, û mejiyê durist û rast in da ku ew tiştên çewt û xwar saz bikin.
Têkiliya huner û destelatê destpêkeke serekî ye ji gerekiya destelatê bo huneriyê , bo ku her dem huner deverên destelatê dozan û rast bike, û di riya şîretên wê ji gel re bi pêdawistên mejî û peyvên giran û tegeh .. ji lewra huner kar ji destelatê re dibe çav û dev û guhdan li gorî nerîn û bîrdozeya Ibin Xeldûn.
Evîn û Qeşengî li gel Pilaton
Pilaton an jî “Eflatûn” yê ku bêhtir navdar e bi bîrdozeya nemûneyî ,baldarê evîn û qeşengiyê jî bû , ber ku qeşengî yek ji sêyaneyên serekî ye di nasnameya Felsefê de .
Evînî ewe têgihişta di navbera cihana nemûneyî û hestyarî de ye, Pilaton dibîne ku evîniya herî bedew û bilind ewe ya ku xwe dûrî bercewendiyan dibe, ya ku dûrî daxwaz û xwestekan be, ji vê yekê, ewê evîniya di navbera jin û mêr de ne durist be ji ber ku ew li ser daxwazên laş û hestên dilbijok peyda bûye û xuya dibe.
Pilaton ev nerîn ji Sokratos wergirtiye, ne xem e, ma ne ew şagirt bû li gel wî?
Ji vê hêlê de Pilaton dît ku evîna durist divê ku di navbera du mêran de pêk bê, da ku ew evîn dûrî xwestekên dilbijok be, û her dem li rasteqîneya evînê bigere bêyî li bercewendiyan bixebite û bikole!
Armanca evînê qeşengî û çakî ye, û heger em bizanibin di felsefeya Yonanê ya kevn de têkiliya sûdekaran û qeşengiyê ne cêwaz bû, em ê nas bikin ku evîn ewe daxwaza çakiyê û qeşengiyê di vî warî de.
Evînî mebestek berz û bilind e ji ber ku ew babeta xwe û mijarên xwe derbasî cihana nemûneyî dike, ev cihana ku tê naskirin bi Maf, çakî û Qeşengiyê de, û heger çakî û qeşengî mebesta evînê be, gereke vê gavê ku afrandina hunerî û qeşengî bike, û çakiyê bikar bîne!
Evînî li gel Pilaton naxwe ewe kêşeya durist e ya ku afrandina hunerî ya resen peyda dike, û evîn ewe her ku dûrî bercewendiyan be, ji vê yekê de hunersazî bêhtir resen dibe da ku nûneratiya cihana nemûneyî û rastiyên hemîşeyî bike .