Bi hilkefta çaremîn salvegera koçbarkirina helbestvanê nemir Emerê Le`lê duh 6.11.2015 li bajarê Dêrikê li hola partiya Yekîtî (Wihdê) ev bîranîn hat li darxistin.
Di vê şeva bîranînê de Encûmana Niştîmaniya Kurdî û partiyên siyasî û saziyên çivaka sivîl û kesayet û rewşenbîr û nivîskar û gelek ji cemawrên devera Dêrik, Girkê legê, û dewr û berên wê amade bûn.
Bîranîna helbestvan Emerê Le’lê bi gotina helbestvan Loriyê Tildarî destpêkir ew î bi xêrhatina hemû mêvanan kir û bîstikek bê deng li ser canê Emerê Lalê û şehîdê kurd û kurdistanê rawestiyan.
paşê mamoste Xoce li ser jiyana helbestvan Emerê Le’lê axivî û got:” Jiyana wî di koç û koçberyê de derbas bûye, di kurdîtî û welatparêzî, û xizmeta gel û welat û toreya Kurdî de qedandiye.. û di nivîsandina helbest û kultûra gelê xwe de, jiyana xwe terxan kiriya.
gotina ENKS ji layê mamoste Mihemed Sibîh ve hate xwendin, û êdî helbest jî hatin xwendin û ew helbestvan jî evin: Bavê Fener, Bavê Kawa ,Ciwan Dêrikî, Bavê Adil, Welat Şêro, Elî Çil Axe, Emer Simaîl, Bihara ‘Eynî , Salih Bavê Şewqî , M.Şerîf Binxetî, Îbo can, Gulçin Umer ,Xorşîd Botî, Hesen Ebdurehman , Bavê Şivan.
Piştî xwendina helbestan Komîta mafê mirovan “MAF” xelata xwe ya rêzgiritnê diyarî nav û keda Emerê Le’lê kir, û ji aliyê M.Xelîl Eyûb ve radestî malabta Le’lê kir.
Di dawiya çaremîn bîranîna koçbarkirina helbestvan Emerê Le’lê de, gotina malbata navbûrî hate xwendin ji aliyê kurê Emerê Le’lê ve, helbestvan Hoşiyar Le’lê.
Hoşiyarê Le’lê spasiya hemû beşdaran kir, û diyar kir ku gelek kesayetî niha li vir amade ne, ku gelek bîranînên wan bi Emerê Le’lê re hene, û anî ser ziman ku çiqasî rola helbestvanan li devera me heye, nexasim di vê derfeta zêrîn de.