“Wê heya çiqasî û bi çi awayî ji nû ve ew pêşveçûnên li Dolmabaxçeyê sekinîn destpê bikin û wê çi guherînên nû derkevin, her kes bendewarê wê ye û eve jî tenê bi helwesta serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan wê zelal bibe. Çavê her kesî li Îmralî`yê ye”.
Hilbijartinên Tirkiyê di 1ê mijdarê de li Bakûrê Kurdistanê di nava şer û pevçûnên dijwar de birêve çû, lê dîsa gelê Kurd bi biryarek mezin û berxwedanek bêhempa partiya xwe hilbijart û HDP`ê cara duyemîn piştî hilbijartinên 7ê hezîranê ku di dîroka komara Tirkiyê de partiyek Kurd dikeve parlemanê. Ev e serkeftinek mezine û ev serkeftin di heman demê de serkeftina berxwedana Rojavayê Kurdistanê ku çarenivîsa Kurd li Bakûr û Rojava bi hev ve girêdayî ne.
Gava mirov hilbijartinên Tirkiyê şîrove bike nabe mirov encamên hilbijartinan wek 7ê Hezîranê û 1ê Mijdarê de weku serkeftin yan binkeftina aliyekî binirxîne!? Bi dîtina min pêwîst e em berê xwe bidin dîroka Komara Tirkî ku li ser înkar û tunekirin û çewsandina gelê Kurd berdewam bûye heya roja îro û cara yekeme ku Kurd weku partiyek bi nasnameya xwe diçe parlemana wî welatî. Rast e dema mirov dibêje çawa di navbera 5 mehan de HDP’ê milyonek deng winda kir û ji 80 kursî gihêşte 59 kursiyan û hinek weku binkeftin binav dikin lê kiryarên desthiladarên Tirkiyê û êriş û şerê li hemberî vîna gelê Kurd liberçav nakirin, bi baweriya min di vê hilbijartinê de AKP bi tang û top û teqînan jî biser neketiye û rexmî hemû êrîşan û operasyonan û sextekariyan carek dinê HDP’ê, û îradeya gelê Kurd biser ketiye.
Tişta ku bala mirov dikşîne esas AKP’ê dixwaze li hemberî encamên 7ê Hezîranê encamên 1ê Mijdarê wek serkeftina xwe ya herî mezin nîşan bide û HDP weku bi binkeftî nîşan bide, lê encamên 1ê Mijdarê 2015 li gorî encamên hilbijartinên sala 2011 ku AKP 326 kursî bidest xistibûn carek din di vê hilbijartinê de binkeftiye ku 20 kursiyên xwe winda kirine. Erdogan 400 kursî dixwest daku sîstema seroktiyê li Tirkiyê bipejirîne lê bi vê encamê AKP bi tena xwe ne dikare desturê biguhere û nejî sîstema serokatiyê li parlemanê pesend bike dîsa jî pêwîstiya wê bi partiyên opozisyonê heye. Li hemberî vê jî ku HDP`ê di sala 2011an 36 kursî weku parlemanterên serbixwe ketin parlemanê û îsal cara yekem e ku HDP`ê rêjeya %10 derbas kir û serkeftina xwe li hemberî êrîşên desthilata AKP’ê ku dixwest HDP`ê barajê derbas neke, ragihand.
Weku tê zanîn hilbijartinên 7ê Hezîranê de gelê Kurd ew encama ku HDP’ê ya %13 çaverê nedikir û weku suprayz bû, tenê hêviya Kurdan ew bû ku partiya HDP’ê bikare rêjeyê derbas bike, jiber ku yekemîn tecrûbe bû, gelê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê jî li hemberî siyasetên AKP ên li dijî Kurdan li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê (Kobanê) û sîstema serokatiyê ku serokomarê Tirkiyê Erdogan dixwest ji bo xwe tenê bike got؛Na. Civaka Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku pêwîstiya wî welatî bi HDP’ê û AKP`ê heye. Istiqrara Tirkiyê bi çareserkirina pirsa Kurd bi rêya pêvajoya aştiyê heye. Lê belê siyasetên hikûmeta Tirkiyê ya herêmî û navdewletî û ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê, hişt ku gelê Tirkiyê jê re bêje na.
Piştî ku AKP’ê dît ku nikare dengê Kurdan qezenc bike vê carê bi siyaseta li dijî Kurdan li Bakûr û Rojava û êrîş û kuştina Kurdan û teqînên li dijî HDP’ê li Amed û Enqerê û Pirsûsê û navçeyên din ên Kurdistanê karî dengê nijadperestên Tirk MHP`ê qezenc bike û hemû tişt kire qurbanê berjewendiyên şexsî yên Erdogan. Bi van êrîşan jî peyam da gelên Tirkiyê ku bi bê AKP`ê pêşereoja Tirkiyê wê tarî be, yanê got: “Hûn min hilnebijêrin wê Da’iş were Tirkiyê jî”. Helbet li hemberî ev rewşa AKP’ê tu partiyekî alternatîf tune. CHP`ê û hêzên din nikarin bibin alternatîf. Li hemberî vê rewşê jî HDP’ê dikare ji nû ve li xwe vegere û bikare li gel rastiya heyî tevbigere û bi siyaseteka defekto tev bigere ku bixwaze pêvajoya aştiyê carek din aktîv bibe. Lê eve wê heya çiqasî û bi çi awayî ji nû ve ew pêşveçûnên li Dolmabaxçeyê sekinîn destpê bike û wê çi guherînên nû derkevin, her kes bendewarê wê ye û eve jî tenê bi helwesta serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan wê zelal bibe. Çavê her kesî li Îmralî`yê ye.
Hin şîrovekar yan siyasetmedar encamên hilbijartinên 1ê mijdarê û kêmbûna dengê HDP bi rewşa şer û tenê bi êrîşên PKKê ve girê didin û ew siyasetên AKP ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Kobanê û Girê Sipî û her weha li şûna şer li dijî “Da’iş” şerê li hemberî PKK û PYD û kantonan û ew êrîşên AKP û teqînên li pêş û paş hilbijartinên 7ê Hezîranê nabînin. Dema Tirkiyê dît nekarî li Rojava pêşî li pêşkeftinên Kurdan bigre û siyasetên wê pûç û vala derdikevin rabû pêvajoya aştiyê xira kir û şerê bi temamî li dijî gelê Kurd ragihand.
Bi baweriya min belku ne weku dihat çaverêkirin be jî lê HDP’ê bi derbaskirina benda %10 serkeftinek mezin bi dest xistiye û barekî giran dikeve ser pişta HDP`ê ku bikare pêvajoya çareseriyê zindî bike û ew ne tenê nûnerên Bakûr, belku nûnerên Rojavayê Kurdistanêne jî li parlemana Tirkiyê û parastina doza rewa a gelê Kurd bikin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (31) de hatiye weşandin