Niha Mirovên Vê Herêmê Têkiliyeke Gelekî Xeter û Bi Zirar bi “xwe” Ya Xwe Re Dijîne”
Dildarê Aştî
Di dema dawî de, diyardeya koçberiyê bi xurtî sîtava xwe ber dide ser rewşa civaka me, gihiştiye asteke xeter û bi tomet, û xwe radikişîne man û hebûna netewî, asta normaliya xwe derbas kiriye, xelkên me koç û mal berê xwe dane vê bijareyê .
hemî astengên ku li ber koçberan çê dibin, ji derew û xapên rêberan , westandin û kuştina li ser sînoran, ta bi bûyerên deryayan û dernixûmbûna gemiyan, windabûna li nav dehl û rêlan, xeniqandina di çeman de, û hemî bobelatên ku em dibihîzin, rê li ber vê diyardeyê nagrin û gergeya wê teng nakin.
Sedemên sereke yên koçberiyê hatine naskirin , ji bilî sedemên girêdayî bi tevaya kirîza Sûriyê ve, bumbebarankirin ,wêranî, kuştina tevayî, û hemî encamên cenga navxweyî, ji hejarî,bêkarî, aramî û ewleyî, xwendin û paşeroja zarokan, ta bi sedemên siyasî, yên girêdayî bi leşkeriya fermî ya naçar ve û yaseya erkê xweparastinê li Rojava ,wisa jî ne razîbûna hin ji xelkê ji kargêrî û rêveberiyê…
_ Serbarî van sedemên ku li jor hatine bibîrxistin ,Sedemek bingehîn heye, girêdayî ye bi têgeha nasnameya netewî û nepêkanîna vê nasnameyê, yan jî têkçûna xewnê, yan jî dereng ketina pijandina pirojeyeke netewî ku gel di çarçûva xwe de bihêwirîne, hêviyan bi firê bixîne, asoyên jîn û vegeşîne li ber hêvîsaran veke, û baskên mizgînan liber pencera dozê liba bike .
niha mirovên vê herêmê têkiliyeke gelekî xeter û bi zirar bi, xwe, ya xwe re dijîne. Biyanbûnek xwe di kûrahiyên wî de dihirhitîne , ewî ber bi derbendên bi saw de digerîne, li xwe digere, lê heyhat e, dawî evê “xwe” yê di koçberiyê de dibîne ,tevî ku pirs in dirînde ewî di keleka qederê de dikevêjin , û siparişa xwe dispêre pêlan , dispêre tariyê, dispêre paşerojeke nepend û ji xwe nediyar dibe, ji civaka xwe, digrî digindire, bijareyê yeklay nake û diçe …
– Berî kirîza Sûriyê, koçberî weke bûyer dihate dîtin, lê niha sînorên bûyerê derbas kiriye û bûye diyardeyek berfereh, lewra lêpirsîn di vê derfetê de bûye erkek sinceyî û netewî, ji hêla hemî mirov û aliyên ku xwe li ber gel berpirsiyar dibînin, lê gelo xwediyê hêzên li ser qadê, hêza çek û cîgirtina leşkerî , evê diyardeyê dibînin pirsgirêkek civakî û netewî an na.!??
Me ji zêdeyî aliyekî bihîstiye, “Rewş ev e, em wisa diramin, û wilo dijîn, yê ku nepejirîne bila derkeve derve”!! Wilo bihesanî!..
Çendî em naletê li tariyê bînin, naletê li koçberiyê bînin , ev pirsgirêk çareser nabe
Mirov ne tenê bi nan dijîne, belê bi azadiyê jî ,wisa azadiya ku mirov bi imkan neke, de karibe jiyana xwe bi rûmet û serbest bijîne, dereweke pûç e !!..
Çendî em bibêjin, lê bê çareseriyeke siyasî ji tevaya kirîza Sûryayê re, em nikarin pirsgrêkên bingehîn bi şêweyekî bingehîn çareser bikin .
ji bo vê jî divê hemî hêzên ku xwe dibînin babetî vê pirsgirêkê, hewl bidin bo lezkirina çareseriya siyasî û roleke giring di vê derfetê de bilîzin, û dûv re gotin gelek li cem xelkê hene, û wilo jî daxwaz û destpêşxeriyên siyasî û gelêrî ji bo damezirandina tevgereke gelêrî bête holê, piştî ku hate lewtandin û şêlûkirin bi hemî şêweyên desttêwerdanê û bi taybetî ya diravî û çekdarî