“ Hêvî di wan pênûs û dengên serbixwe de dimîne, ku karibin cudahiyeke bi nirx çêbikin, civakê pêş ve bixin, karibin karê rojnamegeriyek bêlayen bişopînin, û ragihînin”.
Baz Elî Begarî
Di destpêka çerxa 19an de, pêşveçûnek mîna şoreşekê di warê medya û ragihandinê de çêbû, û geşbûna teknolojiya roj bi roj bandora xwe li ser ragihandin û alavên pêwendiyê kir, ku ew ji asteke bilind kir asteke di demek pir kurt de, û derfetek mezin ji dezgehên medyakaran re peyda kir ta ku bi serbestî karê xwe bike.
Ev pêşveçûn û geşbûn weke ku berhemên wê yê baş hebûn, weke her tiştî di jiyanê de dijberê wê jî hebû, ku hêzên mezin ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar anîn, bi taybet di salên “şerê sar” di nav hêzên ku desthilatdar bûn di cîhanê de, dema ku medya ji berjewendiyên taybet yên bazirgan û dolemendan dihat bikaranîn, û ew bû weke cûreyeke nû di şerê cîhanî de, ev azarî ma berdewam hetanî salên Notî di çerxa bûrî de, ku şer bi dawî hat, û piçek serbestî di warê ragihandinê de çêbû, hino hino ragihandin û desthilat ji hev veqetiyan, ta ku gihişt astekê serbestiyek diyar di vî warî de hat holê.
Di destpêka vê çerxê de, alavên medyayê xwe çeng kirin, û xwe di ser pir pelikan re avêtin, bi taybet piştî ku şoreşa “Tora enternêt” ê rûda, û şêwe û alavên têkiliyê û pêwendiyê bi hesanî bûn ber destê her kesî, di heman demê de tîrmên nû derketin, mîna “Welatiyên Rojnamevan” û “mafên weşana ramanan” ku dan û standin bi mijarên medya yê re bûn bi awayek yasayî, ne her kes kare destdirêjiyê ser mafên kes, dezgeh, û navendan bike, ne jî ramanan bidize!!
Belê ev gavên xuya di warê pêwendî û ragihandinê de, ne ji valahiyê hatin, pir xebatkar li pey vê yekê hebûn, û pir sedem rêya vî karî xweş kirin, bi taybet ew melperên taybet di warê pêşkêşkirina agahî û zaniyariyan mîna malperên cîhanî (Google, Yahoo… ) ku mirov bi hesanî dikare bigihêje zaniyariyan.
Weke ku di destpêkê de me got ku her tişt û dijberê xwe bi hev re çê dibin, di heman demê de, pêşketin û geşbûn, serbestî û azadiya ragihandinê himberî xwe nerazîbûna desthelatê didin, bi taybet di welatên paşketî, û yên Rojhelata Navîn bi taybet, ku zordestî û dektatoriyet di welatan de belav bûye, desthelat hemî sedemên jiyanê girêdayî xwe kiriye, aboriya welatan ji bêrîkên serok û şahan re ye, ax û zemîn jêrî destê wan de ye, û weke wan meday jî tê bikaranîn bo pesn û weşana ramanên wî kesê desthilatdar! û ew pênûsa ku dijberî wî be dive ku bişkê, kamîra ku wêneyê wî nexweşik bikşîne wê bê şewitandin, millet binçavkirî ye tiştekî nabîne ji bilî ew tiştê ku comerdiya şah, qiral, serok bête temaşekirin.
Ev rewşa xirab berdewam kir hetanî beriya pênc salan, ku Buhara Gellan destpê kir, şoreş ser hemû şêweyên kevnar derket, û milletên deverê fêrî gotina “na”bûn!, û malperên pêwendiya civakî xwediyê rola herî girîng bûn di vê yekê de, ku derfetin berfireh ji xelkê re peyda kirin, û her welatiyekî karîbû gotina xwe bi serbestî bêje, bi rêya pencereyên taybet ser tora Enternêtê, hetanî ku bû şêweyek jiyanê weke xwarin û avê.
Milletê Kurd mîna hemû pêkhatiyên herêmê, cihê xwe di nav şoreşê de dît, û xwest ku gotineke ji mêjûyê re binivîse, ku êş û azariya milletek ku bûye deh nifiş dibûrin û xewnê nifşê beriya xwe radiguhêze yê pey xwe re!, ku karîbe xwedî welat, xwedî al û xwedî ziman be, ji ber vê yekê mirov dema ku di nav malperên pêwendiya civakî de digere, reng û gotinên kurdan temaşe dike, weke çemek ku himberî ciyayekî hatibû û ew çiya ji nişkê ve rûxiya, û ava bang û daxwazan teqiya û pir rêç û çem di zemînê de rêsa, ku niha malper û telvizyon, kovar, radiyo, û belavên kurdî bûne bi dehan piştî ku di demekê de bi hejmara tilîkên destan bûn, û piraniya wan qedexe bûn di welatên dagîrkir ji welatê kurdan re.
Sedem û berhemên pêşveçûna ragihandinê yên ku me anîn zimên di mêjûya ragihandinê de, ne bûn rêgir di rêya layinbûn û birêkirina dezgehên medyayê, bi taybet dema ku mirov li ser dezgehên mezin yên ku pêwîstî pişgiriyeke darayî xurt in, mîna ajans û televizyon û radiyoyan, ev yeka ku ragihandinê vedigerîna xalek nebaş û xwedî bandor ser azadî û serbestiya wan dezgehan, ku sposnser bandora xwe ser wan alavan dike, û wan gorî ramanên xwe bikar tîne, û bi taybet dema ku ew sponser hêzeke bazirganî be, di civakek xwedî rewşek aborî belengaz û guh nade warê medyayê mîna milletên Rojhelata Navîn bi giştî, û milletê Kurd bi taybet, di vê derê de, hêzên bazirganan yên xwedî saman û dolemend bi hêz dikarin dezgehin taybet bi xwe çêkin, û nerîna giştî ya civakê li gorî berjewendiyên xweyî taybet çêkin.
Mixabin, ji bilî hin hewldanên kesan e, ku rojnamevan û medyakarên Kurd bi serbestî kar dikin, dezgehên medyayî yên kurd, ketine xizmeta hin hêzên xwedî desthilatek aborî de, û roleke ne baş dilîzin, weke çekekî di dest wan kes û hêzan de, ev yeka ku bandora xwe li ser nerîna giştî ya civakê dimeşîne, û civakê ji hev perçe dike, ku her perçak yê din xayin dibîne, û dijminayetiyê di nav civakê de belav dikin, Hêvî di wan pênûs û dengên serbixwe de dimîne, ku karibin cudahiyeke bi nirx çêbikin, civakê pêş ve bixin, karibin karê rojnamegeriyek bêlayen bişopînin, û ragihînin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (30) de hatiye weşandin