pêşgotin
Her olek ji olên ku bi navê yekîniya xweda bang dikin, ȗ ev ol diyar in her sê olên xwedî pirtȗkên esmanî ne “Cihȗ, Xirîstiyan ȗ Musilman”, her olek jî pirtȗka wê ya taybet pê heye, ȗ ev her sê pirtȗk têne nasîn weke belge ȗ biniyada bawermendiya li cem her kesê bawermend, çi Cihȗ, Xrîstiyan, yan jî Musilmanan be. Her yek ji van bawermendan dibîne ku pirtȗka wî weke tiştekî navlep ȗ berçav e, ji hizir ȗ raman re ȗ hişê ku mirov pê xweda dinase.
Dibe ku ew pirtȗk yekser daketibe. Wek mînak: Birahîm Pêxember ȗ Mȗsa pêxember, herdiwan şîretên xwe ji xweda yekser distendin, dibe jî ku daketina wan pirtȗkan bi şêweykî ne yekser be, weke mînak Îsa pêxember ȗ Muhemed pêxember silavên Xwedê li ser wan bin.
Wek ku em dizanin Îsa pêxember diyar kir ku ew bi navê Xwedê diaxivî, ȗ Muhemmed pêxember jî peyama xwe ji Cibrîl veguhestibû.
Mijara me şîretên Silêman pêxember in, ew kurê Dawȗd pêxember e, qiralê Isra’listanê bûn.
Metlokên Pêximber Sulêman
1- Ev in metlokên Sulêman Pêxmber kurê Dawûd pêxmber şahê Israilstan.
2- Ji bo hînbûna şehrezayî û rêz û rêzkan û ji bo sehkirina gotinên aqilmendan.
3- Ji bo standina dersên ҫavvekirinê, pakdiliyê, ҫeyî û rastdiliyê.
4- Da ku mirovên normal bibin fêris, xort bibin aqilmend û ҫavvekirî.
5- Bila aqilmend guh bide pêzanîna wî, dê bibe bêtir û yê ku zêrek pê bibe ҫêtir.
6- Da ku ew bikaribe bighêje wateya şîretan an mamikan û gotina bîreweran û axftinên da wan seh bike.
7- Tirsa Xweda destpêka aqlimendiyê ye, yên bêkêr qedrê bîrewerî û hînbûnê nagirin.
8- Kurê min: Bide pey rêz û rêzekên bavê xwe û dev ji şîretên dêya xwe bernede.
9- Pêkanîna wan ji te re gewher û ji stûyê te re gerdenîyeke.
10- Kurê min: çaxa ku gunehkar dikin te ji rê bibin, guh nede wan.
11- Eger wan got, were bi me re, em ê bi qesda kuştinê dafkekê deynin pêşîya xelkê bi dizîka bidin pey bêsûcan û dirêjî wan bikin.
12- Bila em mîna agirê dojehê yê xurt bi wan bikevin û weke gora ku miriyan dadiqurtîne wan daqurtînin.
13 – Em dixwazin dest bavêjin talanên hêja û pê malên xwe tijî bikin.
14 – Bila para te jî tê de hebe, ew talan wê bibe ya me û ya te.
15 – Kurê min: Bi wan re bi rê nekeve, lingê xwe ji şiverêya wan bi şûn de bikişîne.
16 – Ji ber ku rêya wan dighêje xirabiyê û qesda wan a her rijandina xwîna bêҫareyane.
17 – Bêsûde ye avêtina torekê pêş ҫavên yên ku xwedî per û bask in.
18 – Ew xwe bi xwe dafk û xefkan datînin pêşîya xwe û ҫavnêriya rijandina xwina xwe dikin.
19 – Dawiya hemî mirovên ҫavbirҫî ev e: ҫavtengî xwediyê xwe winda dike.
20 – Eqilmendî di nav koҫk û kolanan de bang dike û di gasînan de bi dengekî bilind dipeyive.
21 – Di derîzana dergehê kelatan de di nav komên mirovan de gotina xwe dibêje: Dengê xwe dide bihîstin û belavkrin.
22 – Gelî bêhişan ta kengê hȗn dikin bêhiş bimînin û dilê xwe bi henekan, bi gotinên beredayî şa bikin, û heta kengî bo dile nifiran li zanînê bikin?
23 – Rûyê xwe bidin min û guh bidin şîretên ku ez pê li we dişînim, ez pendên dil û canê xwe li we belav dikim, ez ê gotinên xwe ji we re bidim sehkirin.
24 – lê her wekî ez bangî we dikim û hûn guh nadine min, û her wekî ez destê xwe didime we û tu kes vî destî nagire.
25 – Ji ber ku hûn şîretên min davêjin pişt guhê xwe û hêjî pendên min bi yên ku ez li we dişidînim nakin.
26 – Ez jî dema ku hûnê bikevin wêraniyê de bikenim, ez ê henekê xwe bi we bînim ҫaxa ku tirs û tomet dora we bigire.
27 – Dema ku tirs mîna bazorekî bihna we dê biҫikîne û kambaxî weke bablîsokekî dora we wê bigire û ҫaxa ku zarî û tengasî zora we dê bibe.
28 – Hingî ew ê bangî min bikin, lê ez li wan venagerînim, ewê li min bigerin, lê min peyda nakin.
29 – Ji ber ku wan guh nedidan pend û şîretan, û nedixwestin tirsiyarê Xudayê xwe bibin.
30 – Ji ber ku wan hez ji şîretên min nedikirin û bi cezayên ku min pêş wan dikir henekê xwe dianîn.
31 – Bila niha fêkiyên omîdê xwe bixun û bi şîretên xwe ên kirêt têr bibin.
32 – Serhişkiya bodileyan wan dikuje û xweşiya bodileyan wan winda dike.
33 – Lê yê ku guh dide min bi xweşî wê pal bide li ser xweşiyê dê rojên xwe bibûre û tirs nakeve dilê w
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (30) de hatiye weşandin