Brahîm Şêxo
Kantata ji latînî hatiye Cantare û tê wateya strandin, lê ne ya solo (bi tenê) lê belê, Kantata dikare wilo bête têgihiştin, ku berhemeke, ji perçene cuda ava dibe. Perçeyên ku divabe di Kantata de bêne pêkwerîn, ev in: Koro, Axavtin (Italî: Recitare), Ariya (Italî: Aria), Aryoso, Amûrjenî ango Instrûmêntal.
Di destpêkê de muzîk lê dikeve (Amûrjenî), dûv re koro derbas dibe, di pey koro re axavtin tê, dûra ariya (li vira peyrehevhatinek di navbera ariya, ariyoso [heger dîmen anku peyav hîn mezintir, berfirehtir dibe], axavtin . . . çêdibe), li dawiya tevan koroyê dîsan distirê û bi vê strandinê re Kantata bi dawî dibe.
Wekî din Kantataya-solo heye. Kantata-solo wesane: Deng distirê û pê re yan orkêstra lêdikeve yan jî akord têne dagirtin. Ji forma mezin ji Kantata re tê gotin Oratoryûm (Latînî Oratorium, Orare).
Kantata olîn heye, ku girêdayî ola fillehan e -Protêstant-, û ya vekirî anku cîhanîn, ku dikare li ser her tiştî bête strandin.
Kantata destpê bû û di sedsala 17mîn de diyar bû anku em dikarine bibêjin ku hate afirandin û cihê xwe girt. Naskirîtirîn muzîkvanê ku berhemên Kantata nivîsandiye ew e Yohan Sêbastiyan Bax (bi almanî Johann Sebastian Bach) 1685 – 1750. Bax nêzîka 300 Kantatayan nivîsiye. Li kêleka Bax, Ditrîx Bûkstêhûdê (bi almanî Dietrich Buxtehude) 1637 – 1707, ku wî jî nêzîka 100 Kantatayan daniye.
Teknîka Kantata ya protêstant:
Koro, berî her tiştî ya Oratoryûm (jî), rola millet dileyize anku dengê millet distirê. Li vira yek dikare navê Turba-Choir bikar bîne.
Axavtin (Recitare) timmî bi dengê Tênor tête strandin û jê re tête gotin „Yê Êvangêlîst“, yenî ê axêver rola yê protêstant dileyize. Gava yê Êvangêlîst distirê an ku diaxive, pir caran bi akorda Major-6 bi riya yan Basso Continuo (li vira jê re tête gotin [„Secco“ latînî yenî zuha) an jî orkêstra, lêdikeve.
Ji xwe gelek caran di Oratoyûm de û ji ber ku gotinên Kantata piraniya wan ji Incîlê ne, gotinên px. Îsa gava têne strandin, girûpa kemana tonên melodiya wan gotinan pê re dijene.
Kantata di sedsalên 1800 û 1900 de.
Nivîsandina Kantata her berdewam dibe û gelek muzîkvan vî rengî dinvîsin.
Fêlîks Mendilson Bartoldî di Berhema Psalmkantanta, Yohan Sîmon Mayr di berhemên Egeria, Annibale de û wekî din ku nêzîka 60 Kantatayên din jî çêkirine. Jak Fromental Halêvys di Prométhée enchaîné de. Yohan Brahms di Rinaldo de. Gustav Mahler di berhema Das klagende Lied. Nîls Vîlhêlm Gadê di berhemên Psyche û Korsfarene. Sergêy Îvanovîç Tanejev di berhema Johannes von Damaskus û Nach dem Lesen eines Psalms. Herweha gelek û gelekên dîtir jî
Kantata di sedsala 20mîn de
Sêrgêy Raxmanînov di berhema Весна (Buhar) de. Otorîno Rêspîgî di berhema Christus de. Igor Stravinskî di Le Roi des étoiles de. Pawl Hindemîth di Lindberghflug de. Bêla Bartok di Cantata Profana de ku wî bi xwe gotinên wê danîne. Bincamîn Brîtin di Saint Nicolas Cantata de. Yun I-sang di Der weise Mann de.
Û gelek gelekên dîtir jî.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (30) de hatiye weşandin