Ferîd Mîtan
Ziman peyveke ku di hundirê xwe de destan û tekoşînek bêhempa vedihewîne li bal gelê Kurd. Gelek diyar e ku gelê Kurd xweragirtin û berxwedanek herdemî di meydaneke çarenî de dida û dide boşkirin di jêr diruşma( Parastin û vejandina ziman û netewê) de.
Helbet Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî vê xwestekê pîroz dibînin, û her tim di pêşbirka hebûnê de netewa xwe bi rewanpakiya şoreşgerên xwe diparêzin.
Li ser van hêmanên jorîn partiyên Rojava di sedsala borî de hatine damezrandin. Bêguman pergal û rêbaznameyên wan ên partîtî bi diruşmên balkêş dihatin sêwirandin û daxwaza wan a sereke ew bû ku mafên rewşenbîrî bi dest bêxin, miletê Kurd ji siyaseta Erebkirinê rizgar bikin, û zimanê zikmakî di dibistanan de bikar bînin.
Lê tu caran Kurd wekî xudanê zimanek kevnar ji layê rêjîma Sûrî ve nedihatin pejrandin. Bi hatina Buhara Ereban û vêketina şoreşa Sûrî re, hêviyên Kurdên Rojava mezin dibûn. Lê mixabin tevgera siyasî ya Kurdên Rojava karvedan û helwestek lawaz û şermok ji rewşê re dan diyarkirin û her diman di şer û berberiya ezezî û partîtî de, û bîrdoziya binpêkirin û reşkirinê di mejiyê gel de dan çandin. Her hizra netewî di çerxa berjewendiyên kesayetî de dihat pişaftin , bi tu şêweyî pêşengên gel keys ji vê derfetê neînan bo hînkirina civaka Kurdî li ser ziman, wêje, kevnetor û çanda Kurdî.
Bi borîna demê re û guhertina pîvanên hêzê li ser zemîna Rojava, Kurdan karî rêveberiyekê damezrînin û li ber çava ye ku vê gavê hewldan tên kirin ji bo kurdkirina biranş û rêbazên dibistanên seretayî.
Dêmek xwesteka partî û rêxistinên Kurdî di warê rewşenbîrî de pêkhat bi perwerdahiya bi zimanê Kurdî? Na !! Weku her car kîna siyasî û vîna xweperestî dike ku reşkirin, rexnetundî û nepejrandin bibe pêşîvanê helwesta beşek ji tevgera Kurdî li beramber branşên bi kurdî.
Bi vî şêwazî tevgera Kurdî ne bi tenê danpêdan bi zimên nake, lê bi tundî dibe dijberê ziman û bendên prensîpa xwe ya siyasî û li hîmê xebata şêst salî mukur naye.
Bi van bizav û hin kiryarên din weke: koçkirin, derkirin, binçavkirin û girtinê…Tevgera siyasî ya Kurdî her di wêrankirina mala Kurdî de karmendekî çalak e.
Tu caran tevgereke jidil nahête kirin bo xwedîkirina nifşekî canfîda û netewperist ji pêşxistin û parastina welêt re amade be. Mixabin! Her car binyadên netewyarî û zimanhezî dibin goriyên cudatiya idyolojî û hezkirina desthilatdariyê; heman hizir û raman di derûn û mejiyê nifşên nûhatî de tê nimandin û encamên wê siyasetê rasterast li ser erdê xuya dikin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (30) de hatiye weşandin