Min Dê Ilim û Kelamê Mewzûn
Alî Bikira Li Banê Gerdûn
Bînave Riha Melê Cizîrî
Pê Hey Bikira Elî Herîrî
Keyfek Wê Bida Feqîhê Teyran
Hetta Bi Ebed Bimaye Heyra
Mihemed Şêxo
Dibe ku lerzîn û alozî nektibe vekolîna kurdî weke ketiyê dema xwestibû Kelepûra Kurdan jevwejêre û hin nav jê re bûne pirsgirêkên mezin ji wan navan ku xwedan dan û westane xwedan dan û behane, ew jî Eliyê Teremaxî ye . Ev yek dibe vedgere du sedeman. Yek ku temenê vekolînê ne ji zû de dest pê bûye. Dido ne paldana vekolînê li ser jêderên sereke. van herdû sedeman hişt ku şaşî dubare bibin û kûr bibin. ji ber vê yekê xwesteka hemî nivîsoka ew bû di hember limêjgeha wî de serê xwe xûz bikin. ku ew halo dane nasîn ew helbestvanê yekemîn e!!ew bexşannivîsê yekemîn e, ew rêzimannivîsê yekemîn e . Gelek nêrînên cuda derbarî wî de derketin …hinan got navê wî Teremokî ye…hinin dî digotin Teremaxî….wiha navê gundê wî jî dihate guherîn mîna wan navan. Ne wilo tenê ew gund li kû ye li Mekse yan li Wanê ye ….yan li deverin dî ye….jidayîkbûna wî jî problemek çêkiriye. Hinan ew vegerandiye hezarê koçî û hinin dî ew di hezarê zayînî de nivîsîne. hin dibêjin ku ew helbestvanekî hêja ye…helbestên wî birêkûpêk in…hinin dî dibêjin na Elî ev helbest ne nivîsîne. Û Elî bixwe tinneye…hineka ev helbest nivîsîne û li ser navê wî belav kirine.. gelo qey ew tenê rêzimanzan bû…û bi tenê wî rêzanên Erebî bi kurdî nivîsîne…..yan wî rola ziman zanîbû û di rêzimana kurdî de jî xebitye. Gelo çilo em ê behwer bikin ku piştî ew li gelek bajar, herêm û komaran geriyaye …ta nav û deng pê ketiye ..rêzimana yekemîn nivîsiye…û hin sernamên helbestan danîne lê ti helbest nenivîsîne….yan ev helbestên wî yên Eliyê Herîrî ne…wek hin dibêjin !!!!
Di xêzên bê de em ê li gor karînên xwe li dûv van pirsan herin, dibe rastî ji me ve belû bibe…hember pirbûna van nêrînên tevlûhev..çi şaş çi qels û lawaz. Em bi hêvî ne ku wê hin ronîkirin ji mijarê re çêbibe û wê gelek pirsyarên giranbuha bêne afirandin da ew karibe hinek ji mafê Teremaxî bidêyê û navê wî bi tîpên zêrîn binvîse.
Nav..
Ebidireqîb Yusiv di pirtûka xwe de dibêje..Mele Hisên tiromaxî tesrîfa kurmancî nivîsiye . ew zana û mamostayekî mezin e .ji bajarê Meksê ye . gora wî li goristana Mîr Behdîn e .hin kesên wê deverê ev ji min re gotine lê dibe danerê pirtûkê Mele Eliyê Teromaxî be ne Mele Hisên be. Wiha ew şaşiya ku di pirtûka xwe de ya bi navê Elelam min Meşahîr Kurdistan .serrast kiriye .
Teremaxî…
Weke hatiye nasîn torevanê me bi navê gundê xwe hatiye nas kirin, ew gund Teremax e. ji bo wî jî E. Yûsiv dibêje…Teremax gundekî biçûk e dused mal e. Dikeve Rojavayî Meksê, nêzî Hezanê bin çiyayê Nan Kas.
Eladdîn Alsicadî jî dibêje..Eliyê Termokî ji kesên Hekarya ye. dibêjin di sedsaliya dehan de jiyabû.
Lê di pirtûka ” Xulaset Tarîx Alkurd” we Kurdistan de hatiye ku ..Eliyê Termaxî ji gundê Termok e..yê dikeve navbera Mako û hekariya de .
Xwedanê pirtûka Eliyê Teremaxî dibêje…hin zanayên herêma Hekarya dibêjin ku gundek bi navê Termok jî heye û ew ne Teremax e .
Dr. Belec Şêrgo yekemîn kesê di sala 1930 î li ser nivîsî dibêje ew Eliyê termokî ye!! em dibêjin sedemê vê şaşiyê ew e ku dema Aliksender Jaba destnivîsa Teremaxî bi Firansizî çap kir ew kire pilana şaşiyê ji herû tîpên ku ji dêla “X” yê ve tên nivîsîn ew jî “K” û “H” ne. Lê ku em vegerin jêderê sereke, jêderê hemmiyan destnivîsa Mele Mehmûdê Bayezîdî ji destnivîsa Teremaxî re wî nivîsiye, di dîroka hezarî de li derdora Hekarî û herêma Meksê li gundekî bi navê Teremax zilamek bi navê Elî derketiye yekî jîr têgihiştî û zana bû.
Mînorskî di Daîret Almarif Alislamiye de dibêje: Elî ji kesên Teremaxê ye .
Jidayîkbûna Wî:
Belec Şêrgo sala hezarê koçî kiriye sala hezarê zayîna wî. Lê Marûf Xeznedar dibêje ku ew dîrok ya pirtûka wî ” Elserf Elerebî Billuxe Elkurdîye” ye . Piştî Belec Şêrgo bi heft salan Kamîran A Bedirxan û Lûsî Pol Margirêt zayîna wî kirin hezarê zayînî. Lê gelek êrîş hatin wan yek ji wan Izzedîn Mistefa Resûl e. Ew jî şaş dibe û navê wî Tirmahî dinvîse û zayîna wî sedsaliya yazdehan de dinvîse . Paldana wî jî li ser nameyeke ku ji Xeznedar jê re hatibû, dema wî li rûsya yê dixwend, ne wilo tenê jî ew li ser Bedirxan dibêje ..xuya ye ku Bedirxan ew kiriye hezarê zayînî de ji bo tiştekî nepenî .ji gotinên I M Resûl xuya ye ku wî tiştek li ser destnivîsa Teremaxî nizanî bû . û ev yek yekî matmayî dihêle ji ber Xeznedar dibêje ku tiştên Resûl gotine ne duris tin. tevlû ku paldana wî li ser nameya Xeznedar bixwe ye. li ser Belec Şêrgo jî Xeznedar dibêje ku ew derbarî jidayîkbûna Teremaxî ew şaş e. lê piştî çar rûpelan ew gotinek vajî vê dibêje ..Teremaxî pirtûka xwe di hezarê koçî de daniye û gelek jêderên rastgo ji vî tiştî re hene weke Jaba..Mînorskî..B. Şêrgo..Elî Sîdo Goranî ..Mihemed Merdûx Kurdistanî .
Helbestên Wî
Dr. Kemal Marûf Dibêje: Tevlû wê xurtbûna helbesvanê xwîngerm Elî Altermekî ta van rojan, lê vekolîn di mijarê de mirhov dighîne wê biryarê ku ev helbestvan bi xwe nîne. çimkî Ehmedê Xanî di dastana xweyî navdar de navê hemî helbestvanên berî xwe gotiye, lê navê wî negotiye!!
Min dê ilim û kelamê mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek wê bida Feqîhê Teyran
Hetta bi ebed bimaye heyra
Hacî Qadir Koyî jî, di helbesteke xwe de, ew jî, bi navê Şehsiwarî Belaxetî Kurdan navê bîst û pênc helbestvanan çêl dike, lê navê Teremaxî nenivîsiye!!
Izzeddîn Mistefa Resûl berî Kemal Marûf ev yek gotibû, ji ber Marûf mendelkirina Teremaxî ji cem Resûl biribû. Lê mixabin wî navê wî di nav jêderan de ne daniye!!!
Tunnekirina helbestvan Eliyê Teremaxî li cem Marûf Xeznedar dibe bûyerek teqez ji ber van egeran..
1- Nexuyakirina têkistên Kurdî yên helbestên Teremaxî .
2 – Navê wî di destnivîsên kevn de nehatiye.
3- Ehmedê Xanî û Hacî Qadir Koyî ew çêl nekirine.
4- Lûsî Pol Margirêt û Kamîran Alî Bedirxan Teremaxî weke helbesvanê Firansizî Ronswar dîtine. Ango, çawa van herdû daneran helbestvanek ji sedsaliya dehan weke helbestvanekî ji sedsaliya şazdehan dîtine?!!!
5 – Asta pêşveçûna aborî û konevanî di van helbestan de ne li gor pûşveçûna gelê kurd e, di sedsaliya dehan de.
6 – Giyanê toreyî nû ye, li gor toreya Eurupî ya kilasîk e.
Dibe herdiwan ( Lûsî û Kamîran ) bi helbestan lîstibin, yan ji helbestên Ronsiwar hin wêne biribin û bi zimanê Firansizî bi navê Teremaxî belav kiribin, weke ku ji zimanê Kurdî ew helbest wergerandine.
Prf Xeznedar wek vekolînerê zanistî di beşê Kurdî de li Instutiya Lênîngiradê de bû, derfet jê re hebû ku bighêje têkistên Teremaxî, Lê dibe ku ne hertiştê Bayezîdî dabên Jaba bimîne dîlê pirtûkxana Saltkofê!! weke bê çawa Jaba pirtûka Bayezîdî ( Cami; Risaleyan û Hikayetan bi zimanê Kurmancî ) bi herdû zimana Kurdî û Firansizî belav kiribû.
Jaba ji bo belavkirina helbestên Teremaxî dibe jêderê yekemîn. Çimkî Xeznadar û Resûl bi xwe dibêjin ku ( Lûsî û Bedirxan ) navê helbestan ji Jaba birine û ew helbest di sala 1937 an de belav kirine.
Vêce, ev rêveçûna vê bûyera dîrokî bi vî awayî çêbûye:
( jêderê yekemîn ) Bayezîdî( 1857) =====gelek têkist=====Jaba (1886)====navê helbestan , tiştin dî jî======Lûsî û Bedirxan (1937) ====helbestên Teremaxî ====Xeznedar(1961 )====dûdilî û mandela ===I M Resûl (1963)===veguhestina tîp bi tîp====K Marûf (1990) .
Ev rêveçûn çi ji me re dide xuyakirin:
1 – Kemal Marûf tu agahî ji tu kesî nebirine, ji bilî M Resûl pê ve, û tu jêderên dî çêl nekirine.
2 – M Resûl vajî jêderê xwe dibe ( xeznedar ) dema ku dibêje ( Rodîngo , ji bo helbestên Teremaxî tiştek neaniye). Lê Xeznedar dibêje: Rodîngo agahiyên xwe ji pirtûka “Xulaset Tarîx Elkurd We Kurdistan” û pirtûka Lûsî û Bedirxan biriye.
Xeznedar dibêje ku Jaba navê helbestan dane Lûsî û Bedirxan( Mextûtat Ferîde We Metbûat Nadire ). û di pirtûka ( Elwaqîye Fî Eledeb Elkurdî )ya I. M. Resûl.
Prf. Qenatê Kurdo navên van helbestan di pirtûka xwe de “Tarîxa Edebyeta Kurdî” de nivîsîns ew jî ev in:
(Qewlê Yekane = Kelime Wahîde) – ( Morya Yaqût = Xerez Elyaqût )-( Kurên Weten = ebnailweten ) – (Jiyana Heqîqet Xewn e =Elheyat Elheqîqîye Hulum).
Mamoste Reşîd Findî piştî lêgerînek kûr bi nêrînek taybet dibêje: ev helbest dibe yên Eliyê Herîrî bin, ji ber du egeran: yek: Hin vekolîner Herîrî vedgerînin (1009)zayînî.
Dido: Peyva Perîzada ya di helbestên Teremaxî de, nêzî peyva Perîxan e, hezkera Herîrî.
Û herwekî em dizanin ku helbestvanan navên hezkerên xwe diguhertin, vêce ne dûr e ku bi şaşî navê Herîrî û hezkera wî çûbe ji Teremaxî û hezkera wî re!!!
Ew jî ji ber van herdû malikan:
Perîzada tu wa hatî li ser çavên di min şala
Melew zanî tu wa hatî ji dengê tewq û xirxala.
Dr.kamil Hesen Elbusêr di pirtûka xwe de ya bi navê( Kamîran Şair Kurdistan) dibêje: Wê Teremaxî bibe xwedan dibistaneke toreya netewî di nav gelê xwe de.
Hin in dî jî dibêjin ku destnivîsên Teremaxî winda bûn, yan di talankirina Berlînê de şewitîn, ji wan Tomas Buwa di pirtûka (Merifet Elekrad )de.
Rêzimana wî:
Eger Mayrîzo Karazonî yekemîn rojhilatnas be yê di rêzimana Kurdî de xebitî be, sala 1787 an, û di pey re S’îd Sidqî Kaban, yê pirtûka xwe ( Muxtser Elserf We Elnehû Elkurdî )sala 1928 an belav kiribû,Teremaxî berî wan bi gelekî rola rêzimanê zanîbû, lewma, dema wî şagirtên xwe fêrî rêzimana Erebî dikirin, wî fêrkirina zimanê Kurdî giringtir didît û di mijarên wê yî rêzimanî de melevanî dikir, ew dibêje:
توجد في اللغة الكردية خمس صيغ للحاضرلاغير نحو:
Diçin, diçim, diçin, diçe, diçî û rêpîvan halo ye….
اما الضمائر الستة التالية : me, em, ewan, hûn, ew, tu فإنها تستعمل مع الافعال و يوجد بحث في الحاضر المنجز بحرف الباء b الذي في أول الفعل وهو دلالة الامر و له خمس ضيغ نحو :
Bide للمفرد المخاطب للمذكر و المؤنث
Biditللمفرد الغائب
Bidinللتثنية و الجمع الغائب
Bidim للمفرد المتكلم
Bidin للجمع المتكلم
Mijarên din di pirtûka wî de ev in :
المصدر اسم الفاعل اسم المفعول النهي الغياب و ضمائره و ضمائر الحاضر و الاسم وأسماء الاشارة والنداء والاستفهام والمضاف والمضاف إليه والنسبة.
Ev pirtûka Teremaxî Prf.Xeznedar di bin vî sernavî de çapkiriye:
الصرف العربي باللغة الكردية
Lê zanyarê hêja M Bayezîdî yê ku bi nivîsoka xweyî zêrîn ew nivîsî bû ev herdû hevok yan sername jê re danîbûn:
هذه عبارة علي الترماخي ……..هذا كتاب صرف اللسان الكردي
Jaba jî li ser qapa wê ya wî ew bi Firansizî çapkiribû ev nivîsiye:
Grammaire Kurde par Ali Termakhi
Bi nêrîna me gereke Xeznedar êrîşî ti kesî nekiriba. ji ber ev karê Teremaxî destpêk bû, û eger ew ne tekûz be, lê wî gava yekemîn avêtibû, û ji ber vê yekê jî, em dibînin ku Bayezîdî rast nivîsiye li ser destnivîsê.
Wiha, em gihane dawiya mijarê, lê ka em vê pêşgotina Teremaxî ya ji pirtûka xwe re nivîsiye bixwînin, da em zanibin bê çiqas ew xwedî hestekî dilsoz e, bo şagirt û milletê xwe.
( Ilem tu bizan, ey mufredê muzkerê, muxatib, ku ji bo yî taîfeyê Ekradan re jî lazime ku bi zimanê kurmancî ew jî ilmê serfê bi zanin….ev ilmê serfê di hemû kafeyêd lîsanan de heye û îcra dibe, emma ê ku niha ji boyî me lazime, zimanê Kurmanci ye )
Bayezîdî …1797 =1859 z
Teremaxî…. =1656 z
Xwedê wan bi dilovaniya xwe şa bike, û wan bixe buhişta rengîn de.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (29) de hatiye weşandin