Li ser sînga welatek bi darê xaçê ve daleqandî, ji bilî mîxan tu pêwîstiya me bi çîrokên evînadaran nîne, bi şûrê bendan dilên parçekirî, tenê çemê penaberiyê serxweş û mest dike û nizane ber bi kûve diherike. Feraşîneke Bê sênce, lê dewsa rûberek westyayî li hêviya ku bîranîn bilivin an jî hêvî tîr bibin xwiya dike, û dara omêdan, di sînga feraşînê de sitû xware. Derîzanka avahiya me wê çaxê behsa êşên xwe nedikir belkî derfet peyda nedibû ku êş û azarên xwe bi min re parve bike, an jî belkî pora min a sipî bala derîzanê nedkişand û nedizanî ku ez dikarim hinek xem û êşan hilgirim. Janên tilyan, çîrokên xwedanê êşên nûjen, ji hinavê salan dinoşin, û di nav mist û kulmên serxweş de, daxan li şona xwe jibîr dikin, dax dimînin nîşanên wefadariyê, bi vîna, xwe ragirtinê, li hember pêl û gerên hov , di kendavên bê kevî de. jan û êşên bi salan di çelteyê bîranînan de veşartî, li derdora avahiyan, belav dibin, Weke keriyek pez di zeviyekî de, belav bibe, êdî dê di bexçeyan de tenê aşêfa janan dikin û bav bi zivistana dilê xwe, jenîna xewnên ji bîrkirî, li ser derîzanan, bi tilyên êşê, lêvên birînan gez diken.
çavên şil, ji riya vegerê, hewildidin ku bi bîranînan, dil mijol bike, dema ku temenê wî 19 de salî bû, û berî bibe jimarek di nav karwnên penaberan de, di kûrahiya bîranînan de rastî gelek wêneyên raxistî li ser rûberê feraşînê hat weke kulîlkên nû bişkûvî . ji nalînên hejaran, ber bi keserên tenîtiyê, meşka azaran me di hinavê xwe de dikeyîne. Giyan weke deryayekî sawêrên kevnar e di bin baskên xwe de dilorîne, lê min dizanî ku hestên ji bîrkirî û kesên kilîta dil bi sitûna kon ve daleqandî, dê min ber bixwe ve bikşîninin ta peymana mayînê bi min re imze bikin. daxên rêwitiyê, kezba dayik û bavan di sotînin, rondik li rexên çavan di êwirin Hemî alav weke xwe dimînin û diçurisîn weke ku cil û bergê cejnê bin û ez jî li ser tehtek bilind û dûr matmay me.
rikberiyê bi êşan re dikşînim, na herikim, Ew derîzan û ew avahî ya ku xwidê giravî digotin ew mala we ye, me li paş xwe hêlişt, û em ber bi jor ve çûn, ta bi rojê re, bi tenêtiya xwe bijîn, ew roja ku kirasê şevê li xwe kiribû, ji zelaliya çavê wê wesa xwiya dikir di gera bê dengiyê de kezeb parçe parçe dikir. Roja ku bîranînên kevnare bi bîra me tanî û zelalî û dil germiya rojê ji me re digot: ez hêvî û omêdên we me heger hûn bixwazin bi min re şanaz bin û ji kesên dûr û ji bîrkirî re bistirin, û peyzok serpêhatiyên xwe ji nifşê binav buyî re birêsin. Tevlî ku dewsa nexşeyên janan, û şopa rondikên daleqandî li ser rûdêmên bi agirê heskirina axê sotiyayîn diyare, hêvî xwe di nav bijonaya mêrgan de di şêlênên, nalîna dengê zeviyan, nîşana wêraniya keriyên rêwiya ye, êdî tenê konê şînê vegirtî maye û kirasê reş, xwe li hemî dilan pêçaye ,” kundo” jî qoçên xwe vedane, kêlî bi kêlî rûberê avahiya xwe firehtir dike, û bîna hemî kavil û çavkaniyan di çeltê dilsozan de, bizava li hevatina, çavên vegerê û xewnên nîv cû dike, çavên rojê bi perdeyan di nuxumîne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (29) de hatiye weşandin