Du tişt dihêlin ku insan bê xuyakirin, bi pêş de here, û di jiyana xwe de şa bibe; pêşketina aborî û pêskulojiya insan.
Çi civaka ku li terazuwa xwe bigere, gereke ku li aboriya xwe miqate be, û li rehetbûna milletê xwe û gelek pirsgirên di nav civakê de çêdibin, ji ber gerekên aborî, û pîskolojî yê herema Cezîrê, ev navpana heşîn parçak ji xaka Sûryayê, bi alîkariya ciwîlekan ê ku hiştine ku ev herêm bibe buhuştek li ser rûkê cîhanê, ji ber vê yekê gelê herêmê, tev de bi yek dest hiştine aboriya welat bigihe asteka pirr bilind, û ji aliyê civakî, zaniyarî û rewşenbîrî ve, ji milletê herêmê pirr gavên mezin avêtine ber bi pêş ve.
Gava ku em li miletê herêmê mêze dikin em dibînin ku ji gelek milletan pêk tê: Ereb, Kurd. Aşûrî, û Siryanî, û bilî wan jî gelek milletên din jî hene, tev di vê deşta pirr bi xêr û bêr de civiyane, û ji ber zilm û zora Osmaniya baz dane.
Di pêşî de vî milletî nikarîbû ku bi hev dû re bije, ji ber ku hêjî ew kîn û buxza ku dijmin xistibû dilê wan de, hê derneketibû ji ber gelek sedeman, Ji wan sedeman me berê gotiye, ew kîn û buxza ku dijmin xistibû nav millet de, nakokiyên ku xistine nav misilman û olên din de, û ew regezperisitiya ku xistiye nava gel de .
Sedemek din, ew nexweşiya ku ketiye nava civakê de ew nexweşiya ezezî, ya ku gelek kesan xwe pê girtiye ku hiştiye gel dûrî hev bikeve, û bi erzanî bên firotan .
Di baweriya min de hevgirtina gel mercekî sereke ye ku ev millet jihev dûr nebe û jihev nekeve, bimîne komek hevgirtî û yekperçe.
Lê civaka nerast dihêle ku millet dûrî hev bikeve, nahêle ev millet bigihê hev, dihêle ku millet komikan û çeperan jihev dû re çêkin.
Em nikarin jiyana xwe ya rojane ya civakî xweş bikin, bi ya aborî re ta em jiyana xwe, yanî pîskolojiya xwe ya civakî bi riya yekîtiyê re xweş neki,.
Heger em jiyaneke nû nedin milletê xwe û baweriya wî bi netewa wî neyînin, em nikarin misogeriya berdewamiya jiyanek nû bidin vî milletî, nikarin wî li ser riyek rast û durust perwerde bikin, bihêlin welatê me li ser yekbûnekê ava bibe, û li ser bingehek rast û durust raweste.
Gereke zarokên herêmê taybetî yê herema me li ser hizkirina gelê xwe perwerde bibin, ji ber ku ev dem nema mîna dema berê ye, hozîtî, eşîrtî, û gelek tiştê din e, niha nema dema cudayetiyê, ol û mezheba ye, divê em tev de ji bo welat û millet xwe tev de kar bikin, em nebêjin, ev ji filan milletî ye ew ji filan mezhebî ye, û ji filan olê ye, da ku em welatê xwe di nav welaten de bigihênin asteke bilind, , bi hev dû re tê de bijîn, û jiyana xwe li ser xaka wê berdewam bikin.
Ji aliyekî dî ve, em lê binerin, ku ev yanê werzeşî û kultorî, û hevgirtina ciwîlekan, bazirganî, kişt û kalî, çêkirinê û hemû karûbarên di welatê me de, dide xuyakirin ku milletê yekdest û bi hev re bi avakirina vî welatî re ye.
Û di dawiyê de ku em li navçeya Cezîrê dinerin em dibînin ku ji aliyê aborî û çandiniyê de gelek gavê giring ber bi pêş avêtine, ji çandiniya genim û ceh û pembo de be û bilî tiştê di bin zemîna wê de veşartî ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (29) de hatiye weşandin