Ciwanê zanîngehê yê bi navê Şêrwan Ebdelah Berekat di bin işkenceyê de di zindanên ewlekariya rêjîmê de jiyana xwe ji dest da, nûçe gihandi malbat wî, lê gewdê wî nedan, tenê nasnameya wî û belgeya wefatkirinê şandin, malbatê di sibeha înê 27-6-2014an de konê behiyê li bajarê Amûdê vegirt.
Şêrwan Berekat endezyariya petrolê li zanîngeha Beʼis li parêzgeha Humsê dixwend, li gor agahiyên ji hevalên wî, Şêrwan di 20-8-2013an de hatibû girtin.
Li gor dîdevaniya hevalên xwendekar Şêrwan Berekat, ew hate girtin piştî pasevanê niştegeha zanîngehê vîdyoyên pêşandanan di mobila wî de dîtin û berê wî dane girtîgeheke nenas.
Hin hevalên şêrwan ji wî pasevanî li hevalê xwe pirsîn, lê wî got eger win careke din werin lê bipirsin winê li pey herin (ango win jî dê bêne girtin).
Ji wê çaxê de, bavê Şêrwan hewl dide ku kurê xwe ji nav destên wan berde yan bi kêmayî carekê wî bibîne, lê hewldan bê sûde bûn.
Piştî lêborîna giştî ya ku Beşar Elesed derxistibû, careke din bav li kurê xwe pirsî, lê bersiv nexweş hat, navê kurê wî di nav yên ku li girîgehên rêjîmê jiyana xwe ji dest dane hebû, bav bi cil û nasnameya kurê xwe û bi hêsirên xwe vegeriya.
Şêrwan Berekat ji sibata borî de şehîd bûye û tu gewd heta niha tuneye.
Behî li mala bavê Şêrwan li Amûdê li kêleka qada Azadî li nik dibistana Rabîʼa Eledewiya, rojên în, şemî û yekşemê /27-28-29/ hezîranê li dar dikeve.