Amûdê- Taybet Bûyerpress
Duh roja Înê 27-6-2014an, demjimêr pênc û nîvê êvarî, bumbeyek li riya sereke li bajarê Amûdê teqiya, di encamê de ziynine aborî û du welatî bi birînine sivik birîndar bûn, li aliyekî din bumbeyeke din li ser riya sereke nêzî riya ku diçe bajarê Hesekê hate dîtin.
Nûçegihanê me -li gor jêderekî berpirsyar di Asayîşa Amûdê de- da xuyakirin ku bumbeya yekê di tûrekî reş de bû li qoziya pira sereke li nîvê bajar bû, dema derbasbûna hêzeke asayîşê hate teqandin û ziyan giha otombîlê, qurbanî tune bûn lê du welatî -ku di dema teqînê de li wir bûn- birîndar bûn, ew jî Fewaz Emkê û Mihemed Bavê Bengîn, birînên wan jî sivik bûn.
Jêder berdewam kir ku bumbeya didiwan ji hêla pisporên jihevxistina bumbeyan hate jihevxistin, ev bumbe jî di tûrekî betaniyan de li quncika rastê ji serê riya Hesekê li Amûdê bû, ew ji ya yekê mezintir bû, lê hêzên Asayîşê ew dîtin.
(Li gor jêder) li serê riyên ku derbasî bajar dibin, hêzên Asayîşê derbasbûna otombîlan û bi yaybetî kemyonan qedexe kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev teqîn hat di roja bîranîna salane ya bûyerên Amûdê ku şeş sivîl û yek ji endamên YPGê şehîd bûbûn.