Wezareta bergiriyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê 5 balafirên “Sukhoi Su-25” ji Rûsyayê wergirtine û ev yek dê hêza ezmanî ya Iraqê xurtir bike.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew 5 balafir beşek in ji girêbesta ku Bexda ligel Moskoyê îmze kiriye.
Balafirên Sukhoi Su-25 ev 30 sal in di xizmeta leşkerî de ne û ji aliyê hêzên ezmanî yên artêşa berê ya Iraqê ve dihatin bikaranîn.
Duh jî CNN li ser zarê berpirsên amerîkî belav kiribû ku Iraqê 800 rokêtên Hellfire yên li dijî tankan ji Amerîka xwestine.
Jêder: (Rûdaw)