– Ji ber em Kurd bûn, piştî têkçûna beyana 11ê Adarê em ji Kerkûkê derxistin.
-Ttiştê li cem min hemû bi alîkariya Kak Nêçîrvan û Mam Celal hatin çapkirin.
– Zoradriya herî mezin ku deleta Turkî li me kir, derxistina mr ji welat bû.
– Hindek Bedirxanî hene ez naxwazim bikevim nav wan de, ji ber eger bi rastî Kurd in bela bi Kurdî binivîsin.
– Yadê.. Tu dikarî hindekî ji xwendevanan re li ser kurtejiyana xwe biaxivî?
Hevpeyvîn: Qadir Egîd – Hewlêr
Guman dikim ku75 sal ne kurtejiyan e. Ez di sala 1938an de li Şamê jidayik bûme. Min dibistana “Rahibata” temam kiriye, dûv re min du sal parêzerî xwendiye, Paşê ez Ji endezyar û nivîskar Selah Se`dela zewicîm û hatim Iraqê. Di sala 2006an de em hatin Kurdistanê. Ji sala 60î ta sala 1970ê em li Kerkûkê bûn, em li çolê bûn ji ber me di parzûngeha neftê de kar dikir, bêtir ji 4 salan ez seroka Yekitiya Jinên Kurdistanê bûm, di sala 72an de li Olam Bator beşdarî Kongirê Jinên Asyewî bûm, sala 73an ez li Mosko beşdarî konfiransa aştiyê bûm, karê me gelek baş bû li Kerkûkê, me guh dida xêzanên şhîdan, imkanatên me baş bûn, piştgiriya me ji gel xelkê bû, ji ber hemû Ereb û Tirkman û Kurd alîkar bûn, û yên kar dikirin bê pere bûn.
ji ber em Kurd in, wê salê em ji wir derxistin, piştî têkçûna beyana 11ê Adarê em ji Kerkûkê derxistin em çûn Bexdad. Ji sala 80yî de min li dibstana Bexdayê waneyên Ferensî û Ingilîzî, û yên Erebî ji bo kesên biyan yên Netewên Yekbûyî heta sala 1993an didan, Ji 1993 – 1995an ez bûm rêvebira dibstanê, ji 95an de ez karê xwe li malê dikim. rehmetî ferhengek Inglîzî- Kurdî çê dikir, min alîkariya wî dikir. Piştî vê demê em hatin Kurdistanê, min dest bi çapkirina tiştên kevin yên malbatê kir, wek ferhenga bavê min û pirtûkên dî yên kurdî û Giramera Kurdî û Nameya bo Mistefa Kemal.
Di sala 2009an de sedsaliya diya min bû, me bîranînek li Hewlêrê jê re lidar xist, niha me elbomek derxistiye hemû resmên Bedirxaniyan in. konê Reş behsek bi latînî nivîsîbû, mixabin li cem min nemaye, dektor Şikriyê Resol behsa jinin kurd tê de dike.
– Te hiqûq jî xwendiye, gello li gor tu jineke mafnas î , tu dibînî jina Kurd gihiştiye mafê xwe?
rewşa jina Kurd niha Baş e, ne xerab e pêşketî ye, ta ya nexwendevan jî, alîkarî û piştgiriyê dike, ne tenê xwendin giring e, ya giring mejî ye, çi sûd heye eger tu dektora bî û mejiyê te girtî bî?
lêbelê pêşketinek mezintir jê re divê, dîsan niha jin hene li perlemanê li Kurdistanê, li Bexdayê, belê ez dibêjim gereke dengê xwe bilindtir bikin ji ber em nabihîzin ku li perlemanê yek rabûye giftûgo kiriye û tiştek ji bo jinan xwestiye, ango du-sê jin hene û yên mayî hema rûniştîne. Bila destpê bikin, ne bes bera endamê perleman bin û hew, eger em dixwazin mafê Jinê xurtir bibe divê destpêk ji wan be, ew jinên ku li perleman şûna jinan girtine.
– Tu çawa jina Kurd a ku rahiştiye çekê û berevaniyê di ber axa xwe de dike dibînî?
ew dest xweş.. keçek ji kampa Domîz hebû alîkariya min di karê male de dikir, lê niha ew bûye Pêşmerge, ev jî hemû bawerî ye, ne ji bo berjewndiya ye, divê ew welatê xwe rizgar bike..
– Pirojeyek te hebû ku tu erşîfê Bedirxaniya mîna insklobîdiyekê bide hev, guman dikim te nameyek jî şandibû ji serok Barzanî re di vî derbarî de, ew piroje gihişt ku?
min dixwest wek ensîklobîdya Bedirxaniyan çêbikim, hemû tiştê wan derxim, lê ev karek mezin e û gelek pere jê re lazim in, divê mirov li dinyayê û li ku derê bûn bigere û erşîf derxîne. Mixabin gelek Bedirxanî emrê Xwedê kirin, em nizanin gorna wan li ku derê ye.
Lê bi rastî ta niha tu tişt çênebûye, ji ber rewş ne xweş e, û ez jî naxwazim behsa tiştin wisa bikim ji ber tiştin giringtir hene divê ku berî insklobîdiyayê pêk werin. Bi rastî ez dibînim ev erşîfê ku li gel min ne yê min e, yê milet e, lazim e were belavkirin û xelk bibînin.
– Pirojeya te bo avakirina dibistanekê bi navê Bedirxaniya jî hebû, ew çi piroje bû?
di sala 70ê de rehmetiyê Kamuran hatibû Kurdistanê bo kongira partî, Melle Mistefa jî amade bû, û pêşinyarek wisa çêbû ku dibistanekê bi navê Bedirxaniya vekin ev jî bidawî nebû ji ber rewş têk çû, û li ser riya wî jî em jî hewl didin ev piroje bighêje serî.
– Ew çi Pirojeya te ya li ser Cezaya Ziman û Xwarinê ye?
pirojeyek min hebû min destpê kiribû, ji ber kurdên me yên Bakur gelekî bi Tirkî xeber didin, min ew ceza dikirin, her kesê ku peyveke Tirkî bilêv bike ez wan ceza dikim, pênc hezar dinar ji wan distînim. cezayek dî jî li gel min ji wan kesên ku xwarina xwe temam nakin re heye, ji ber bêtir ji Milyarekî birçî li jiyanê hene, û xelk li vê derê xwarinê davêjin. Tê bîra min mêvanek min hatibû, ji min re got ji ber ez gelekî li Bakur bi Tirkî diaxivim, ez ê cezaya xwe pêşinde bidim, rabû 100 Dolar da min. û ev piroje berdewam e, ji bo alîkariya hindek xwendevanên me yên ji Rojava û li zankoya Selahidîn dixînin, em alîkariya wan dikin, em gelek cil û berg didin hev û em belav dikin, ew jî tiştekî serbixwe ye, bi tu rêxistin û saziyan ve ne girêdayî ne.
– Gelek gengeşe li ser pirtûkên Mîr Celadet çêbûn, çi dizî, çi kopîkirin, û gelek nav ketin wê gengeşê de.. Konê Reş, Dilawerê Zingî, Mihemed Uzun, Siyamend Ibrahîm..htd. Gello çima ev gengeşe bi vî awayî çê bûn?
tiştekî normal e, di nav Kurdên me de û ji bilî Kurdan jî, hene ên ku hez paşgotinan dikin, û nikarin hevalê xwe pêşketî bibînin, lewre wê bibêjin pirtûk dizîne, yan nizanim çi kirine, bes e êdî, bes e, niha hişê deynin ser welatê xwe, hûn çawa dikaribin wî azad bikin. tiştê li cem min hemû bi alîkariya Kak Nêçîrvan û Mam Celal hatin çapkirin. bes e êdî ev gotin şerm e.. Dûv re ji min re behsa Siyamend Birahîm neke, û li ser zimanê min jê re bêje, ew keseke nebaş e, çiku yan tu Kurd î, yan tu ne Kurd î, eger tu Kurd bî alîkarê hevalê xwe be, ne behsa vî û wî bike.
Ez bersivê bêtir nadim, ji ber ku(CD) li ba min heye tê de hevdîtina Mihemed Uzon bi diya min re ye û bes..!
– Hûn çawa rewş û rola rojnamegeriya Kurdî bi giştî û li Kurdistana Başûr bi taybet dinerxînin?
Ez dibêjim kêm û kurtî tê de heye, lêbelê dîsan baş e, em niha rojnameyan bi zimanê xwe derdixin, xwezî jî ev rojname bibin bi tîpên Latînî ji ber ku ta niha bi tîpên Erebî tên deranîn, lê hêdî hêdî çê dibe û li Kurdistana Rojava rojnameya Kurdî baş e, lê gerek em behsa dîroka xwe bikin, ne behsa yekî dî bikin. Her rojnameyek behsa filan û filan ji partiyan dike û di vê çarçoveyê de digerin, ev şerm e, bi taybetî niha gerek bibin yek, ku nebin yek wê sed salê dî jî tiştek bi dest xwe naxin. Ev partî ye û ev nizanim kî ye..! Ev dem ne dema wilo ye, ma em çend milyon in li Rojava? Bera em sê milyon bin. Û çend partî ne? 32 partî ne û her yek çend endamê wan hene?
Divê em dest ji vê rewşê berdin, heger em bixwazin bi rastî tiştek ji me re çê bibe, zor û sitemkariya ku li me hatiye kirin bi destê rêjîma Ba`s bes e.
Bi giştî rojnamegerî hêdî hêde bi pêş de dice, navê rojnamegeriya kurdî bilindtir dikbe, li Bakur rojnamegerî pêşketîtir e, ji ber ew azadtir e.
– Cara yekem ku Yadê çûye Cizîrê kengî bû, û hest çawa tev geryan?
ez bi çûk bûm bavê min dibir dibistana Rahibata li Ebû Rumanê, bi rê ve ji min re behsa wir dikir, li mal jî her dem behs dikir û digot eger tu mezin bibî em ê herin wê deverê. Di sala 72an de em çûne Istenbolê cem metika min, em bi rê ve li wir rawestiyan, ez giriyam, xortek li wir hebû ji zilamê min pirsî çima ev pîrek digrî, wî got ew neviya Bedirxaniya ye, ji min pirsî tu keça Celadet î, û di deh deqeyan de bêtir ji 50 kesî li dor me kom bûn, û em dawet kirin, min dît eskerên Tirk çavê wan li ser me ye, min got em rabin çêtir e êrîş werin ser me. min wê carê gelek kêf kir û ez gelek êşiyam jî. cara didwan ez fermî hatim dawetkirin, konfiransekî ziman hebû bi navê” Rûmeta Ziman û Zimanê Rûmetê” bû.
– We çawa mamoste Selh Se`della Nas kir?
dikene… ev raz in..!
pêwendiyê wî bi diya min û mamê min Kamuran re jî hebûn, ew serokê Komeleya Kurdên Ewrupa bû, û nesîb çêbû, û em hatin Iraqê, Kerkûkê, di sala 80ê de ez li Bexda, li dibistana navdewletî bûm mamoste ta sala 95an, kitêba wî a yekem ji Inglîzî wergerand Kurdî, û pê re peyvên cuda dinivîsandin û wateya wan li rex wan bi Kurdî dinivîsand, dawî ew jî kir Fehengek Kurdî – Inglîzî, kak Mesûd alîkarî pê re kir û ferheng çap kir, paşê instutiya Kurdî li Parîsê ew çap kir, û Ebdella Keskîn jî ew kirin tîpên latînî û çap kir.
– Dayê Malbata Bedirxaniyan ji damezerên yekem di sedsaliya bûrî de tên jimartin. Gelo çima vê malbatê derfeta xwe di rêvebiriya deshilata kurdî de negirtiye, ango stêra Bedixanya piştî çûna Celadet vemirî?
Bawer nakim hatiye vemirandin, mixabin ta niha, em mezin bûne, me dîrok û mêjûya xwe ya me li dibistanê Ereban, yan Tirkan xwendiye nas nekiriye, lewre ez her dem dibêjim em kî ne ji ku hatine, û ev yek ji nifşên nû re gelek giring e, ez guman dikim gelek tişt giringtir hene diqewimin, anku tu karê xelkê nemaye jibilî behsa malbata Bedirxaniyan bikin, tiştin giringtir di siyasetê de hene.
Eger vemirî be jî Ji ber tu kes pişt bavê min Celadet nema. Lê birayê wî Kamuran Bedirxan di sala 78an de tiştekî gelek mezin li zanîngeha Sorbon li Parîsê çêkir, dest bi dersên Kurdî kir, ev tiştekî gelek mezin e ku li zanîngehek cîhanî wek Sorbon ta niha mamoste hene û dersên Kurdî didin. Gelek Firensiyan li vir dibînim dibêjin me dersên Kurdî ser destê Mîr Kamran xwendiye. Di salên 60î de ji bo pirsa Kurdî çû Civata Miletan, gelek pirtûk û berhemên wî hene, ferhenga Kurdî -Ferensî çêkiriye. Ew jî gelek tiştên wî hene, ez dibêjim ku ew tişt gerek winda nebin, divê em bikin wek ensîklobîdya ku hemî tiştên Bedirxaniya em deynin tê de. Çima? Ji ber ku ev dîrok e bo militê Kurd ne ji bo Bedirxaniyan e, da ku milet bizane çi kirine, kî ne, kîjan sal e, ew hemî gerek e, da miletê me bizane, mixabin em diroka Ereban ya Tirkan û ya Firsan dixwînin lê me pirtûkek nîne dîroka me bixwînin.
Yanî ne dîroka Bedirxaniyan e, dîroka Kurdan e, ji ku derê hatin, li ku derê çê bûne, çi qewimiye, çi bûye, erdê wan li ku derê ye, sînorê wan, em cugrafiya Ereban, Tirkan, û Ferensiyan dixwînin, çima me cugrafiya xwe nexwendiye, em bizanin welatê me kîjan in sînorê me kîjan in, mixabin ew tişt ta niha nebûye balkêş ji kesî re, yanî niha li dibistanan çi dixwînin? dîroka Ereban ya Tirkan ya Farisan ya Sefewiyan û Osmaniyan û Silêman Elqanûnî ya Islamiya û Etaturk.
– Bedirxanî hene te bi wan bihîstiye û wan nas nakî?
pismamek min li Elmanyayê heye bi navê Sefder têkiliyên me hene, neviyên mamê min Sureya li Urdinê ne, niha wek belgefilmekî heye bo danheva Bedirxaniyan (Lem El – şemil), bi rastî hindek bedirxanî hene ez naxwazim bikevim nav wan de, ji ber eger bi rastî Kurd in bela bi Kurdî binivîsin.
– Eger tu karibî ji me re li ser rola mîr Celadet wek şoreşgerekî ne wek rewşenbirekî biaxivî, wek tê nasîn ew çend ezmûnê wî ji bo şoreşekê Li Bakurê Kurdistanê hebûn?
Ew bi xwe li ba min gelek agahî li ser vê mijarê Tune ne, lê ew bi xwe tiştin wilo hebûn wek têkliyên apê min Kamuran bi Mîcer Noêl re, lê ev nabin belgenameyin dîrokî, wek tu dizanî ez mamosta bûm û nabe mirov dîrokê binivîsîne bê awayekî zanyarî.
– Cemşîdê Celadet Bedirxan çima wisa jiyana wî nenas e, cihê xwe di navdariyê de nedîtiye?
ez naxwazim behsa vê mijarê bikim, ji ber Kurdên me wisa kirin.. di sala 57 di gel Hisên Kîkî Rêxistina Xwendevanên Kurd ava kirin, û dema ku çû Elmanyayê dest bi kar kir, gelek xelk hebûn peyvin bê wate û bê edebî jê re gotin mîna “Tê xwe li ser me bikî mîr û axa” û gelek tiştin dî , wî jî xwe vekişand û got ez ê li vir bibim Dektor û karê xwe bikim.
Merov çi be, eger merov kar ji bo welat neke vala ye, lewre ew jî bû Dektor.
wî riya xwe bi awayekî dî dîtibû, riya xwe di warê zanistiyê de çêkiribû, jiyana xwe wisa qedand û wexta emrê Xwedê kir temenê wî 60 sal bû, lê kurê wî niha gerek cihê wî bigre, berî demekê li vir bû û ew li Elmanya pijîşk e.
– Neviya Bedirxan Paşa hûnê çawa kilîta Birca Belek bidest xwe bixin?
Temenê min mezin bûye, êdî bila bo xelkên dî bimîne. Baş e, ez di sala 2010an de çûm Cizîrê û ez li wan deveran 4-5 sa`etan geriyam, ew besî min bû.
– Kî ne yên ji hevalên Mîr Celadet û Rewşen tên bîra te, helbet yên navdar, berz û yên ku rola wan ya dîrokî hebû?
Ew gelek, ji wan: Mala Haco û zarokên xwe. Mala Cemîl Paşa, Qedrî Beg û Mihemed Beg, Qedrî Can. Apo Osman, D.Nûridîn Zaza, D.Nafiz Beg D. Nûrî Dêrsimî, min ew dîtine û dan û standin gelek bi wan re hebûn, hevalek wî dî jî hebû li Şamê bi navê Hisên Beg Îbiş.
– Gello navê Mîr Celadet Bedirxan li Kurdistana azad li hin cih, park, û dezgehin fermî bûye, bi tevayî çi ji bo Mîrê zimanê Kurdî li Kurdistana azad bûye?
Tiştekî fermî nebû, bes li Soran dibistanek bi navê ” Celadet Bedir Xan” vekirin tiştekî din nin e.
– We li ser posterê nivîsandîye: Yekîtîya Kurdan bidin min ez ê Kurdistanek azad bidim we”.
Hindekî bi cî hatiye, serê sedî pêncî,.çimkî hîn sê parçê dî mane, ji bo wilo ez dibêjim serê sedî pêncî. Lê bes e em ala xwe dibînin, bi zimanê xwe xeber didin û dixwînin, ev jî tiştek gelek giring e.
– Wateya van gotinan li nik te çi ye?
Kurdistan: Jiyan e.
Azadî: Serbilindayî ye.
Cegerxwîn: Djminê me bû. Ji ber wexta em biçûk bûn Cegerxwîn dihat mala me. Bavê min bang me dikir; werin helbestên wî bixwînin, em biçûk bûn me dixwest em bilîzin. Êdê halê me ji ber Cegerxwîn tune bû. Cegerxwîn helbestvanekî gelek mezin e, û neviyê wî niha zavayê me ye, mêrê biraziya min keça Cemşîd e.
Osman Sebrî: Apo Osman dihat mala me. ferhenga bavê min bi dest xetê xwe neqil dikir çimkî bavê min danî bû ser kartona, piştî emrê Xwedê kir Apo Osman her roj dihat mala me dirûnişt destnivîsa wî temam dikir. Nûridîn Zaza: Belaya serê me bû. Min her şiqam jê dixwar ya sitar. Nûridîn hevalê me û birayê me yê mezin bû.
– We gelek zordarî ji dest dewleta Tirkî dît, ya herî mezin çi bû?
Derxistina me ji welêt, ev ji hemûyan mezintir bû, em li her çar perçê welêt belav bûn.
– Hûn şoreşa Sûriyayê û rola gelê Kurd û tevgera Kurdê Sûriyayê çawa dixwînin?
Mîr digot: ” Yekîtiya kurdan bidin min ez ê Kurdistanek azad bidim we” . anku yekîtî, yekît, yekîtî. Ne yekîtiya hizba ” Mam Celal” lêbelê yekîtiya kurdan.
– Dema ku hûn berê xwe didin Sûriyayê, li ku dibin mêvan? Mîratê we wek malbat li Sûriyayê heye?
Dotmamên diya min li Şamê mane. Bavê min û diya min û bavpîrê min yê mezin di taxa Kurdan de veşartî ne. wexta ez diçim wê derê diçim ziyareta wan.
– Gotina te ya dawî bo hemû şopêner û xwedevanan re çi ye?
Ya giring em yek bin û her dem bi zimanê xwe biaxivin, ji ber zimanê me nasnameya me ye. Heger em zimanê xwe winda bikin em ne kurd in û ne tiştek in.
Yadê Sînem Bedir Xan Erşîfê Rojnameya Bûyerpress Werdigre
Yadê Sînem Bedir Xan Rojnameya Bûyerpress Dixwîne..Û Wêneya Pêşî Wêneya Mîr Celadet e
Demjimêra Mîrê Botan Celadet Bedir Xan
Xencera Mîr Celadet .. Navê Mîr Cemşîd Li Ser Kolaye
Yadê Sînem Bedir Xan
Gulleyeke tivinga Mîr Celadet Ya Nêçîrê