Ehmedê Mûsê
heger hûn nebin yek, em ê tev bibin Alan li ser deryan yek bi yek
Bêhtirî pênc sal ku, bi ser şorşa sûriyê de derbas bû . ji 15-3-2011an de milletê kurd ta îro jî xwe perçak sereke dibîne di nava wê de, derketin xwepêşandana, mîna hemî sûriyên li dijî vê rêjîma dîktator, da ku bête ruxandin, û hilmeke nû têkeve asîmanê vî welatî, û serekê hêviya wî bi têkçûna rêjîmê buharek bi ser kurdan de bê, û buhara mafê xwe yî netew kulîlik bide. Wek netewa duyemîn li ser xaka xweyî dîrokî dijî.
Rêjîmê xweşik ji xwe re fêm kir, ku destê gerim bikar bîne, wek ku bi serê Erebê xwe dike, wê şoreş mestir bibe û bibe gelêrî. Wê çaxê wê Elewî, Dirzî, Kiristyan jî dakevin kolanê xwepêşandanê li dijî wî, û pê re, wê çûna wî pir nêz bike. Rûsyan rûpelek şîret jê re rêkir, sîsika şîretan ew bû, ku nêzî Kurdan nebe ne ji qenc û ne xerab, wiha jî Dirzî, Kiristyan, Elewî, û bi cî anî .
Şoreşê berê xwe da çekdariyê, ji ber ku rêjîm ji bilî girtin û kuştinê ku dikir, dest avête namûsa xelkê, derdiketin kolana li dijî wî, û li gelek deveran çekên sivik li şûn xwe hişt, wek xefkekê, û bi wê bi ser ket. şoreşa aştiyane berê wê bi çekdariyê vekir, û xiste qonaxa ku ewê bi ser bikeve . leşker veqetyan hêdî hêdî, ta pir bûn û navê xwe kirin leşkerê azad. bi sedan xortên Kurd jî tevlî bûn.
Rêjîmê destpê kir, wê jî leşkerê azad çêkir, karê xerab bi xelkê kirin, da ku çavreş bibin, û her carê daxuyaniyek derdixistin ku wê bên cihên kurdan rizgar bikin, û naskirî bû ji milletê Sûrî ve devera ku leşkerê azad dikevê yê, rêjîm wêran dike. Heya ku li ser qada şer ketîbên Misilman cih girtin û rol ji hemû kesê şervanê rêjîmê standin. Evqas bûyer derbas bû, û hêzên siyasî ên Kurd lihev nedikirin, ta îroj jî. Du encûmenên Kurd çêbûn, ku ev yek li tu devera dinê de çênebûye, ku ji bo dewletekê, yan herêmekê di encûmenên gelêrî çêbibin, lê xuya dike zengil bi serê me kudan ve ye.
Ev nelhevhatina hêzên kurd, rêjîm xweşik nas kir, destpê kir devera Kurdan bi navê van rêxistinê misllmanê torolîst çemper lê girêda, û em di rojin tûj û dijwar derbas kirin, giha bi rojan av qut dikir, mazot û banzîn jî wilo, û ya ji tevî pêwîsttir kehrebe. Ta giha rojê tevî sê seetan tenê dida devera Kurdan ta îroj, Ev sê sal derbas bûne ne xanima min û ne jî keça min porê xwe sişwar nekirine..!?
Ji xwe ku Gemiyên Elmanî bêne Turkyayê wê xanima min û keça min berî xelkê tevan lê siwar bibin. Evqas Ecêb ku rêjîmê bi serê me de aniye, û mirovê Kurd berê fîşeka xwe pê venekiriye. Di wextê ku devera Kurdan aram e, û tu şer lê çênebûye ji bilî Kobanê ku wêran bû ser destê Daişa torolîst. Ew jî di baweriya min de ku desthilatê rê ji wan re vekirin ta bighên Kobanê, kerwanê Daişê bi sedan bi rê de bûn, firokek rêjîmê li wan nexist, û rojekê jî di şerê kobanê de, ser kurdan re hat.
Roj bi roj Kurd perîşan û xiniz bûn, ketin nav agirê manê, ku wê mîna hêsîran biqedînin ji ber feqîriyê, yan penaberî. Her biryarek ji ya din dijwartir e, û mirov ne mar e ku bi xwarina axê biqedîne. Bi sed hezaran berê xwe dane herêma kurdistanê, û herêm ji wan re ne bê texsîr bû ta vê gavê jî. Bi hezran xortên Kurd li Herêma Kurdistanê kar dikirin, û pirê wan arîkariya xwediyê xwe kirin yê li Rojavayê Kurdistanê mane.
Çar sal derbas bûn, her dû encûmena lihevn nekirne, ku wek desthilatek hevbeş kar û barê milletê xwe bikin. Zêdey hezar roj derbas bû, ev millet perîşan dibe, tevî ku sê rêkeftin li ser destê Serok Berzanî hatin emzekirin, lê hema ku herdû alî pişta xwe didane Herêma Kurdistanê, ew rêkeftin bi avê re diçû berî ku hibra emza wan li ser rûpelan zuha bibe. hêviya çi Kurdê ma ye li Rojavayê Kurdistanê, çirûskek lihevhatinê ronî bide, da ku nebin wek teyrikan û tiştê mane ew jî xwe li sînorê mirinê nexin, û laşê wan li ser avên derya neyên dîtin wek Alan zarokê Kobanê, ku du carî miriye, carekê mal û mewdanê wî bi qadê ve hate raxistin, û cara dudiwan ser ava deryayê mir û bû simbola penaberiyê. mirovê banga wî jî ji rêxistinên Kurdan ew ep; heger hûn nebin yek, em ê tev bibin Alan li ser deryan yek bi yek .
Ev gotar di hejmara 28an de ji Rojnameya Bûyerpress hatiye weşandin