Her Wê Rokê
Ferhad Içmo
Evê Cengê evî Şerrî
Yar û neyar riswakirin
Di bin nalên top û Tenga
Hezar hêvî bê deng mirin
Kevokên jar birîndarin
Geh li virin geh li wirin
Lê, ronakên paşerojê
Li ber çava venamirin
Her wê rokê ev ceng û kîn
Ji vir barke her wê here
Her wê rokê ken û şahî
Li şarê min bizîvire
Li vî warê zîz û xemgîn
Her wê rokê agir vemre
Di nav davên xewn û hêv’ya
Demek jandar dibihire
Her wê rokê dîrok bêje
Kan’yên xwînê tev li virbûn
Li bajarê jîn û vînê
Hinek berx bûn hinek gur bûn
Ji rondikên sazên girî
Roj tev berf bûn tev agir bûn
Bi omîda sal buhurîn
Xwezî “mûm û gul û pir bûn“
Evê cengê bi tîrên xwe
Rûmet nehişt ji bo merda
Mîrên cengê şoreş kirin
Gol û kan’ya êş û derda
Lê şoreşê gur û rovî
Tev derxistin ji paş perda
Her wê rokê bi dawî bê
Dastaneya qîrên Kurda
Her wê rokê gemiyên me
Bên semayê di nav pêla
Tenbûra dil wê şa bibe
Bi peymana kok û têla
Refên hêv’ya emê rakin
Ji newal û ji nehêla
Nû wê Qabîl li pey Habîl
Bike hawar ji çar hêla
Her wê rokê mîrên cengê
Di lellan de bên dadgehan
Wan herikand li kolana
Çemê xwîna bêguneha
Ta bi baxan zer û hişk bûn
Di bin simên sal û meha
Qîr û hawar êrîş dikin
Perestgehên çav û guha
Dema Tifing razên mirnê
Li kolana diweşîne
Pênûsa jar bi çar lepka
Ji meydanê xwe dikşîne
Xemxurên jîn û viyanê
Tev bê rês û bê teşîne
Bayê xwez’ya dilê sêwya
Li pey rêwya pirr dêşîne
Her wê rokê giya derê
Ji bin hîmê li newala
Mendal ji nû wê xwe bigrin
Bi çokanên pîr û kala
Dahola sar wê germ bibe
Bi dîlanên ebrû dala
Kevokên gewr wê bilûsin
Li ser serê darên ala
Her wê rokê şervanên me
Ji sengeran bên malên xwe
Nû wê bigrîn li ser xwînê
Ser xwêdana hevalên xwe
Wê xewnên xwe bilorînin
Li bin siya wan alên xwe
Gelek peyvan dê bugherin
Ta bi cejn û sersalên xwe
Her wê rokê darên kevnar
Bi kulîlka bixemilin
Şaxên zuha ji bo reha
Tevde êş û derd û kulin
Şerme ku hîn biharên me
Bê nêrgiz û lal û gulin
Li ser şopa pakrewana
Jîn û viyan hêv’yên dilin
Her wê rokê partiyên pîr
Bi kaş’wa li serê hevxin
Pîlanên reş ji bin cilkê
Ji bo milet emê derxin
Ev hezar sal li ser masa
Em bê nav û al û nerxin
Lê di rojên teng û tarî
Ji bo kêrê em tev berxin
Her wê rokê biryara me
Ji zindanê xwe derxîne
Wê dîwarên girtîgehan
Bi destê xwe birûxîne
Merşikên sor li pêşya me
Bi kulîlka wê raxîne
Hirmizê kal ji bo aş’tyê
Lavijê nû wê bixwîne
Qey’kên mirnê ez dijmêrim
Di nav pêlên êş û jana
Peyvên şermîn ez parsdikim
Ji birînên hozanvana
Piştî xewna azadiyê
Bûm revendê biyabana
Her wê rokê jîn bibare
Ji wan ewrên li ezmana
Her wê rokê revendên me
Bikin bêrya ax û avê
Na, ew tijar jibîr nakin
Gor û warên dê û bavê
Emê herin pêşwaz’ya wa
Bi peyalên ji lîlavê
Li pişt ciya ez dibînim
Girnijîna lêvên tavê
Her wê rokê …………. kole
Barkin …………………şêrîn
Vê bê…………………..xemê
Pirtir ………………….. birîn
Kurd……………………..erzanî
Em ji ……………………qêrîn
Bi dev……………………neyarin
Bazirganên …………… zêrîn
Her wê rokê roman bigrîn
Li ser werzên çîroka me
Wê bûyer tev xwe xûzbikin
Li ber bejna dîroka me
Va belav bû li cîhanê
Hilm û tovê hîroka me
Şev û êvar wê tev barkin
Ji ber ronya nûroka me
Li asoyan ez digerim
Li sitêra li elenda
Gumanên xwe ez dipêçim
Bi xetîr û mûm û finda
Du çavên xwe digerînim
Li wan dostên dûr û winda
Her wê rokê xuya bikin
Li meydanên şar û gunda
Her sibeha li ber derya
Pîr û kala ez dibînim
Efsaneyên bobelata
Di çavên wa ez dixwînim
Sal zuhane xwen bihane
Darên hêvya hîn diçînim
Ji bo çavên Qamişlokê
Rênivîsê ez dişkînim
Her wê rokê bihêwirin
Ax û oxên evîndara
Dîlbera dil wê vegere
Li şûnwarê civankara
wê kulîlk tev bilîlînin
Ji bo dêmên gulên dara
Şevbuhêrka emê dadin
Bi biharên peyv û zara
Her wê rokê hêsir vemrin
Di peyalên herdû çava
Wê bûka me bixemile
Li nav baxê dilê zava
Ti kes naghê mebesta xwe
Bi gezin û bi lavlava
Perdên şevê têne sotin
Bi çirûskên dengê tava
Her wê rokê perwanên me
Piştî tirsê bên semayê
Wê sawêrên xewnên lerzok
Herin li ber pêlên bayê
Bê baran û berf û teyrok
Li ti wara bihar nayê
Qet di rêça dûr û dirêj
Xwe ned destê tirs û tayê
Na, ne xewne li gasîna
Emê bêjin em azadin
Em dûjeha welatê xwe
Bi buhiştên xelkê nadin
Bi kerwanê cangoriyan
Agirê xwe emê dadin
Heger welat tev wêran bû
Goristana em bernadin
Her wê rokê heyv derkeve
Ji nav ewrên zivistana
Wê perwan û heng û bilbil
Bên serdana dilistana
Dergehê dil emê vekin
Ji bo rêw’yên şaristana
Gurzên dila emê deynin
Li ber kêlên gulistana
Da ku dayik rizgar bibe
Ji bin destê hov û hirça
Divê zanên miletê me
Bibin dengê her çar perça
Wek barana emê avdin
Dar û lemên bax û bexça
Her wê rokê ser av bibin
Dilpijokên nav û nûça
Her wê rokê helbestên me
Li ezmana bibin Quling
Li pêşberî sitemkara
Divê bibin Şêr û Piling
Di nav baxê dost û yara
Wê bimînin perwan û hing
Bi dirana emê deynin
Heger pûçbûn ev dest û ling
Her wê rokê peyala min
Bi meya dil serxweş bibe
Wê çirûska şemal min
Bi awza dêm geş bibe
Wê pirtûka xeyala min
Bi pênûsê kêfxweş bibe
Wê xweliya al’ala min
Bi xunavê bê hiş bibe
Yezdanê min ez westiyam
Qêrîna min bê vedenge
Li şopa xwe ne poşmanim
Zanim ku jîn şer û cenge
Sal dibhirin hêvî pirrin
Lê dilê min hîn lehenge
Bê omîd û kar û viyan
Jiyan gorek sar û tenge
Ezim Mîrê rist û qana
Liser sînga welatên xwe
Ezim dengê êş û jana
Windanakim xelatên xwe
Heta mirnê li civana
Ez bernadim kelatên xwe
Ji bo hêsrê perîşana
Sûndê dixum bi latên xwe
Her wê rokê hestiyên min
Bibin şîva gornepaşe
Lê ristên min wê bibin baz
Li ser serê Mîr û Paşa
Razîbûna milet nadim
Bi xelat û bi şabaşa
Her ez evim wek Donkîşot
Qet ez nakim şerrê aşa
Ferhad bese şev westiyan
Pepûk civyan li dengê te
Bi tirafê xwe pêçana
Ew pizot û perengên te
Içmo digrî li ser xwînê
Li pey vîna lehengên te
Her wê rokê dewran bêje
Sed pîroz bin ahenên te.
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” hejmara (29) de hatiye weşandin..15.10.2015
Mafê çap û weşanê ji Rojnameya Bûyerpress û helbestvan Ferhadê Içmo re parastiye..