– YPG we diparêzin, bila ew axayên we bin
– Siyaset civakê dimije, rewşenbîr bergeriyê dike
– Rewşenbîrî Ji Serî Ye, Ne Ji Mûyê Spî Ye
– Weku siyaset ji rewşenbîriyê ditirse ji dijminê xwe yê rasteqîn natirse.
Destpêkê de ez spasiya we li ser vê serdanê dikim, ew erkeke we yê netewî, mirovahî, rewşenbîrî, û ragihandina azad e.
Qewîtiya min li we; ku hûn karê xwe bi wijdan û ne di bin bandora tu siyasetê de berdewam bikin, ta xizmeta gellê Kurd bike, bergeriyê di ber nirx, nasname, û çanda Kurdî de bikin, miletê Kurd mezlûm e, derfet ji wî re û ji we tevan re hatiye ku ew çarçûveya azadiya tevgera ragihandinê tê de bike.
Di warê rewşenbîrî de.. Rewşenbîrî ji serî ye, ne ji mûyê spî ye, û ne ji girgira vala ye.. Eger rewşenbîr çareseriya êş û azarê civakê neke, nirxê netewî neparêze, kulturê kevneperist rexne neke, civak pêş nakeve, ev bar hemû dikeve ser millê rewşenbîriyê de, ne ser millê siyasetê de, ji ber siyaset civatê dimije, rewşenbîr bergeriyê dike, weku siyaset ji rewşenbîriyê ditirse ji dijminê xwe yê rasteqîn natirse.
Ji bo siyasetmedarên Kurd re dibêjim: Ta niha bes e, we û malbatê xwe pirsgirêka Kurdî kiribû bazirganî, xwe pê xwedî dikir, pesnê xwe dida, hûn axatiyek nûjen dikin.. Serokên partiyên Kurdî, berê bavê wan axa bûn, bav û kalên me dimijtin, axatiya bavê wan derbas bû, wan partî ava kirin, û axatiya xwe bi awayekî dî bikar tînin, çi kesê ku fedekariyê di ber milletê Kurd de bike, xwe di ber de bê beramber bişewitîne ew rêberê welat e.
Ez dûbare dikim, û ez xweş bawer im, YPG we diparêze, bila ew axayên we bin, rastî, serbilindayî, û kesayetiya milletê Kurd di wir de ye.
Ji bo xortê Kurdan dibêjim, xurt bin, serbixwe bin, bi mentiq, bi mentiq, bi mentiq biramin, dûv re bi hişmendî.. Bi mizaciyetê neramin, bila ramana we ne ya kêlîkê be, azad bin.. Eger tu nivîskar bî azad bî, eger tu tekoşerekî rastîn bî, yê azad tu yî..!
Di dawiyê de serkeftin bo hemû milletê Kurd. Û spas bo rojnameya Bûyerpress.