Wekî ku wêjevanê Rosî Meksîm Gorkî dibêje: Em nikarin dûrî felsefê bikevin ji ber ku her tuşt hebûnek wê nepenî heye.
ji ber wiha em dixwazin zanibin çi li dora me çêdibe û wê çi bibe, ji ber ev ê çendê ku em li guherîna dîrokê meyze bikin li gor pîvana ramanê zanistî her demek dîrokî, hevûdo li gel hev dijîn, îro jî ev bi serê me Kurdan de hatiya, em li gel wan kesan pêngavan davêjin û em bi wan re xalan dideynin ser hev, lê ew bi xwe di nava xwe de me û doza me napejirênin wek nerînek siyasî.
Emê hewl bidin ku ji vê çarçovê xwe derxînin û bi şêweyekî serrast çavê xwe li hindek xalan bigerînin,belko em negêhjin wê rastiyê ya ku her kes lê digere ji ber sedemên pirr û têvil, lê em hewl didin ku hin bi hin xwe nêzîkî rastiyê bikin.
Rewşa Sûrî gelek tevlihevî tê de heye, çi ji aliyê şoreşgêrvan ve û çi ji aliyên komên çete, teror û çi ji aliyê rejîmê ve jî. Lê ya ku ji me re herî giring ew e, rewşa kurdî ye, gelo wê bi çi alî ve here? Gelo em ê bê par bimînin? Yan ev xwîna tê rijandin wê rojek were em ê berhemên wê biçinin.
Sê tişt di vê rewşê de bi berz û balkêş in, nayên veşartin 1- Aliyek heye navdewletî ye, dixwaze ku rewşa Sûrî bihtirîn ber bi xirabûnê de here ji ber hin sedeman û bandora wê li ser rewşa herêma kurdî ve.
2- Aliyek heye; teror e, ew bi xwe siyasetên ewlekarî herêmî bicih dike.
3- Aliyek bi navê Kurdan liv û tevgera xwe dike lê ew bixwe ne bi xwe ye !.
4- Aliyek di berziya Sûrî ye, ew jî ji gelek pêkhatan e.
Dema ku bizava Kurdî di demekê de dixwest hevalbend jê re hebin û li derfetekê digeriya, da ku doza Kurdî belav bike û ji cîhana azad re şirove bike, pişt re doza me di dergehên navnetewî de derbas bike, lê mixabin ne derfet bidest ket û ne jî karîbû xwe bîne li ser hev ji ber gelek nakokiyên kesane û siyasî di navbera wan de hebûn ji bilî ku di bin bandora rola Kurdistanî ya n’erênî de bû, ew rola her dem bi bandorek ne erênî dilîst di dirêjahiya guherîna bizava Kurdî de; ji ber wiha rewşa Tevgera Kurdî girêdanek xurt tê de hebû, di navbera wê û layên Kurdistanî de, têviliya di navbera Tevgera Kurdî de ,dirêjahîk bû ji layên Kurdistanî ve, her ku dijberîk Kurdistanî çêdibû, li vir zevlekên xwe ji hev re ba didan û her gihanek çêdibû, kumên xwe ji hev radihildan .
Ku em vegerin mijara xwe wê baştir be , wekî ku em dizanin îro ro YPG hêzek xwedî bandore û rolek bitayîbet dilîze çi di aliyê parastina herèmê de û çi di aliyê rêvebiriyê de, ji bilî ne yeksana me bi nerîn û idolociya ku wê dide bi serxwe de, û ji bilî têviliya di navbera “ENKS” û wan de, di baweriya min de ne tenê “PYD” radihêje n’erêniya vê rewşa xirab a bi ser milletê me de hatiye, û tiştê tê serê wî; ji ber ku “ENKS” jî layek di bin ekama rola Kurdistanî de dilive, yek ji wan kêmasiyên “ENKS” yên girintirîn dema xwe ji dan û standinê vekişand, ev dide xuyakirin ta kêjan pêplanê, ev Encûmen qels e û rêkxirawek bi girêk e, xwedanê we ne bi liv û tevger in .
PYD ew jî ji wan partiyên vê civakê ye, di bin çandeyeke yekalî xwedî bûye, ji ber ev ê çendê ku çi partîk din bane wê ew jî bi vî hawî kar û xebata xwe bikre, belkî hindek cûdabûn hebûye, lê ev nayê wê wateyê ku em çavê xwe bigirin ji tiştên şaş ku dibin, wek mînak; leşkeriya neçar a bû sedema gelek tiştan ji wan derketina nifşên ciwan, ku em vegerin şoreşên gelan di dîroka cihanê de, tu carî bi vî hawayî miletê xwe bi şêweyekî neçarî tevlî beşê leşkerî nekirine. Ev neçarî encamê wê hebûn; valahiya ku ket herêmê de, ji ber tucarî tu nikarî bi tundî kesan tevlî raman û rêbaza xwe bikî, dema tu dikî wè temené te kurt bî divêt her yek bi xwe û li gor hestê xwe kar bikî.
Wek nerîna diyaliktîkî wê guherîn çêbibin ji astek fireh ta ya teng ji gelemperî ta taybet ji pirr ta hindek, ji ber wiha ev tiştê çêdibin qolincê zayînek nû ye, ev qolinc ne bi hesan wê berdewam bibî, pêra hemû gemar û qirêja 50 salî ji sîstema zînat, sert û tund ji keviza sofînî a sedsalan wê hemû li ber lehiya guherîna dîrokî biçin ta ebed.