Bi hilata rojê re min jî li gel zarokan dest bi cejnê kir. Îro yekemîn roja cejna Qurbanê ye, Zarokên penaber ên Rojavayê Kurdistanê zikak û kolanê kampa Gewîlan ji qerbalixê tijî kirin. Bi her halî û di hemû doxan de zarok dê cejnê bikin.
Ez jî ketim nav zarokan, bi wan re geriyam min cejna wan pîroz kir û li gel wan axvîn. Zarok di roja cejnê de gelekî kêf dikin, lê dema tu nêzî wan dibî, û li gel wan diaxifî, tu di gotin û nerînên çavên wan de hin wêne, hin êş û azarî peyda dikî. Tiştê ku hatiye serê mendalên me tiştekî gewre ye …lê Dê, Bav û hin xêrxwaz hewlên xwe didin ku ew hinekî kêfê têxin dilê mendalan û wêneyê teqe û bombeyan ji bîra wan hinekî dûr bixin.
Mîna go mendalekî got: “Raste li vir em bê xanî ne, lê vir xweşe..gurmgurim û teqteq tineye wek Sûrî!!”
Aya li bîra me tê ku em pirsên ne asayî ji mendalan bikin. hewil bidin ku tiştê hindirê dilê wan de binasin…… min hin pirs ji mendalan kirin û min xwest ew vê carê biaxifin û ez ji wan fêrbibim û guhdarbikim heger hûn jî dixwazin nasbikin bê wan zarokan çi gotin fermo bixwînin, lê heger hûn naxwazin jî li vir rawestin û ne gereke hûn berdewam bikin.
Qasim mendalekî 10 saliye. Ji Kobanê ye di bersiva çend pirsan de got: “Em berî 6 mehan gihane Gewîlan, Bavê min li Kobanê ye, di cejnê de ez dixwazim ji her kesî re bêjim cejna we pîroz be memnûn…” mi jê pirsî çima bavê te li Kobanê ye got: “Bavê min ŞEHÎD ket…dema em vegeriyan Kobanê piştî DAIŞê jê derket bavê min Avsarik vekir bombeyek bi bavê min ve teqiya ..ez birîndarbûm û bavê min jî şehîd bû……”
Dema min jê pirsî tê veger Kobanê, bê deng ma …çavên wî ne li vir bûn …… zimanê wî negeriya lê çavên wî daixifîn.
Lê birayê Qasim ku bi 4 salan jê biçûktire dixwaze dema ku mezin bibe bibe mamoste…… dibêje heta ku DAIŞ hebe ez venagerim Kobanê……… dema min jê pirsî ma kê bombe di mala we de çandin? Got: Beşar Esed bombe di mala me de çandin!!
Ûsama 8 saliye ji Hesekê ye min çend pirs ji wî kirin wî wiha bersiv da: “Cejna bê ez dixwazim li Hesekê bim, Ez mezin bibim ez dê kar bikim, çkar be ez ê bikim…û ez dixwazim bibim rêvebir …ez dixwazim dibistana me ji wilo baştir bibe.”
Hesen 9 saliye ji gundê Enbara ye dibêje: “Em ji ber Ereban reviyan. Ez naxwzim em ji vir herin … li vir şîk hene û şer jî tineye…ez mezin bibim ez dixwazim kar bikm …hema çi karbe.”
Diyar 9 saliye ji Til Koçer e gulzikek reş û mezin li ber çavê wî bû, dixwaze dewsa konan bibin mal û dibêje: “Ez mezin bibim ez dixwazim bibim Pêşmerge, jiber Pêşmerge DAIŞ dikujin.”
Gulbuhar 11 saliye cilên nû li ber xwe kirine û wiha ji kamîreya min re axfî: “Cejin xweş e, ez ji Sûrî me, ez dixwazim şûna konan bikin xanî jiber ku kon dileqin!!.” Dema min ji wê pirsî aya tu dixwaze vegere Sûriyê got: “Na ez naxwazim vegerim …… Sûrî gurim gurme û teqreqe, şer nema lê disekine..ez dixwazim li Gewîlan bimînim Gewîlan xweşe!!”
Comerd 10 saliye û birayê wî 8 saliye bi cilê Pêşmergeyên Kurdistanê li kolanên kampê digere cilê wî yê mezinane lê kîsê destê wî û sîmayên wî yên zarokane dixwaze bibe pêşmerge jibo ku çekdarên DAIŞê bikuje û got: “Ez mezin bibim ez dixwazim bibim Pêşmerge û vegerim Qamişlo…”
Zarokên penaber li Gewîlan xwedî xewnin. Ceng û şerê welatê wan bandora xwe li xewnên wan kiriye .. hejmrekî mezin ji zarokan dixwazin bibin leşker jibo li dijî têrorê şer bikin …. hêviya min jî ew e bo wan, dema ku ew mezin bibin pêwîstî bi leşkeran nemabe bo şerê li dijî têrorê….ji Gewîlan cejna we pîroz be.