Ji bo bîranîna bi êş ya bûyera bajarê Amûdê ku hejmarek ji sivîlan li bajêr şehîd bûbûn di 27-28ê Hezîrana 2013an de, daxuyanên bîranînê derketin û ji wan:
Encûmena Xwecihî ya ENKS li bajarê Amûdê, di daxuyaniyekê de – di rûpela Kemal Elî endamê encûmenê de weşiya bû- biryar da ku îşev pêncşemê 26/06 /2014an, demjimêr 8ê êvarî mûm bi awayekî şaristanî bêne vêxistin..serdana malbatên şehîdan..danîna gulan li ser gorên şehîdan..belavkirin û daleqandina wênene biçûk ji bo beşdaran..daleqandina vexwendine giştî tev wêneyan ji cemaweran re..belavkirina rîbanên reş li beşdaran..komcivîn li qada giştî li ba goristana Amûdê demjimêr 6ê êvarî..xwendina gotineke encûmena xwecihê ya ENKS û yeke malbatên şehîdan..sipasdariya beşdaran .
Di daxuyaniyekê de, rêvebiriya giştî ya Asayîşa Rojava bang li hemû aliyan kiribû ku di rewşên niha de berpiryar bin û li yekrêziya kurdan biparêzin, di daxuyanê de hat: ʺ Em bangê li hemû aliyên kurdî dikin ku nêtên baş bidin xuyan û bi berpirsyariyeke dîrokî kar bikin ji bo ewlehî û aramiya Amûdê xwediya canê niştimanî û barê berxwedanêʺ.
Li aliyekî din malbatên şehîdên Amûdê bangek Îro 26/6/2014 an ragihandin, tê de li ser çend xalan tekez kirin ji wan ku: ʺ Ew komkujiya li Amûdê bûyî cinaʼî, siyasî û exlaqî bû.. şehîdên me ji deh hezarên şehîdên Sûriyê ne.. em dikarin aram û xwegirtî bin û em nabin sedema tevlihevî û birakujiyê.. şêwirdariya me bi ENKSê re ji ber şehîd ên me û wan e.. destpêşxeriyin ji kes û partîna hene ji bo berjewendîne kesayetî û siyasî ne,ʺ li dawiyê malbat tekez dikin li ser daxwaza wan ya destpêkê (Komîteke lêkolînê Kurdistanî, pispor, bêlayen û zelal).