Ev bû demek bi êrîşên leşkerî re, êrîşeke ragihandinî li dijî Herêma Kurdistanê û firotina wê ya petrolê dibe, carekê dibêjin ev firotin bê rêkeftin bi Bexdayê re ye û careke din dibêjin wê petrolê difroşin Israyîlê.
Herêma Kurdistanê van gotinan red dike û pêşwaziya kompaniyên biyanî dike ji bo kirînfirotana petrolê ji başûrê Kurdistanê.
Wezîrê çavkaniyên xwezayî yê kurdistanê Aştî Hewramî ji ajansa Reutersê re eşkere kir ku herêm pilan daniye ji bo zêdekirina şandina petrolê, heta ku li dawiya 2015ê heşt qat bibe.
Aştî Hewramî ji ajansê re got: ʺEm pêşbînî dikin ku heta dawiya sala bê, em ê karibin rojane milyonek bermîl ji petrola xwe bişînin derveʺ.
Wezîrê çavkaniyên xwezayî diyar kir ku ew bê rêkeftin bi Bexdayê re petrola bajarê Kerkûkê nafiroşin derve û got: “Pêdiviya me bi rêkeftinekê li gel Bexdayê heye. Em bi tena xwe petrola Kerkûkê naşînin derve.”
Hêjayî gotinê ye ku roleke mezin ya petrola Kurdistanê di hemû bûyerên li herêmê de heye, wek ku di Êlûna sla borî de Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî dabû xuyan ku kompaniyên petrolê wê di alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê behirmend bibin û gotibû: ʺŞirketên petrol û gazê yên li Kurdistanê razî bûne ku wek hevkarî 50 milyon dolar bidin koçberên Rojava yên hatine Herêma Kurdistanêʺ.