Koҫberî wisa tê naskirin, dema ku mirov bi şêweyekî kesayetî an jî bi şêweyekî komelek ji malbatan, devera daniştiya xwe berde û ber bi welatekî din here û li wî welatî bi cih bibe, hem ji bo demeke kin an jî ji bo demeke dirêj dûrî welatê xwe bikeve, bê guman ev yek ji dûr ve tê naskirin û hejmar li gelek welatan li gor “UN” naskirî ne.
Sedemên koҫberiyê jî bi piranî ji ber şer û cengên ku li welatê wan pêk tên, an jî ji sedemên tengayî weke rewşa aborî û zordariya li ser wan ji hêla rejîmên Desthilatdar ve li welatên wan.
Beguman rewşa koҫberan li welatên ku lê bi cih bibin, wê were guhertin, ji ber wê bi demê re têkevin rewşeke girêdayî zagonên wî welatî û girêdayî rewşa civakî, ramyarî û aborî, herweha nifşên ku li dûv wan werin, li vir bi piranî dikevin rewşeke ku êdî bi wî welatî ve têne girêdan û nema dikarin vegerin welatê xwe.
Em îro li rewşa Koҫberên welatê xwe binerin û li ser rawestin, ku bo me Kurdan êdî pirsgirêkeke mezintire ji koҫberiyê, tehlûka wê mezine li ser gelê me û welatê me, ber bi guhertineke dêmografî diҫe, lewma dibe cihê xemgîniyê û lêgera ҫareseriyê.
Sedema sereke ku hate pêş gelê me û kêmasiya tevgera me ya siyasî, sedî sed tê de diyar e û ne veşartî ye, divê merov li ser raweste ka gunehkar kî ye û ҫima? da mirov bikaribê ronî bike, gelo ev koҫberî bi vî rengê tofan di xizmeta kê de ye..!?
Kêşa me ya gelê Kurd di Sûriyê de bêguman siyasî ye, girêdayî welatê bav û kalan e, ku hatiye dagîrkirin li gor hevpeymanên navdewletî weke “Sayks Pîko” Kuridstan di navbera ҫar dewletan de parҫe kirin. Beşê me ku kete bin destê dewleta Surî de, hêla ku pîlanên nijadperestî ji hêla rejîmê ve pêk werin, daku hebûna me weke gel li ser xaka wî tune bikin. Yek ji wan pîlanên gemar ew bû ku ji hêla rêveberê parastina Rejîmê li navҫeya Herêma Hasekê amade kiribû ku li gor xwendin û şîroveyên wî bikar bînin, ew jî navê wî Mihemed Teleb Hîlal bû..
Rejîma şofînî bi salan xebat di ber de kir, lê nikarîbû bi cih bîne, tevlî ku beşek ji pîlanê wî bi cih hat, weke “Amara Awerta” sala 1962an ku bihtirî 150 hazarî ji hevwelatiyên Kurd hêlan bê nasname, û ya din jî pîlana Kembera Erebî ku erdên ҫandiniyê ji gel sitandin û hevwelatiyên Ereb yê bin Ava Furatê li devera bajarê Reqa anîn devera me, ew xaka ҫandiniyê li wan belav kirin.
Gelê me her bi xaka xwe ve ma girêdayî û koҫber nebû, belkî hin kes an malbat koҫber bûn, lê pir kêm. Di van her pênc salên dawî de, piştî destpêka Şoreşa gelêrî ya seranserî Surî, ku gelê me jî hêviya serfiraziyê kir, tevlî xwepêşendan û ҫalakiyên gel bûn.
Li vir mirov kare bêje derfeteke dîrokî bo gelê Kurd hat, eger tevgera wî ya rêzanî karîbane wê derfetê bi dest bixe, lê mixabin û sed carî mixabin ku nikare wê rola ku jê dihate xwestin bike, gelo ҫima..!?
Di destêkê de xwepêşendan li seranserî welat geş bûn û pêlên wê xurt dibûn, tirseke mezin li ba rêjîmê peyde bû, vêca bi her şêweyekî hewlidanên xwe dikirin, ku rê li ber şoreşê bigire, ew gorînên ku jê dihatin xwestin nedikirin, dema lê teng bû berê xwe da Tevgera Kurdî, ku wan bi ser xwe de bidiyê , da alîkariya Şoreşa Gelêrî nekin û wê pûҫ bikin. Li vir mirov dikare diyar bike ku rola Tevgera Kurd nekete wê cokê de, ku bikare rola xwe ya ku jê dihate xwestin bike û em gihandin vê dema xirab û rê li ber koҫberiya dilêş vekir.
Sedema sereke nakokiyên bê pirsyar di navbera partiyên Tevgera Kurdî de li Sûriyê, ev gunehê dîrokî bo her kesî diyar e, dema ku nikarin li gor mercên demê lihev bikin û nakokiyên wan heya roja îro berdewam in, ev derfet dane koҫberiyê bi şêweyekî mezin, ber bi guhertina dêmografî ya welatê me, wêneyên rojane dibine cihê dilêşiya her Kurdekî..
Duwemîn sedem ku dewleta Turkan jê tirs dîtin, ew derfeta ji gelê Kurd re hatî û bûbû cihê hêviyê ku herêmeke azad li devera Rojavayî Kurdistan pêk were, da gelê Kurd li vî parҫeyî ji mafê xwe bi dest bixe weke beşê Başûr ji welatê me ku îro xwedî sîstemeke Fediral e di ҫarҫewa dewleta Îraqê de, dewleta Turkiya bi desthilatdariya partiya AKPê bi roleke xirab leyist û alîkariya her şêweyekî kir ku xirabiyê di welatê me de bike, bi teybet alîkariya hêza tirora reş kir, bi her şêweyî rê da wan ku bikaribin serbest herin û werin, ҫekên xwe û Teroristên xwe ji tevaya cîhanê bînin û derbasî Suriya bikin.
Li vir mirov dikare bêje ku dîroka rejîmên dagîrker li ser her ҫar parҫeyên Kurdistan xwe vegerand, tev de hevalbendên alîkariya hêza Tirorê dikin û dewlata bi navê dewleta Islamî “Da’iş” li Iraqê û Suriya ava kirin, her yek ji wan li gor berjewendiyên xwe piştgîriya wê dikin, tengayîke mezin li ser devera Kurdan pêk anîn, ku rewşa wê ya siyasî, civakî û aborî têk dan, lewma gelê me bê ҫare ma û li derfetekê digeriya, ku bikare xwe û malbata xwe li welatekî din bi cih bîne û hêviya pêşerojeke aram bo malbata xwe peyde bike. Ev yek şêweyekî cûdatir ji koҫberiyê peyde dike, welatê me ber bi guhertineke dêmografî dibe, em ketine rewşa man û nemanê, lewma mirov dikare bêje ku ev koҫberî xizmeta rejîmên dagîrker dike, xizmeta siyaseta wanî nijadperest dike.
Bi van şaşiyan herdû Encumenên Kurdî û nakokiyên wan bê pirsyar, derfet dane rejîmên dagîrker ku oxira gelê me ber bi koҫberiyê xistin, eger bixwazin derfeta mayî biparêzin, pêwîst e dev ji nakokiyên xwe berdin û li gor hevpeymana Dihokê, destê xwe bidin hev, dev ji ezeziya kesayetî û partîtî berdin, berjewendiyên gelê me deynin ber ҫavan. Ҫara herî baş ev e, ku rê li ber pîlanên gemar yên dewletên dagîrker bigirin, eger nekin herdû têk diҫin û wê gelê me qurbaniyê dide.
*Endamê Komîta Nawendî Ya Partiya Dêmokrata Kurdî li Sûriya ( Partî)
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress”, Hejmar (26) 1/9/2015an de hatiye weşandin.