Ji ber ku Kurdan beriya herkesî bawerî bi ola tanîn û xwe di ber de didane kuştin, ji her kesî jî bihtir, ji lewma jî em dibînin Kurdê Cihû hene û Kurdê ku mane li ser ola xwe yê ku em ji wan re dibêjin Zerdeştî û Êzidî û Kurdê Misilman û di nav re yê ku bûne Şî’e, Sine, Elewî, Biha’î, û Sabi’a, ev tev jî Kurdîtî li cem wa piştî olê tê.
Ji Rojhilat ta Rojava, ji Bakur ta Başûr miletê diniyayê ol li ba wan hene, di nav wan olan de jî mezheb hene, lê dimîne netew li pêşiya olê, ji lewma jî gelek miletan sûd ji rexê olî kirin. Ol kirin gemî û lê siwar bûn û miletê xwe pê gihandin qefê. Bi kêmayî miletê ku Kurd ji sedê salan ve bi wan re dijîn ji Ereba ta bi Firs û Tirkan, Kurd ji xwe re di rêya olê re bikar tanîn, wek ku li olê siwar hatin li Kurda jî siwar hatin, lê mixabin Kurdan heta îro nekarîbûn xwe ji bin wê bandorê derxin û weka miletê deverê sûdê ji olê bigirin!!.
Kurd her dem ji hemî olê asîmanî û ramanê nû re bûne ardû!. Çi ramanê nû ku hatibûn deverê, Kurdan xwe pê girtiye, lê nikarîne ji bo azadiya miletê xwe ne wê olê û ne jî wî ramanî bixin bin xizmeta berjewendiyên xwe de û pê bighin qefê.
Di Tewratê de hatiye Kurd û Firs hevkarê hev ê îmbiratoriya Mad û Firs bûn, ji xwe wê demê Ereb li deverê peyda nedibûn, lê dema ku Misilmanan berê xwe dan heremên Kurdan piraniya Kurdan xwe li dora olê kirin kom ji bilî beşek hindik yê ku li ola xwe xwedî derketin lê mixabin ew jî bûne armanc ji Kurdên ku bûne Misilman re.
Dema ku Selahdîn Eyûbî Qudis vekir û bû desthilatdarê deverê lê tiştek ji Kurdan re nekir heta îro hin dibêjin ramanê netewî di wê demê de nebûn, lê ew jibîr dikin ku di wê demê de Cengîz Xan û Holako bi navê miletê Mengolî ji Rojhilata nêzîk ta bi Şamê erd vegirtin.
Dema ku miletê Tirk wek êl ji Rojahilata Nêzîk berê xwe dan Rojhilata Navîn Kurdan bi gulê sor pêşwaziya wan kirin, dane pêşiya wan û ta bi Bexdê çûn, di wê navê re jî Kurdê Şî’e û yê Sine di cenga Çaldîranê de berê çekê xwe dane sînga hev, hin ji Firsa re û hin ji Tirkan re hatin bikaranîn. Di vê dîroka dirêj de her Kurd mane li ber deriyê xelkê û ji wan re bûne xulam û rêncber.
Ji ber ku Kurdan beriya herkesî bawerî bi ola tanîn û xwe di ber de didane kuştin, ji her kesî jî bihtir, ji lewma jî em dibînin Kurdê Cihû hene û Kurdê ku mane li ser ola xwe yê ku em ji wan re dibêjin Zerdeştî û Êzidî û Kurdê Misilman û di nav re yê ku bûne Şî’e, Sine, Elewî, Biha’î, û Sabi’a, ev tev jî Kurdîtî li cem wa piştî olê tê.
Kurd di sedê bîstan de, di sala 1937an de Seyîd Riza li Dêrsimê berxwedan kir û di pey wê re miletê Dêrsimê qelenek pir mezin danîn!? Tirka bi hovîtî li Dêsmiya xist û Seyîd Riza Elewî bû lê negot ez Elewî me yan ez Zazî me, lê belê got: Ez Kurd im. Li Kurdistana Îraqê dema ku yekem partî bi navê partî Demukratî Kurdistanî hate avakirn û Elî Ebdilê bû Sikirtêr negot: Ez Fîlî, wî jî got: Ez Kurd im, û dema ku Mezlûm Doxan dîwarê zindana Amedê hejand negot ez Zazî me yan ez Elewî me, got : Ez Kurd im, û bi sedan lehingê weka van çi Zazî û çi Fîlî netewa xwe di ser olê re girtin, lê mixabin îro ev mijar roj bi roj wek ji nû ve di nav Kurdan de gur dibe. Îro piraniya Kurdê Elewî Elewîtiya xwe didin pêşiya Kurdtîtiya xwe ji xwe beriya pêncî şêst salî Kurdê Cihû dev ji Kurdistanê berdan Kurdîtiya xwe li şûn xwe hiştin û li pey ola xwe çûne Isra’îl, diyar e ku welatek bi navê Elewiya çêbibe wê Kurdê Elewî jî weke yê Cihû li pey ola xwe herin. Ne ew tenê, na Kurdê şî’î jî wisa. Kurdê Fîlî yê ku Sedam ew ji Bexdê deranîn û em li ser wan giriyan lê piştî ku Sedam çû piraniya Fîliyan ji ber ku ew şî’î bûn ew jî li pey mezhebê xwe çûn û li gor gotina di helbijartina de jî degnê xwe dane şî’iyan, û nedane Kurdan!?.
Kurdê Êzidî jî û nexasim piştî kuştara Şingalê bi sedan deng ji nav wan derdikevin û dibêjin em ne Kurd in.! ji xwe nakokiya dîrokî ya di navbera Sora û Behdînan de kes nizane wê li ku bisekine?!! ji lewma jî Başûrê Kurdisatn îro li ser erdê du parçe ye “Silêmanî û Hewlêr” û em hîn dibêjin me Kurdistan divê. Ez dibêjim:
Pêşî em li Kurdan bigerin û dûv re Kurdistanê bixwazin…
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress”, Hejmar (26) 1/9/2015an de hatiye weşandin.