(1931-2009)
”Derdan çi ez diljar kirim ey felek
Êdî nikarim bijmêrim bûn gelek
Barê xizanî jî li min hêj ne bes
Serda ji pîsa re çi ez bûm henek” Bêbuhar.
Dilawerê ZENGÎ*
Gotineke Pêdivî:
Rêjîmên şovenîst digel talankirina dewlemendiya ser xak û bin xakiya welatê me, bi dijwariyeke mezin êrîşî ser ziman, tore, û folklora Kurdî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev armanc û daxwaza wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye kulek mezin. Ji bo em ji bin destê van rêjîmên şovenîst derkevin, bi sedan serhildan û berxwedanên bi rûmet me daye; bê hejmar law û keçên xwe di vê riyê de gorî kiriye. Ev şer, di warê parastina ziman, tore, û zargotina Kurdî de jî, bi dijwarî dom dike û roj bi roj gûrtir dibe. Ronakbîr, nivîskar, helbestvan û hozanên Kurd yên bi rûmet, di nava vî şerê ha de, cihekî xweyî taybetî digrin. Xebat û têkoşînek giranbiha didin. Pêwîst e, ku em vê xebat û têkoşîna hêja û giranbiha kêm nebînin û di vî beşê şerê tevgêra rizgarîxwaziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin û ne zindîkuj û mirîperest bin, di saxiyê de xwedî li wan derkevin.
Mijar:
Ji biçûkaniya xwe de, min pir ji helbestê hez dikir. Min pir guhdarî li stran, mûzîk û awazan jî dikir. Serhawe û helbest, ji min re mîna nan û av bûn. Di jiyana xwe ya rojane de, bê wan qet samana min nebû. Rojên min tev bi xwendin û nivîsandinê derbas dibûn. Roj bi roj, şêt û şeyda hezkirin û evîndariya rewşenbîriyê li min gûrtir û hartir dibû. Ji ber agirê wê evîndariyê, min çavên xwe li ûşt û akamê digerandin. Min çavê xwe li mirovên rênas û rêberên vê evîndariyê digerand. Di serî de, ev ê evîndariya rewşenbîriyê ez bi Seydayê Cegerxwîn û Tîrêj dam naskirin. Ez bi Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Ehmedê Palo, Seydayê Keleş, Mele Nûriyê Hesarî, Ehmedê Şêx Salih û Rewşen Bedirxan…htd dam naskirin. Ez bûm suxte, şagirt û xwendekarê wan. Li civat û rûniştinên wan beşdar dibûm. Di baweriya min de, ez guhdarekî baş bûm. Belê, rast e, ez baş guhdar bûm. Di cîhana wêje, helbest û dîrokê de, ne tenê gerok bûm, dilkoçer bûm jî, her roj mîna mirovekî tî ez li kaniyeke nû digeriyam. Min peyala xwe ji kehniya wan dadigirt û vedixwar. Min hinek ji têna agirê dilê xwe, bi pend û helbestên wan dişkenand. Min mîna perwanê ji bîna şîrava gulên bax û bustanên wan bîn dikir. Li ber awaz û mûzîka helbestên wan mest û serxweş dibûm. Ez li ser masa wan û li ber dengê çingîniya peyala meynenoş û muxbeçînan hişyarî hûnandina helbestê dibûm. Li ber dengê bilbilê dilşadî hevotî perwaze û firê dibûm.
Di sala 1984-an de, min helbestvanê gewre Bêbuhar, cara pêşî, dît. Ne ku min nav û dengê wî nebihîstibû, yan min berhemên wî bi dengê dengbêjên mîna Mehmûd Ezîz, Seîdê Gabarî û bilbilê xemgîn Mihemed Şêxo nebihîstibû. Lê, heyf e, li hev nedihat ku em hev bibînin. Ew, her di bîr û hizra min de bû ku em ê rojekê hev bibînin. Lê, çawa?! çilo?! Û li ku!! Min nizanîbû.. li hev hat û ji bextê min î sipî, di riya Hunermendê mezin Mihemed Şêxo re me li Şamê hev dît.
Rojekê destbirakê min hunermendê mezin Mihemed Şêxo bavê Felek hate mala min û mirovek pêre bû. Mirovekî bejin û bala wî bilind bû. Bi cilin temîz û spehî bû. Bi qilafet û zend û bend bû. Mirovekî pir mûdêrin û efendî bû. Mirovekî pir jixwehez bû. Berçav li ber çavên wî bû. Di wê rojê de, bixwe Seydayê Tîrêj jî, li mala min bû. Dema ko derbasî rewangê bûn û çavên wan û Seydayê Tîrêj lihev ket, di cih de, silavin germ dane hev. Di wê gavê de, li gorî binavkirin û silavê, min hema mêvanê xwe nas kir. Mêvanên min helbestvanê gewre Bêbuhar bû. Ew Bêbuharê ku ez bi hisreta dîtina wî bûm.
Di wê rojê de, ji bextê min î sipî, sê bazên çeleng li mala min civiyane. Bi rastî min ji dîtina çavên xwe bawer nedikir. Eger min şev û roj xwe bergorî Xwedê jî bika wilo lihev nedihat. Te digot ez di xewn û xeyalan de dijîm. Lê, vê carê xewna min rast e. Bi riwekî geş û bi zimanekî xweş berê xwe da min û got:(Birazî! Ez jî mîna Seydayê Tîrêj mêvanê te me. Karê ku ez pê hatime mîna karê Seydayê Tîrêj re, bê te çewa dîwana Seydayê Tîrêj çêkir, tê ya min jî çêkî). Bi rastî ji kêfa re nema erdê ez hilanîm …per û bask bi min ve nîne ku ez bifirim. Ew kesên ku nav û dengê wan ji min re mîna efsane û xeyalan bûn, îro ez wan li ber çavên xwe dibînim.. Na, na û mêvanên min in jî!!. Ez pir bi hatina wan dilşa bûm. Ji kêfa dilê xwe re min kumê xwe ber bi ezmana ve avêt.
Li bajarê Şamê- Li taxa Kurdan li dora bîst û pênc rojan (Bêbuhar) mêvanê min ma. Min dîwana wî (Zindan) tev, li ser tilnivîsê, ji tîpên Erebî veguhestin tîpên latînî. Li ser daxwaza wî min pêşgotinek ji dîwana wî re jî, nivîsand. Helbestvanê berêz jî di vê dîwana xwe de, helbestek pir bi nirx û buha diyarî min kir. /Ez spasdarê wî me/. Ji wê rojê de, peymana biratî, hevaltî û dostaniyê me da hev. Di wê demê de, ez û hevalê xwe yê welatparêz û kurdperwer Ehmed Şehab bavê Mihemed, bi hev re, di yek malê de diman. Evî hevalê hêja, li dora sed hejmar ji pirtûka Seydayê Bêbuhar (Zindan) li ser kîsê xwe çap kir. Bi firotina wan pirtûkan Seyda perê çapkirina hezar hejmarî peyda kir û me ji nûh ve pirtûka wî bi awayekî spehî û xweşik li bajarê Şamê çap kir.
Mamoste Yûsufê Berazî (Bêbuhar) xwedî pirhuner bû, pirrenghuner bû. Mirovekî welatparêz û xebatkar bû. Mirovekî helbestvan, sazbend û dengxweş bû. Wek ez haydar im, li çend alavên mûzîkî jî dida.
Di sala 1957-an de, partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê hate damezirandin. Tekoşerê gewre Bêbuhar ji nifşên pêşî bû ku tevlî tevgerê dibe. Ji ber ku mirovekî welatparêz û miletperwer bû. Ji ber xebat û karê siyaset û ramyariyê, gelek caran hatiye girtin û ketiye hebs û zindanan. Di zindanê de, pir lêdan, êş û dijwarî kişandiye. Li ser gotina hevalê wî gorbuhiştî Mele /Dawidê Zeynê/ yê di wê demê de, pê re girtî bû, dibêje: (Di sala 1961-ê de, dema em hatin girtin Yûsif (Bêbuhar) di zindanê de, bi me re, girtî bû; mirovekî mêr û mêrxas bû. Ji hevalên xwe tevan pirtir lêdan dixwar û qet radestî nedikir û serê xwe neditewand. Mêraniya wî hêrs û xurtî dida me girtiyan tevan. Tekoşerekî gernas û şoreşger bû.
Gotin dîsa ya Mele Dawidê Zeynê ye:( Her roj du-sê caran di zindanê de li me dixistin. Xwîn ji nav tiliyên me der dibû, canê me ji lêdanê reş û şîn dibû. Sitem û zora li me dibû li tu kesî nebûye. Carekê ji neçarî Yûsif (Bêbuhar) yek ji wan (mûxaberatan) parastinên ku li me dixistin girt û da ber lukim û pêhna, ew (mûxaberat) di nav xwînê de hişt. Piştî ku yê mûxaberat lêdana xwe xwar hevalên wî ew birin nexweşxanê, heft rojan di nexweşxanê de ma. Lê, mala wan ne ava be lêdaneke pir zor li Yûsif (Bêbuhar) dan û ew pir êşandin û hema ji mirinê riha bû).
Ev mêranî, serfirazî, û welatparêziya wî her kes jê re dîdar e. Helbesta pêşî ku nivîsandiye bi navê (Hebs û zindan) wêneya jiyana wî ya tekoşînê ye. Ev helbest ji her kesî ve naskirî ye. Navê dîwana xwe ya yekem jî (Zindan) lêkiriye. Navên her pênc dîwanên wî nîşana volqana raparîn û liberxwedanê ye. Nîşana omîd û daxwazên gelê Kurd e.
Bêdiro, helbestvanekî jîwerî bû. Ji dibistana wêjeya jîweriyê tê naskirin. Ji naveroka helbestên wî diyar e, ku ew bi derd û kovan, xweşî û nexweşî, paşketin û pêşveçûna gelê xwe ve girêdayî bû. Pir derdê zor û sitemkariya li ser neteweyê Kurd, hoy û sedemên bindestiya wan dikşandiye. Ewî ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya têkoşînek bi yekdest û canbêzariyek bê sînor dîtiye. Bi hunereke bilind û bi zimanekî şêrîn û zelal ev rewş, di helbestên xwe de, tev aniye ziman.
Li nik wî, bejna helbestê pir bilind e, bi xeml û xêz e, bi kêş û serwe ye, bi zimanekî rewan, pesin û halan, haldan û salixdanên rojeve û gazin û hêviyên rewşa gel di jîna jîweriyê de, ku di yek hest û hizrî de, li ber tîrêja ronîkirina riya hişyariyê têne meyandin. Bi awayekî kilasîk helbetên xwe dihûne: (Pesin, şînî, evînî, xweşxwan, perwerî û sirûdî), kêşa helbestan li ser movik û bi bare ne.
Weharenge bi dîrok û mêjûwa gelê xwe ve jî girêdayî bû û leheng, mêrxas û navdarên dîrokê, di helbestên xwe de aniye ziman. Seyda ne tenê li ser heskirina keç û xortan nivisandiye, lê belê rola keç û xortên xwendevan di rêvebirina kar û xebatê de mîna serê rimê dibîne û bi dengekî bilind hawar û gaziya xwe digihîne xortên xwendevan û ji wan dixwaze ku bi rola xwe ya dîrokî rabin. Seyda, li ser êmîşên welatê xwe mezin dibû, û pir ji xweristiya welatê xwe hez dikir. Girêdaneke xurt di navbera Seyda û xweristiya welatê wî de hebû. Di helbestên xwe de pir li ser av û dar, gul û giya, deşt û çiya, mêrg û kanî, buhar û zivistan, dehl û zevî û bale û tebayên welatê xwe gotiye.
Çawa Seydayê Bêbuhar di bin baskê helbestvanên me yên kilasîk de mezin bû, weharenge gelek helbetvanên me yên kilasîknivîs jî di bin bandora Seyda de mane, û akameke xurt li nifşê pey xwe re kiriye.
Seydayê Bêbuhar li ser şop û riya helbestvanên helbesta Kilasîk ya resen helbesta xwe ristiye. Di helbesta Kurdî de xwedî cihekî berz û diyar e. Xwedî gencîneyeke dewlemend û buha ye. Di gasîna helbesta kurdî ya resen de, bazekî serbilind e. Li pişta evî bazê serbilind, bazekî şeyda û bejin bilind heye; ew jî serdarê evîndaran Seydayê Cegerxwîn e. Bêbuhar mîna gelek helbestvanan di bin baskê bazê aza nemir Cegerxwîn hînî perwaze û firê dibe. Bêbuhar di derya helbesta Cegerxwîn de hevotî melevaniyê dibe.
Dara evîna wî tim şîn e. Bi hezar berê rengereng xemilandî ye. Lê, heger berê darê tehl nebî şêrînî û sipehîbûnê jî nadin. Tenê şêrîniya gulê bi dîtin û şîravê xweş e. Lê ya xweştir ew e, ku bilbilekî şeyda bi deh hawan bixwîne û pesnê xeml û xêza gulê bide . Wê gavê nuh gulê li naz û kubariya xwe hay dibe, li ber sura bayê sibê diserçime û bi qurnazî serî dihejîne. Durvê digirnije, rûgeş û dilşa dibe. Gul! dezgîr e, bilbilê şêt dilketî ye. Heger tu axaftineke bê sûde, lavijeke bê awaz, sazike bê dûzan bî, tucarî tuwê nikaribî dilê gulê bidestxwekî; ji ber ku gulê dilkoçer e.
Çawa di meydana tekoşîn û siyasetê de xebatkarekî serfiraz û leheng bû, wehareng e di meydana rewşenbîriyê de jî, helbestvanekî bêhempa û zîrek bû. Mirovekî xemxurê pirsa gelê xwe bû. Berketiyê belengazî û xizaniya miletê xwe bû. Mirovekî pir hestenik, dilovan, rûgeş, nefsbiçûk, civatxweş û bi danûstendin bû.
Seydayê Bêbuhar ji biçûkaniya xwe de dest bi hûnandina helbestê kiriye. Naveroka helbestên wî; şoreşgerî, welatparêzî, xweşxwan, perwer û evînî bûn. Awayên helbestên wî nerm, rewan û gelerî bûn. Bi şêweyekî rehet, hêsan û sivik, helbestên xwe dihûnandin. Bi rengekî gelemperî helbestên wî dibûn stran; ji ber ku mirovekî hestenik, guhsaz û sazbend bû. Helbestên xwe bi awaz dida dengbêjên wê demê û li ser serê wan hunermend Mehmûd Ezîz Şakir, û pişt re Seîd Gabarî û Mihemed Şêxo û li vê dawiyê Zubêr Salih û hinin din.
Rojekê min jê pirsî: Seyda! Malava hewqas dengê te xweş e û tu sazbendî, li gelek alavên mûzîkî jî didî, çima tu nastirê?! Ji min re got: (Min di serî de karê siyasetê kir, karê siyasetê û dengbêjî li gorî wê demê li hev nedihat. Xelkên civakê mirovên dengbêj qebûl nedikir –bi çavekî kêm lê dimeyzand. Çawa ez ê karê siyasî bikim û dengbêj jî bim??!! Pir dijwar bû…Bîr û baweriyên min yên ku, bi siyaset û bi doza gel û karê xebatkariyê dihat, zora dengbêjiyê birin. Lê, min ji xwe re her û her distira û awaz çê dikirin…û min awazên xwe dida dengbêjên wê demê .. Ez çi bikim, bi vî awayî min kela dilê xwe hênik dikir).
Di sibeha roja pêncşemê 15/1/2009-an de, li bajarê Serê Kaniyê -parêzgeha Hisiça, siwarê helbesta resen ji nav me bar kir. Bi çûna wî re stûnek ji stûnên helbesta Kurdî ya resen hilweşî. Sed mihdir û dilovanî li giyanê wî bibare û cihê wî buhişt be.
Di dawiya gotara xwe de ez ê rê bidim mamoste û helbestvanê gewre Bêbuhar ku kurtejînenîgariya xwe bi we bide naskirin:
Kurte Jînenîgariya min:
Ez, Yûsif kurê ‘Elî’ Elîyê Şêxo me, pêşî cîwarê bav û kalên me bajarê Kobanê bû. Lê piştî fermana osmaniyan bav û kalên me çûn bakurê bajarê Helebê, li gundê Tilcircê bi cîwar bûn. Ez di sala 1931-ê de, li wî gundî ji dayik bûm. Di sala 1947-an de, me jê bar kir û em, li Minbicê bi cîwar bûn. Piştî heft salan, ango di sala 1954-ê de, em hatin parêzgeha Hisiça- bajarê Serê Kaniyê û ta nuha jî em lê dijîn. Berî ku ez bibim helbestvan dengê min gelekî xweş bû, min li tenbûrê “biziq” dixist û min bi heval û dostên xwe re di civatên gelêrî de stiran digotin.. Stiranên me wek ku min gotî hew di şevbuhêrk û civatên gelêrî de bûn. Di wê çaxê de tomarkirin tune bû.
Çîroka min bi helbestê re dûr û dirêj e, Berî ku ez têkevim warê stiranê de, min ji helbestê hez kir. Min di riya dan û standinê re jê re kar kir. Min Seydayê nemir Cegerxwîn nas kir û têkiliyên min pê re xurt bûn. Dûv re têkiliyên min bi mamosta Reşîdê Kurd re çêbûn. Wî jî hişt ez hînî rêzimana kurdî bibim. Mele Sîrac û Mele Reşîd hebûn, gelekên din jî hebûn, lê nayên bîra min. Min di rêya van ciwanmêran re gelek pirtûk xwendin; mîna dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanê, pirtûkên li ser pêlawazan, yên li ser dîroka kurdî û herweha pirtûkên bi zimanê Farisî jî.
Ji sala 1966-1979-an de, çi helbesta ku min dinivîsand, min ji Seydayê Cegerxwîn re dibir daku serrast bike..
-Min gelek helbest dane stranbêjan
Yê pêşî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir bû. Di sala 1967-ê de min ew nas kir û min gelek helbest tevî awazan dane wî.
Mîna:
Hebs û zindan – gotin û awaz Bêbuhar.
Perwîn – gotin Rêncber – awaz Bêbuhar.
Rabe ji xewê – gotin û awaz Bêbuhar.
Şînbû rîhan – gotin û awaz Bêbuhar.
Eman dilo – gotin û awaz Bêbuhar.
Gulîzar – gotin û awaz Bêbuhar.
Dilê min her bi ahîn e – gotin Bêbuhar – awaz mamosta Mihemed Elî şakir.
Şêrîn tu cînara min î – gotin Bêbuhar awaz M.M. Elî Şakir.
Mehmûd Ezîz çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran li wir tomar kirin.
Piştre Se’îd Gabarî derket. Hat cem min, min helbest danê.
Ew jî ev in:
Koçê mi bar kir. Hat xweş buhar. Bê bext felek. Di tarî da.
Ew jî çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran tomar kirin.
Min hunermend Mihemed Şêxo nas kir, min gelek stiran dan wî jî.
Mîna:
Hebs û zindan. Ez bûm ferar. Şêrîn tu cînara min î. Rabe ji xewê. Yarê şekir. Pismamo. Şeva tarî. Dayê (ez jî bi cî bim). Dayka dilovan. Eman. Eman. Çibkim bi can. Derdan çi ez dil jar kirim. Koçê mi bar kir. Welat welat. Gulîzar. Eman dilo. Perwîn (gotin: Rêncber-awaz:Bêbuhar). Kûba û Vêtnam.
Û hindek stranbêjin dî jî hene min helbest tev awazan daye wan wek Zubêr Salih, û Mistefa Xalid …….
Berhemên çapkirî :
1. Zindan helbest /1988.Pêşgotina: Dilawerê ZENGÎ.
2. Bang hebest /1997
3. Raperîn helbest /2002
4. Serxwebûn helbest/2006. Pêşgotina: Ibrahîm El-Yûsuf.
5.Pêşketin helbest/2007
Û gelek dîwanên min yên ne çapkirî hene”.
Di dawiya gotara xwe de, ez dikarim bibêjim gorbuhiştî Yûsifê Berazî (Bêbuhar)yek ji siwarên helbesta resen ya kurdî bû. Diyar e, para mezin ji helbestên wî mîna dara kenêrê bihin xweş in.
Bi rastî Bêbuhar, heta bi roja dawîn ji jiyana xwe, ji kar û xebata xwe nehatiye xwarê, digel ku ew bixwe ji malbateke xizan û perîşan bû jî, lê ewê yekê tucarî nikari bû çavkaniyên helbestên wî ziwa û bimiçiqîne, yan berê pênûsa wî ji bîr û baweriyên wî biguhêrîne. Bi pênûseke bejinbilind û zimanekî rewan û zelal, her çavkaniyên wî diherikîn û dizan.
Di eniya kar û xebatê de, tekoşerekî bêhempa û gewre bû.. gelek caran hatiye girtin û êşkence kirin… lê tucarî radestî nekiriye… û her û her serbilind jiyaye û bi serbilindî jî, ji nav me koçkiriye… hezar dilovanî li giyanê wî bibare û cihê wî buhişt be..
* Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya.