Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdaneke fermî giha bajarê Kerkûkê û ligel hêzên pêşmergan civiya.
Mesûd Barzanî ji bajarê Kerkûkê çend hevokên kurt şandin, ji wan:
– Em ê mafên kêmnetewan li Kerkûkê biparêzin.
– Em bazarê li ser bostek axa Kurdistanê nakin.
– Ez amade me wek pêşmergeyekî çekê hilgirim.
– Dema ku Kerkûk vegeriya Kurdistanê, wê bibînin Kurd çiqas comerd in.
Tê nasîn ku Kerkûk girîngtirîn bajar e di nav navçeyên ku ji Herêma Kurdistanê hatine derbirîn, serdana serokê herêmê tê ji bo şopandina rewşa Kerkûkê ji nêzîk ve , nirxandina hêzên pêşmergan li Kerkûkê û eniyên cengê di riwê komên tundrew de, di heman demê de ev serdan weke nameyekê ji raya giştî re li Kerkûkê û Kurdistanê û Iraqê bi tevayî tê xuyakirin.
Ji bilî pêşmergeyan serokê herêmê bi aliyên siyasî re civiya û bal kişand li ser hevjiyana aştiyane û şaristanî li Kerkûkê û hêvî dan bi pêşerojeke geş ji Kerkûkê re.
Hêjayî bîranînê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî niha gotibû ku pêşmerge ji wan navçeyên ku artêşa Iraqê jê reviyane nakişin.