Bi tevayî derbirîn û daxuyaniyên Tirkiyê ku tu peywendiya wê li gel DAÎŞ nîne jî, DAÎŞ dostaniya xwe ya li gel Serokkomarê Tirkiyê venaşêre. Vê carê jî Serokê rêxistineke Îslamî ya ser bi DAÎŞ ve bi navê Emîrata Îslamî ay Lazîka ku ji Lazên Tirkiyê pêk tê xwazgînî ji bo keça Erdoxan Sumeya Erdoxan hate ragihandin.
Serokê vê rêxistinê di malpera xwe ya fermî de ya ku weşana xwe ji Elmanya dike vekirî aşkere kir ku ew xwazgîniyê Sumeyya Erdoxan keça Recep Tayip Erdoxanê serokkomarê Tirkiyê ye.
Di ragihandinê weha hate gotin; Rêberê Konseya Laz hêjayî xwe dîtine û ji xwedê bereket û xêr xwestine û dixwazin li gel birêz Sumeyya Erdoxan bizewicin. Ev biryara ezîz ya ku ji dilê wî derketî ragihandin ji bo kesayeta wî şerefeke mezine.
Di daxuyaniyê de nav û navnîşana xwazgînê Sumeyya Erodxan nehatiye dayîn.
rewanbej.com