Li gor ragehandina Rêveberiya Rêgirtina ji Tund û tijiya li hember Jinan li bajarê Silêmaniyê, di şeş mehên îsal de, (58) jinan jiyana xwe ji dest dane.
Di heman ragehandinê de hatiye, asta vekirina doza jinan bi awayekî berçav zêde bûye û di nava wan (6) mehan de (460) jinan doz li dijî zilam û kes û karên xwe vekirine.
Li gor amarên wê rêveberatiyê, di nava şeş mehan de (11) xwekuştin, (6) kuştinên nediyar, (15) xwe şewitandin û (26) şewitandina ji aliyê kes û karên jinan ve hatine tomar kirin, ku hemûyan jiyana xwe ji dest dane.
Tevî ku gelek sazî û navend li başûrê Kurdistanê li jêr navê Parastina mafê jinan û rêgirtina tund û tijiya li hember wan hene, lê nekarîne bi awayekî bingehîn vê meselê çareser bikin.