Pirtûka Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê zimanzan Sami Tan a bi navê “Rêzimana Kurmancî” bi çapa nû û bi awayê nûkirî derket.
Sami Tan di salên 90’î de hê dema di ‘Welat’an de kar dikir li ser ziman dinivîsî, ew wekî wane bi wane di rojnameyê de diweşand. Paşê her ku çû li ser rêzimana kurmancî kûrtir bû û di sala 2000’î de pirtûkek bi navê “Waneyên Rêzimanê Kurmancî” ku bingeha xwe ji wan waneyan digirt di sala 2000’î derxist. Zimanzan Samî Tan êdî dest neda wê pirtûkê lê xebata li ser rêzimana kurmancî dom kir, bi awayekî cuda li ser rêziman xebitî û bingeha pirtûka niha çapa wê ya nû hatiye kirin avêt. Çapa wê ya yekemîn di sala 2005’an de bi navê “Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî” amade kir û weşand. Paşê di sala 2011’an de, di çapa nû de bi navê “Rêzimanê Kurmancî” çapa wê ya nû kir û ragihand ber destên xwendevanan. Lê ev demek bû pirtûk xilas bûbû. Niha çapa wê ya sêyemîn hat amadekirin û weşandin. Pirtûka ku careke din ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derketiye bi awayê nûkirî li ber destên xwendevanan e.
Heta niha gelek pirtûkên li ser rêzimana kurmancî derketine, ev pirtûka Tan yek ji yên girîng e û heta niha gelek kesî jê sûde wergirtiye. Ji ber vê girîngiyê her ku diçe çapên wê yên nû têne weşandin.
Tan di vê çapê de hemû mijar di ber çavan re derbas kirine, bi taybetî ravekirina mijaran li gorî pênasekirinên di ferhengên zimanzaniyê de ji nû ve hatine nirxandin û nivîsandin. Bi taybetî jî mijara lêker û raweyan bi hûrbînî ji nû ve hatiye nirxandin û di dawiya her mijarê de çend nimûne ji stran û berhemên wêjeyî hatine pêşkêşkirin.