Derhêner Veysî Altay ê ku dema berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Kobanê bû dîmenên ku di dema pevçûnên herî dijwar de kişandiye û hevpeyvîn kiriye, bi navê “Nû Jîn” kir belgefilm.
Berxwedana Kobanê bi belgefilmê ve derdikeve pêşberî sînemahezan. Derhêner Veysî Altay ê ku dema pevçûnên dijwar de li Kobanê bû bi dîmenên kişandiye û hevpeyvînên kiriye bi piştgiriya Yapim 13, Komeleya Sînemayê ya Ortadogu û Mezopotamya Sînemayê ve kir belgefilm.
Di belgefilma 45 deqîqeyan de 3 şervanên YPJ û şervanekî YPG’ê kerekterên esasî pêk tînin. Belgefilma bi navê “Nû Jîn” bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyan berxwedane, berxwedan Kobanê ye” ve jiyana şervanên YPJ’ê Elîf Kobanê, Viyan Peyman û Arjîn ên di nava şer de vedibêje.
“Nû Jîn” dê di 3’yê Îlonê de li Navenda Çandê a Şîşliyê saet di 19.30’an de bê pêşandan.
Altay bang li hunermendan kir û wiha got: “Kobanê eleqeya ku heq dike nedît lê divê bibe navenda eleqeya hunermendan. Ji ber ku li wir hemû şop hene.” Altay anî ziman ku heta niha filmên ku zilma dewletê dike mijar kişandiye yê vê carê berxwedana gel kiriye mijar û ev yek jî Nû Jînê ji filmên din cudatir dike..
PUKmedia