Li ser berhemên sînemayî yên derhênerê kurd Behmen Qubadî 3 pirtûk bi zimanê tirkî hatin weşandin. Pirtûka ‘Kîsû jî difirin-Kaplumbagalar da uçar’ behsa naveroka vê filmê Qubadî dike. Herwiha pirtûka ‘Sînemaya kurdî- Kurt Sinemasi’ behsa sînemaya kurdî dike û beşên wê yên sereke balê dikşîne ser hemû berhemên sînema yên Qubadî. Ev pirtûk ji aliyê weşanxaneya Agora ve hat çapkirin. Di malpera navdar Amazon de jî reklama wê hat kirin û gihişte destê xwendevanan.
Di vê pirtûkê de herwiha ji bo cara yekem diyaloga Behmen Qubadî bi derhênerê Îtalyayî Bernardo Bertolucci re hat weşandin. Di pirtûka ‘Sînemaya Kurdî’ de tê gotin ku sînemaya kurdî bi ‘Demek ji bo hespên serxweş’ destpê kiriye. Pirtûk behsa wê yeke jî dike ku bi taybet starta pêlên sînemaya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bi vê berhemê hatiye lêdan.
Pirtûka sêyem jî pirtûka Perdeya Reş û Spî-Kara Perde ye. Bi giştî behsa berhema 5’an a Behmen Qubadî ya bi navê ‘Kergeden’ dike. Ev pirtûk jî ji aliyê weşanxaneya Sinema Ayrinti ve hat weşandin.
RojNews