Kovara bi navê Roza ku bi diruşma huner lêgerîna heqîqetê ye derdikeve, hejmara xwe ya 7’emîn derxist. Kovar ji aliyê girtiyên siyasî, ciwan û xwendekarên zanîngehan ve tê derxistin. Kovara ku sê mehan carekê derdikeve niha bi hejmara xwe ya gelawêj-rezber-kewçêrê derket. Kovar bi kurdî û tirkî tê weşandin û ji pirtûkfiroşên gelek bajarên kurdan û yên Tirkiyeyê dikare bê peydakirin.
Di vê hejmarê de gotarên li ser çand û wêjeya kurdî, helbest û çîrokên li ser gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, nivîsên rexne û danasîna pirtûkan mijarên cur bi cur cih digirin.
Xebatkarên kovarê bang li hemû xwînerên kurdî dikin ku hem kovarê bixwînin, hem bidin xwendin û her wiha ji bo kovarê binivîsin jî. Komun heta niha bi xebata komunî hatiye vê derê.
Ji bo têkilî:
DiyarnName