Çelebî Bêmirad
Min bawer nedikir rojekê tu yê
Ji min dûr bikevî wek
ewrên li ezman
û ez ê di agirê bêrîkirinê de
bişewitim mîna şemalek vêketî
di her êvaran de
ez ê gazî te bikim
tu yê bibî stêrek çirisandî
di şevên havînan de
bi xemsarî
ji ber çavên minî
xilmaş bûyî winda bibî
* * * *
Bi her bablîsokek payîzê re
wê landika dilê min
li babibe
bi gernijînek lêv girî
wê wêneyên te ji dara dilê min
bi pelên zerbûyî re
biweşin
li ser qiraxa çemê xweziya
* * * *
Min bawer nedikir rojekê tu yê
ji min dûr bikevî
Û ez ê bibim hêsîrê evîneke sêwî
kolan bi kolan
bi pey xewnên beravêtî bikevim
bibim parsekek
li ber deriyên kozikên
koçberbûyî
rondikên çavên xwe ziwa bikim
li hêviya rojên nepen
* * * *
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015