Zahid Mehmûd
Ji ya xwe em nayêne xwar
Em in hilgirê sûnd û bar
Em in pêşengê mirovan
Em in Kurdoxê saziman
Em in Horî tev pêt û ar
Xwediyê jî, roy, û çinar
Me heye nav û deng û zar
Me heye vîn û şêrîn yar
Em in Kurd û ev niştiman
Me heye derd û ev derman
Serê xwe me nedanî xwar
Nîşan dikin bexçê gulzar
Me heye mêjûya cengan
Em in serdarê herdeman
Me çêkir ev text û biryar
Me lêkir kelat û dîwar
Lengerê jiyînê em in
Ji Orojînî bipirsin
Ji warê me deşt û pesar
Buhar û xurista hedar
Em in gundî û şaristan
Çêkerê berhem û kedan
Gelî û ziving û zinar
Zevî û peravên bi dar
Em in pêdarê serdeman
Em in gelê Mad û Botan
Pasvanê tixûb û beyar
Xwebexşin dilzos û dildar
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015