Miş`el Osman
Li jor
Heyv tovên bîranînan geş dike
de Û balafir jî di tariyê
Dastanên wêranbûnê dirêse
Stêrkan vedimirîne
Bajar vala ye…tengezar e…
Dergeh girtî ne
Ne çivîk
Ne kevok
Pisîk li kolana jar û mest in…
Hechecîk hêlîn hiştine
zarok li pey goga tirsê
Xwê didin
Ma ev çi dunya ye loo
Bazirgan me zorga kirine
Di rojê de sed carî me dikujin loo
De ka em dewranê vegerînin
Mêrxasekî digot :
Em ê wan bikin bênder
wan bişewitînin
tenê wê poz li jor bimîne
gelo çend siwar di vê toşê de
loo bêmirad çûn
Karwanê herî dawî
buhar û
Ew qirşika bitenê dizîn
Û çûn
Li ser sînor xewna azadiyê
raxistin
û çûn
Ji mêj ve çemê Xabûr û Ceqceq
Nema xumxum ji wan tê
Bo çavên ku ziwabûne
Jiyan nema xweş e loo
Her şev sî û sê gulle
Ser gulên çelmisî dibuhire
Û tirafa darê qizwana
Ji çiyayê Homan
Digihêje Kewkebê Mila
Dengê şûr û mertala
Brahîmê Paşê şiyar dike
Derwêşê ‘Ebdî li deştê winda dibe
Fermana dihejmêre…
Qêrîna ‘Edûlê erdê diqelêşe
Kêra xiniz di dest de
Bo viyana dijwar dibêje:
Ji te hez dikim Derwêşo
Ji te hez dikim welato
Û ji bo roka di nîvê alê de
Vane şervan nehtorê çem û çiya ne.
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015