Mihemed Delal
Xanî danî, Feqî danî
Te hilanî li hev anî
Te dur ji behrê deranî
Bi rastî jî, tu hozanî
Te textê xwe, li dil danî
Ji dil anî li dil danî
Te kir almast û hê danî
Bi rastî jî tu hozanî
Te deng bakir bi mêranî
Te kurdî rakirî banî
Tu sultanî tu sultanî
Bi rastî jî tu hozanî
Aram te kir bi şêranî
Zimanê Feqî û xanî
Bi zarê xweş bi rêzanî
Bi rastî jî tu hozanî
Me cih danî li en banî
Me navê te li ser danî
Li rû Mîr ê Bedirxanî
Birastî jî tu Hozanî
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015