Jana Seyda
Li ser wê rêya dirêj
Ya weke koçên Enfalan
Dawiya wê nayê
Te pişta xwe dabû min
Û tu diçûyî
Şev hemû bendewarên
Hatina te ne
Tu bi xwedêkî
Were
***
Lehî
Dilê min şeveke tarî bû
Hemû stêrk tê de
Vemirî bûn
Tîrêjên berbangê
Weke lehîyeke xurt
Şev da ber xwe
Evîna te jî
Bi xwe re bir
***
Pêrgîn
Her êvar
Stêrk di hembêza ezman de
Vêdikevin
Her buhar
Gul di dilê xunavan de
Şîn tên
Tenê her bêrgîn
Destên min
Di nav destên te de
Têne kuştin
***
Rê
Rê ji min re
Hembêza janên xwe
Vedikin
Di her evînê de dibim
Rêwî
Û di her rêyê de
Winda dibim
Tenê
Çavên te
Min ji kûraniya windabûnê
Vedigerînin.
Ev helbest di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015