Kaçiya Osman
Hêdî hêdî ro diçû ava…dûr diket û ew bi tena wê dihişt li ser wê pirê tu kes li kolanan tunebû ew bi tena xwe dimeşiya. . Ji nijkava dengê giriyekî ji dûr ve hat,Rewşê Li cihê xwe rawestiya çavê xwe vekirin û li hawîrdora xwe nerî, lê tu kes nedît hêstir ji çavin wê bariyan weke pelê dareke payîzî û bang kir bi êş Ayhan tu kanî Ayhan ez bê te najîm..!
Bi qêrîna we pêlin avê xwe li kevirê keviyê xistin bi xurt û ew kevir şkandin.
Rewşê rûnişt û çavin xwe girt û çû duniyake dî, gava ku Ayhan bang kir pê: Dayê min pir bêriya bavê xwe kiriye, ez duxazim biçim cem wî dayê, bavê min li ku de ye.. Çima venagere male..!?
Rewşê nema zanîbû çawa bersiva kurê xwe bide, çawa jê re bêje bavê te yê dev li ken, bavê te yê ku jiyanekî bi taybet ji te re amade kir bû çû û kesin têrorîst jiyana wî dizîn di şevek reş û tarî de.
Ayhan bang kir: Dayê çi bû tu çû kû??
Rewşê got: Belê Kurê min … Bavê Te çûye ezmana, cihê wî pir ji vê derê xweştir e.
Ayhan: Çima me bi tena me hişt ez jê xeyidîm..!
Rewşê: Na kurê min, çênabe zarok ji bavê xwe bixeyidin.
Ji bo Rewşê Ayhan ji rewşa êşê derxe pê re keniya, û got: Ka em harin parkê mane te got ez dixwazim bi hevalin xwe re bilîzim.
Ayhan kêfkir û bang kir: Belê Dayê
Ji kêfa re, Ayhan wek periyekî di nav hevalin xwe de difiriya.
Di wê roja buharî ya ku bi kenin zaroka hatibû xemilandî weke sitêrkin bi şewqa xwe reşaya şevê dikirin ronî, lê mixabin ewrek reş hat ew ronî vemirand, bi dengê teqînê re dest û lingên Rewşê kelepçe bûn nema zanîbû çawa ji cihê xwe rabe..!
Gava li ber çavê wê qetin kurê wê belav bûn li ezmana weke baskên perperîk in firiya li ber ba.
rahişt kurê xwe bi hewara dayikek dil şewat himbêz kir û bêhna mirinê Jê kir..baz da li cem jinekê û destek qetiyayî ji himbêza wê kişand bi xurtbûn û bang kir pê ev destê kurê minê çima te rahiştiyê.
Rûnişt li cihê xwe û kurê xwe hilda ezmana li ser destê xwe û bang kir bi qêrîn: Vaye te kurê xwe jî bire cem xwe û we min bi tena xwe li vir hişt ka ez ê bi ku de biçim ez mam weke teyrek bask şikestî..Hun hêviya min bûn û ez bê hêvî mam çima?
Bi qêrîna çima Rewşê bi hiş hat li hewîrdora xwe geriya lê tu kes nedît ew bi tena xwe avêtibû li ser wê pirê di reşaya şevê de, lê xeyalek ji dûr ve xuya kir, bi cilin sipî weke roniyê ji wan derdiket.. Rabû û nezîkî wan bû bang kir Ayhan Amed ev hûn in..!?
Dengê Kenê Ayhan hat û got: Belê dayê ev em in ez û bavê xwe, me pir bêriya te kiriye û em hatin te jî bibin cem xwe..
Bi lez rewşê bi rihê xwe çû cem wan û laşê xwe li ser wê pirê bi tenê avêtî hişt.
Ev çîrok di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015