Dilovan Çeto
Nayê veşartin, ku şer û pevçûn li kîjan devera cîhanê biqewimin bi tevayî, astengî û pirsgirêk derdikevin holê û hem welatiyên wî welatî qiriktehliyê dixwin, û jiyan li wan dibe dojeh!.
Rojavayê Kurdistanê jî îro roj ketiye vî warî, û şîniyên deverê ne tenê astengiyên jiyana rojane dikşînin, mîna kêmbûna av, eletrîk, nan, û buhabûna pêdiviyên jiyanê, lê belê tiştin balkêş û xerab di civaka xelkên Rojava de bi tevayî û bi taybet gelê Kurd têne kirin.
Ji van bûyeran ez dixwazim tenê li ser babeteke giring û balkêş biaxivim ku bûye despêka diyalog û galgala her civatekê li Rojava.
Diyardeya koçkirina malbatên Rojava bûye bûyerek normal û lezgîn, ta gihiştiye radeyekê ku dê û bav ji metirsiya girtinê yan jî kuştinê ji zarokên xwe dixwazin baz bidin û bi welatên xerîbiyê bikevin, rêjeya koçkirinê mixabin roj bi roj ber bi zêdebûnê ve di çe. Li aliyê din hin kes hene ku bi axa xwe ve girêdayî mane û destê wan ji welat nabe, lê dimîne metirsiya paşeroja zarokên wan û bi taybetî xwendina dibistan û zanîngehê.
Kesên bi vê nerînê re dikevine navbera “Xelîl û Celîl”, eger li welat bimînin, ji bilî zordariya rojane û astengiyên jiyanê nabînin, li ber çavan diyar dibe nexweşiyên xwendinê û pirsgirêkên ku têne pêşiya şagirtan li dibistan û zanîngehan û encama wê ewe têkçûna xwendinê û paşeroja zarokan e, û eger bixwazin koçber bibin yan jî bi kêmanî çend salekî dûrî van aloziyan bikevin û piştî aramî û hêminî vegere welat wê çaxê dikarin vegerin û ew tirsa li ser paşeroja zarokan namîne.
Li vir pirseke giring xwe davêje meydanê; gelo ev malbatên ku koçberî welatên xerîbiyê ketin û di xewnên wan de heye vegerin welat piştî şeş heft salan, çarenûsa zarokên wan wê çi be??
Eger em werin malbatekê hilbijêrin ji xelkên Rojava wek nimûne (dê û bavek û çar zarok) û paşê berhevkirinekê bikin bê encam çi ye.?
Di vê malbatê de çar zarok hene, yek pola pêncemîn e, yek heştemîn, yek zanîngehê dixwîne û yek jî di ayîngehê de ye.
Eger ev malbat koçber bibe bi omîda vegerê li welat piştî çend salan, em ê werin li çarenûsa van zarokan meyzînin. Li despêkê dema ku ji welat bar kirin, xwendina wan ya li dibistanên Rojava ku bi zimanê Erebî perwerde dibûn, wê were jibîrkirin û bê viyana wan wê ji dibistan û mamosteyên xwe û hevalên xwendinê qut bibin.
Ji hêleke din ve eger bi serbestî gihiştine welatekî Ewropî û li wir cih bigrin, wê çaxê eger derfeta xwendinê ji zarokan re derkeve bi kêmanî du sal divin hetanî fêrî zimanê nû bibin, paşê wê herin dibistanê û jiyaneke nû ligel heval û wê bi zimanekî nû destpê bikin. Hêdî hêdî ev malbat wê fêrî jiyan û kultur û zimanekî biyanî û nû bibin, li hemberî wê û bi taybetî zarok wê jiyana bûrî jibîr bikin, mixabin!.
Em ê vegerin pirsa xwe û hewl bidin bersiva wê bidin. Piştî jiyaneke xweş li Ewropayê û piştî şeş heft salan û kêşeya xwendina zarokan, qutkirin ji welat û windabûna salên bûrî, û avakirina jiyaneke nû di gel ziman û heval in nû, ma wê vegera wan zarokan hesan be gelo..?!
Bêguman zarok nema vedigerin welat û dê û bav wê qiriktehliyê bixwin û ew jî venagerin ji bo zarokên xwe û di encamê de êdî malbatek ji şeş kesan ji qurm ve hat biriîn.!!
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015