Çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girteyek xwe ya vîdeo belav kir û têde Serok Komarê Turkiyê Receb Tayîb Erdogan wekî xayîn binav kir, jiber ku Erdogan rê daye Emrîka bingehên esmanî li dijî DAIŞ bikar bîne.
DAIŞ herwiha bang li Misilmanên Turkiyê kir ku piştgiriya wê bigirin û şerê “Xaçperest, Gawir û Zordaran bikin”, wekî ku DAIŞ got : Rêxistina terorîst vîdyoyek do Duşem`ê bi rêya Twitter belav kir ku têde endamekî wê bi zimanê Turkî dipeyîve û Erdogan bi wê yekê tawanbar dike ku wî rê daye Emrîka “gelê Îslamê bombebaran bike.
Eve di demekê de ye ku, hefteya borî, 6 firokên cengî yên F-16 gihiştin bingeheke esmanî ya Tirkiyê û dest bi firîna li dijî DAIŞ li ser Sûriyê kir.
Xendan