Luqman Silêman
Dema ku Emrîka biriyara hevbendiya li dijî “Da`iş” li Sûrî û Îraqê de çêkir, ji Turkiya xwest ew jî tevlî bibe Tirkiya di wê demê de hin meric li pêşiya Emrîka danîn ta ku ew jî tevlî hevbendiyê bibe û bingiha “Encerlîk” bikar bînin, lê Emrîka ew merc erê nekirin.
Mercê Tirkî ta ku ew tevlî hevbendiyê bibe gerek li Yekîneyên Parastina Gel û rêjîma Sûrî jî bi “Da’iş” re bixe. Piştî ku Tirkî ev merc li pêşiya Emrîka danîn ji ser qehrê Tirkî de Emrîka yek ser piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel “YPG”, kir û pêşmerge derbasî Kobanê kirin, û bipereşota çek ji wan re avêtin, û firokên Abatşî li dijî “Da’iş” di şerê Girê Sipî de bikar anîn, tavlî ku ew cara pêşî bû Emrîka wan firoka bikar tîne, li Sûrî û Îraqê û hemahingiya Sûrî bi taybet û bi giştî Ereb li ser vê pir xwe adiz kirin.
Li bakurî Kurdistanê jî Emrîka pişgiriya “HDP” kir da ku rêjeya %10 derbas bike û wek partiyekî derbasî berlemantoyê Tirkiyê bibe, ev bi xwe jî şerekî siyasî di navbera Emrîka û Erdoxan de bû.Lê Tirkiya wek partiya “AKP” ne wek Tirkiyê radest nebû, yekser berê xwe da pirojeya xwe, û pîlanên ku ji bo vê mijar û bûyerê amade kiribûn, êdî ew kuştara Li kobanê çêbû Emrîka ew name jî xwend û di pey re jî kuştara li Sirûcê Tirkiyê hat tewanbarkirin ku destê wê di vê kuştarê de heye.
Serkeftina “HDP” di hilbijartinan de, û piştî wê, rêkeftina dewletên “5+1” bi Îranê re lidar ket û hat imzekirin. Li vir hin tişt di lîstikê de hatin guhertin mînak çi ne? Ji xwe Emrîka naxwaze “Da’iş” têk here, bi kêmanî di vê demê de. Rast e, ew di ragihandinê de dibêje û hevbendiyek ji çil dewletî li dijî “Da’iş” çêkiriye, lê Emerîka baş dizane dema leşker li ser erdê nebin bi firoka tenê deh salan ew nikarin “Da’iş” ji holê rakin. Tenê Emrîka dixwaze pirojeyên xwe birêve bibe, hetanî ku ew doseya piştî “Da’iş” û û çarenûsa miletê Sûrî û Beşar eşkere bike.. Heger em li Misilmanên Sine binêrin û “Da’iş” ji nav wan derxin, tu pirojeyê wan yê ku li dijî bejewendiyê Emrîka bisekinin û bivek bin nînin! Çi dimîne ku metrsîneke mezin di xwenên Ewrupa û Rojava de derdikeve, helbet “Îran”e, lê em nizanin ka Emrîka çi ji Îranê standiye ta ku pêre rêkeftin imze kir, ji bo vê imzekirina bi îranê re divabû Emrîka tiştekî bide Tirkiyê, Ev xwenida min e, dibînim ku Emrîka Kurd firotin Tirkiyê, lê çi hat standin ew tişt wê di rojên tê de bên eşkerekirin..
Lê Gelo Çima Emerîka Kurd Firotin û Kîjan Kurd?
Ez dibînim ku bêtir ji sînaryoyekî heye, nimûne şert û mercên ku Tirkiyê li ber Emrîka danîn, îro diyar e Emrîka bêtir ji %70 erê kirine, nimûne jî ku yekser Tirkiyê êrîşê bingehên Partiya “PKK” kir, û ji bo raya giştî çend firok li ser “Da’iş” re jî firandin.! Lê diyar e ku Emrîka ji Tirkan re gotiye lêxistina Beşar xêza sor e.! Herwiha ragihandina ku nêzî dewletên Xelîcî yên pişgiriya hêzê çekdar û opisisyona Sûrî dikin, bi her awayî diyar dikin ku “PKK” piştgirya Esed û Îranê dike û “YPG” jî parçeyek ji PKK ye, ji xwe ev jî xwesteka siyaseta Tirkî û partiya Erdoxan e.
Lê di heman demê de ew ragihandin diyar dike ku “ENKS”, nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê dike, ji xwe “ENKS” jî di hemahengiya Sûrî de ye, û ew jî dibêje ew hêz a “PKK” ye..!?
Emerîka vê mijarê ji her kesî bêtir dizane, û bi xurtî niha piştgiriya hêza “YPG” dike, û “ENKS” jî di riya hemahengiya Sûrî re û ta astekî ji raya giştî re diyar dike ku “PYD” jî wek rêjîma Sûriye, ji xwe hin hene vê pirojeyê dûrtir dajon.
Ew vê dibêjin, ji ber ku ew dijminê Îranê ne, eşkere dikin ku pirojeya “PYD” newek em dixwazin, lê ew wek ku Îran dixwaze birêve diçe, loma jî metirsîna xwe eşker kirine, û helbet mitirsînek mezin ji pirojeya Xwesera Dîmokratîk jî heye, li gor raya giştiya Erebî û dema ku Ereb pirojeya “PKK” û “PDK” êraq didin ber hev ew dikarin “PDK” bipejirînin lê “PKK” na!
Kêm zêde di mediya Erebî de tê xuyakirin ku pirojeya “PDK” Îraq li rex Ewrupiyan û Rojavayîyan cihê rehetiyê ye, tevlî wek ku her kes dizane di herêma Kurdistana Îraqê de Du ” Kanton” hene, yek bi ser Tirkî ve û yek bi ser Îranê ve ye lê wek me got ew ji vê mijarê rehet in.
Du tiştên balkêş li vir derdikevin:
Gelo Emrîka dixwaze berê Tirkiyê bide tehlûkê helakê? ji ber ku hin jêder dibêjin nexasim piştî ku Tirkiya tevlî Hevbendiyê bû, Emrîka ji Tirkiyayê dixwaze ku ew destêwerdanê di Sûriyê de bike, çimkî ew devera aram ya ku ji çendî sala ve Tirkî dixwaze çêbike tenê bi firoka nayê parastin..!Heger ku leşker li erdê nebin û berevaniyê di berde nekin, qet çareser nabe..!
Li vir jî Emrîka naxwaze ku destê wê ji hêza “YPGê” û Pêşmerge jî were birîn, jiber ku raya giştî ya cîhanî tev ketiya wê wêneyê de ku ew herdû hêzên Kurdî dikarin “Da’iş” birûxînin.
Helbet di rojên nêz de wê eşker bibe, ka Emrîka lêxistina PKK ji Tirkan re erê kir ji bo Tirkan razî bike yan ji bo pirojeya PDK bi ser bikeve..!!? lê bi çi rengî be her zirar li Kurdan dibe ji ber ku em ne yek in. Ji xwe kêşeya Sûrî ma wisa te ku Obama ji Koçika Sipî derkeve..
Ev gotar di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (25) 15.8.2015